Bîranîna şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê ya li Colemêrgê di roja duyemîn de bi serdanên girseyî didome.
Bi pêşengiya Komeleya Yêkitî, Çand, Piştevanî û Alikariya ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEYAB-DER) a Colemêrgê ji bo şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku di dem û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bîranîn tê lidarxistin. Bîranîn li Eywana Dogu Palacê ya li taxa Baglarê ya li navenda Colemêrgê di roja duyemîn de bi tevlibûna bi hezaran kesan berdewam dike.
Di bîranînê de li ser giyanê şehîdan dia hatin xwendin. Gelek pêmanên sersaxiyê yên li derveyî welat, Fransa, Engiltere, Belçîka hatine, hatin xwendin.
Dayîkên Aştiyê yên Geverê û malbatên şehîdan yên Çelê jî tev li bîranînê bûn.
Bîranîn wê îro di saet 18:00an de bidawî bibe.













