• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gel li Rojhilat û Îranê tevî hemû zextan li ser pêyan e

Wan / AW

7 ÇILE 2026 - 15:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê bênavber didomin. Gelên Rojhilat û Îranê tevî hemû zextên rejîmê jî li ser pêyan e.

Çalakiyên li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku ji ber krîza aborî li Bazara Tehranê dest pê kirin û li bajarên din ên welat belav bûn, 11 roj in berdewam dikin. Li gorî daneyên nefermî di van çalakiyan de ku veguherî serhildana li dijî polîtîkayên tepeserkirinê yên rejîmê, zêdetirî 50 kesan ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine kuştin, bi sedan birîndar hene û bi hezaran kes jî hatine binçavkirin. Xwendekarên zanîngehê û jin jî di xwepêşandanan de roleke girîng dilîzin.

Li gorî agahiyan duh bi şev navçeya Awdanan a girêdayî Îlamê û Melekşaha girêdayî Îsfahanê ketiye bin kontrola çalakvanan.

Pêvçûnên herî mezin li Şîraz, Îlam û Kirmanşahê çêdibin û ji 28ê Çileyê ve li van bajaran çalakî bênavber didomin. Hat hînbûn ku li Îlamê leşker jî tev li tepeserkirina çalakiyan bûne û hin cîhên bajêr sekvan hatine bicihkirin.

Li taxên Paramount, Molla Sadra, Zend, Zarehi, Amîr Kabîr û Moşhîrê ên Şîrazê çalakî didomin. Li van taxan barîkatên ji agir hatine danîn û gel li ber xwe dide. Li Zanîngeha Emîr Kabîr a Şîrazê jî xwendevan niha di çalakiyan de ne.

Li Kirmanşahê serhildan belavî hemû taxan bûye

Li Kirmanşahê şerê di navbera hêzên rejîmê û çalakvanan de didome. Li Meydana Mosadeghê ya li navendê, li Çerxerêya Ojaqê, li taxên Modares û Şeraparegê û sûk û bazarên bajêr şêr didome. Li bazarên Kûhsarî û Javanşîrê dikandaran dikanên xwe venekirin. Hêzên rejîmê bi gaza îsotê êrîş dikin lê gel bi paş ve gav naavêje. Her wiha li Zanîngeha Azad ya Kirmanşahê jî xwendekar di çalakiyê de ne û li gorî çavkaniyan çalakiyên vir gelekî dijwar in. Li navçeya Dolatabadê jî dikandar tev li grevê bûn û dikanên xwe venekirin. Hat zanîn ku li Rêya Hecî Muhammed Tagî jinek hatiye kuştin. Derbarê nasnameya jina hatiye kuştin de tu agahî nehatin bi dest xistin.

Li gelek bajaran çalakî didomin

Gelê bajarê Bojnûrdoyê yê eyaleta Xoresanê jî di roja 11emîn de derketin qadan û niha di çalakiyê de ne. Li ser Rêya Heyyam a Kazvînê jî çalakî didomin û di navbera hêzên rejîmê û çalakvanan de pevçûnên mezin derdikevin.

Li bajarên Fasa û Neyşabûrê jî çalakvan bi girseyî li kolanan in. Li bajarê Gonabadê li gelek taxan dûkêl radibe û di navbera hêzên rejîmê û çalakvanan de pevçûnên giran derdikevin.

Li bajarên Lordegan û Kermanê jî dikandaran dikanên xwe venekirin û tev li grevê bûn. Her wiha li ser Rêya Îmam ya Kermanê gel di çalakiyê de ne.

Her wiha çalakiyên li Tehranê jî didomin û li vir jî hat îdîakirin ku li gelek deverên bajêr sekvan hatine bicîhkirin.

Etîket: Çalakiyên XwepêşandanêÎlamÎranKirmanşahRojhilatê KurdistanêŞîraz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

Îran di şertên xwe yên ji bo vekirina Tengava Hurmuzê de bi biryar e

27 ÎLON 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

Îranê ji bo jinûve vekirina Tengava Hurmuzê şertên xwe pêşkêşî Amerîkayê kir

20 ÎLON 2026
Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

18 ÎLON 2026
Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

Li Rojhilat greva giştî: Dikan hatin girtin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne