• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bîranîna 6ê Nîsanê: Em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derkevin

Amed / AW

6 NÎSAN 2026 - 11:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger Mehmet Alî Ertaş û rojnameger Roza Metîna têkildarî 6ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin axivîn û gotin “Tevî hemû zext û zordariyan, em qet serî natewînin û em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad derkevin.”

Rojnamegerên ku hatine kuştin her sal di 6ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin de tên bibîranîn. Rojnameger Mehmet Ali Ertaş û rojnameger Roza Metîna bi wesîleya 6ê Nîsanê ji Ajansa Welat (AW) re axivîn. Her du rojnamegeran diyar kirin ku êrîşên li ser rojnamegeran ne tenê li kesan in, lê li mafê giştî yê civakê ne û wiha gotin: “Her ku rojnamegerek tê girtin an jî azadiya wî tê sînordarkirin, ev ne tenê êrîşek li dijî wî kesî ye, lê di heman demê de êrîşek li dijî mafê agahdarbûna civakê ye û ev yek ji bo demokrasiyê xetereyek mezin e.”

Rojnamegeran anîn ziman ku têkoşîna ji bo çapemeniya azad bidome û wiha pê de çûn: “Tevî hemû zext û zordariyan, em qet serî natewînin. Em ê xwedî li mîrateya şehîdên çapemeniya azad xwedî derkevin. Em ê ji bo parastin û ragihandina rastiyê têkoşîna xwe bidomînin.”

‘Rojnamegerî pîşeyeke gelekî bi rûmet û pîroz e’

Rojnameger Mehmet Alî Ertaş diyar kir ku li Tirkiyeyê û gelek deverên din ên cîhanê rojnamegerên ku li ser rastiyê radiwestin û dixwazin civakê agahdar bikin, rastî zext, gef, girtin û êrîşên cûrbecûr tên û ev rewş her roj zêdetir diçê asteke cidî. Rojnameger Ertaş ev tişt anîn ziman: “Rojnamegerî pîşeyekî gelekî bi rûmet û pîroz e û armanca sereke ya vî pîşeyî ew e ku rastiyan derxe holê û civakê bi awayekî rast û bêalî agahdar bike, lê em dibînin ku rojnamegerên ku bi rastî karê xwe dikin û dixwazin gel bigihînin rastiyê, tim û tim rastî astengiyan, zextan û êrîşan tên.”

‘Şerxwaz naxwzin rojnameger rastiyan ragihînin civakê’

Ertaş bi bîr xist ku rojnamegerên ku heqîqetê radigihînin er tim dibin hedef û wiha domand: “Ev rojnamegerên ku rastiyê tînin ziman, ji aliyê kesên ku berjewendiyên wan di veşartina rastiyan de hene nayên xwestin û bi taybet kesên ku şer û pevçûnan derdixin an jî heqîqetê berevajî dikin, naxwazin rojnamegerên rasteqîn dengê xwe bilind bikin û rastiyan ragihînin civakê.”

Di berdewama axaftina xwe de Ertaş şertên dijwar ên rojnamegeran wiha şîrove kir: “Ji ber vê yekê, li hemberî rojnamegerên azad û rasteqîn zext û gefên cûrbecûr tên meşandin, ew tên girtin, cezakirin, zîndankirin an jî bi rêyên cuda tên bêdengkirin, û ev hemû tevgerên ne tenê li dijî kesekî ne, lê di heman demê de li dijî rastiyê û mafê civakê yê agahdarbûnê ne.”

‘Zihniyeta li dijî çapemeniyê ne nû ye’

Rojnameger Roza Metîna jî bi berfirehî li ser dîroka êrîşên li dijî çapemeniyê sekinî û got: “Di dema ku em li dîrokê dinêrin, em dibînin ku di dema Îtihad û Teraqiyê de jî rojnameger dihatin qetilkirin û kesên ku em dibêjin muxalîf bûn dihatin hedefgirtin û ev nîşan dide ku zîhniyeta li dijî çapemeniyê ne tiştekî nû ye lê kevneşopiyeke dirêj heye.”

Roza Metîna diyar kir ku ev rewş heta îro jî berdewam dike û got: “Tiştê ku ji wî çaxî heta niha nehatiye guhertin ew e ku kujeran gelek caran ne tên cezakirin, û ev yek dibe sedem ku êrîşên li dijî rojnamegeran berdewam bikin û kesên din jî bi heman rêyê hereket bikin.”

‘Cîhan û Nazim sûcên şer teşhîr kirin’

Rojnameger Roza Metîna bal kişand ser bûyerên dawî û got: “Di van êrîşên dawî de jî em dibînin ku rojnamegerên wekî Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan ji aliyê dewleta tirk ve bûn hedef û hatin qetilkirin û ev kesan dizanîn ku ew dikarin rastî xetereyên mezin bên, lê dîsa jî wan sûcên şer û rastiyan teşhîr kirin.”

Roza Metîna di berdewamê de armanca zextan wiha şîrove kir: “Ji bo ku ev zîhniyeta sansurê dewam bike û ji bo ku manîpulasyon li ser civakê were pêkanîn, zexta li ser çapemeniyê her dem tê zêdekirin û ji ber vê yekê çapemeniya azad her tim di hedefê de ye.”

Etîket: 6ê nîsanêaxaftinMehmet alp ErtaşrojnamgerRoza Metina
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

Roja yekemîn a Konferansa Zimanê Kurdî dawî bû

27 HEZÎRAN 2026
‘Divê di komara demokratîk de jî jin xwedî li mafê xwe derbikevin’

‘Divê di komara demokratîk de jî jin xwedî li mafê xwe derbikevin’

14 HEZÎRAN 2026
MKG: Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye

MKG: Azadiya çapemeniyê azadiya her kesî ye

3 GULAN 2026
Hevditina Ciwanan a li Wanê bi dawî bû

Hevditina Ciwanan a li Wanê bi dawî bû

26 NÎSAN 2026
Ji DFG û MKG bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî

Ji DFG û MKG bi boneya Roja Rojnamegerên Hatine Kuştin daxuyanî

6 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (29)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne