Îzmîr – Dayika Aştiyê Hanîfe Gumuş qala hesret û êşa 27 salan a kurê xwe Mehmet Nezîr Gumuş ê di hucreya yekkesî de tê ragirtin kir û diyar kir ku daxwaza wê ya herî mezin aştî ye. Hanîfe Gumuş anî ziman ku heke aştî pêk were û kurê wê azad bibe, ew ê wisa hîs bike ku 27 salan ji kurê xwe qet dûr neketiye.
27 sal… Di jiyana dayikekê de ne tenê hejmar in, her rojeke ku bi hesret, ked û hêviya aştiyê hatiye rêsandin e. Dayika Aştiyê Hanîfe Gumuş a ku berî 31 salan ji ber xizaniyê berê xwe daye Îzmîrê, îro li dijî polîtîkayên rojane yên dewletê dengê xwe bilind dike. Ji bo wê, aştî ne tenê peyveke siyasî ye; yekane rêya dermankirina birîna 27 salan û azadiya kurê wê Mehmet Nezîr Gumuş e ku di hucreya yekkesî de tê girtin.
Malbat ji ber nasnameya xwe rastî gelek neheqiyan tê
Çîroka Dayika Aştiyê Hanîfe Gumuş çîroka 31 salan a koçberî, ked û têkoşînê ye. Malbata Gumuş berî 31 salan ji ber xizaniyê ji ser axa xwe koç kirine û berê xwe dane bajarê Îzmîrê. Hanîfe Gumuş li Îzmîrê tevî her du keçên xwe di fabrîkayekê de dest bi xebatê dikin û ji ber nasnameya wan a Kurdbûnê gelekî rastî neheqiyan hatine, yek ji neheqiyan jî ew e ku 11 salan di fabrîkayê de bêsîgorta hatine xebitandin. Piştî ku malbat li Îzmîrê, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, kurê Hanîfe Gumuşê hatiye girtin û dadgehê 36 sal cezayê girtîgehê li kurê wê biriye û ew niha 27 sal in di girtîgehê de ye.
Hanîfe Gumuş li ser vê rewşê dibêje: “Wisa bawer dikim ku heta 30 salên xwe temam neke, dewlet kurê min bernade. Ji meha Sibata 2025an ve hêviyeke mezin bi me re çêbûbû û her diçe hêviya me kêmtir dibe ji ber ku dewlet xwe nade ber gavavêtinê.”
‘Em dixwazin vegerin Kurdistana xwe’
Hanîfe Gumuş bi bîr xist ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, PKKê çekê xwe şewitandin û mebest ji vê yekê sekinandina şer û pêkanîna aştiyê ye. Hanîfe Gumuş destnîşan kir ku aştî bi berdana girtiyan dikare pêk were û wiha got: “Ji meha Sibatê ve kuştin û şer çênabin, em bi vê gelekî kêfxweş in. Lê kêfxweşiya me zede neajot, ji ber ku hîn jî kurê min di girtîgehê de ye û berdana wî ne di rojeva dewletê de ye. Girtiyên nexweş gelek in, eger em qala aştiyê dikin divê rojek berî rojekê girtî bên berdan. Em tiştekê ji dewletê naxwazin bila şertên aştiyê bi cîh bînin. Em dixwazin aştî li pêş bikeve û hesreta me ya welatê me bi dawî bibe da ku em vegerin Kurdistana xwe.”
‘Divê em bi yekîtiyê baweriya xwe xurt bikin’
Hanîfe Gumuş rexne li polîtîkayên dewletê yên derbarê pêvajoyê de girtin û diyar kir ku rayedar êvarê derbarê pêvajoyê de tiştekê dibêjin, lê şeveqê wekî çawa ew gotin qet negotibin tevdigerin û wiha axivî: “Êdî baweriya me ya aştiyê gelekî kêm bûye û lê dîsa jî divê em bi yekîtiyê baweriya xwe xurt bikin û dewletê neçar bihêlin ku gavan bavêjê. Dewlet ketiye nava tengasiyeke mezin; an wê di vê tengasiyê de guhê xwe bide me û li gorî wê tevbigere an jî wê têk biçe.”
‘Kurê min du sal in di hucreya yekkesî de ye’
Hanîfe Gumuş derbarê rewşa kurê xwe Mehmet Nezîr Gumuş de jî agahiyên dawî parve kir û diyar kir ku kurê wê zêdetirî 2 salan e ku di Girtîgeha Burdurê de di hucreyeke yekkesî de tê girtin û anî ziman ku niha 6 kes bi rêzê di hucreyeke yekkesî de tên girtin û ev pirs kir: “Madem em qala aştiyê dikin, çima hîn jî zarokên me di hucreyên yekkesî de dimînin?”
‘Bi sedan girtiyên nexweş di girtîgehan de ne’
Hanîfe Gumuş bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya girtiyan û diyar kir ku tevî kurê wê ji bo ku bêhna wê teng nebe nexweşiyên xwe jê re nabêje, lê gelek nexweşî li wî peyda bûne û ev yek anî ziman: “Bi sedan girtiyên nexweş ên ku nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin, hîn jî di girtîgehan de ne. Kurê min bi hêz û qewet e û ti carî gazinan ji kesî nake lê dîsa jî mirov qala aştiyê bike û kiryar ev bin em qebûl nakin. 27 salan ji emrê kurê min xwarin, bila aştî pêk were, bila kurê min ji girtîgehê derkeve û bila êdî kes nemire; weke ku kurê min qet di hepsê de nemabe, ez ê hîs bikim.”
‘Aştî dê bi kêrî tevahiya Rojhilata Navîn were’
Hanîfe Gumuş di dawiya gotinên xwe de destnîşan kir ku eger aştî pêk were, ev yek dê ne tenê ji bo Kurdan be, dê feydeya wê bigihîje temamê Rojhilata Navîn û bal kişand ser nexşerêya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Gotin dê mafê hêviyê bikeve meriyetê û îro an jî sibê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were, lê dev ji azadiya wî ya fîzîkî berdin hîn hevdîtin jî baş pêk nayên.”













