• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Qesra Elo Dîno û Çemê Dîcleyê bi heybet û xweşik in

Mahmût Altintaş / AW

11 NÎSAN 2025 - 08:06
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Şirnex – Yek ji cihê dîrokî jî Qesra Elo Dîno ku li ser Çemê Dîcleyê hatiyê çêkirin e. Bi demsala biharê re bi hemû xweşikiya xwe bala mirovan dikişîne sesr xwe. Heybeta Qesrê û Çemê Dîcleyê merivan matmayî dihêle.

 

Kurdistan bi xweza û dîroka xwe welatekî dewlemend û bêhempa ye. Kurdistanê mazûvaniya gelek şaristaniyan kiriye û bi dîrok û xwezaya xwe bi nav û deng e. Bi hatina demsala biharê re hemû rengîniya Kurdistanê xwe radixe berçavan. Yek ji cihê dîrokî jî Qesra Elo Dîno ya li gundê Bafê yê bi ser navçeya Hezexa Şirnexê ve ye, ku li qeraxê Çemê Dîcleyê hatiyê çêkirin. Qesr bi dîrok û xwezaya xwe bala mirovan dikişîne ser xwe. Ji aliyekî ve çem diherike û li aliyekî jî qesr xwe dide nîşandan. Her wiha Çiyayê Gabarê jî bi hemû heybet û xweşikiya xwe, xwe radixe ber çavan.

Robîn Hoodê Kurdan: Elo Dîno

Elo Dîno weke Robîn Hoodê Kurdan jî tê zanîn. Li gorî lêkolînên dîrokî Elo Dîno di sedsala 16an de jiyaye. Elo Dîno hem li dijî serdestên Kurdistanê û hem jî li dijî pergala axatiyê serî rakiriyê û têkoşiyaye. Çîroka Elo Dîno li Botanê bi nav û deng e û bûye mijara gelek stran û kilaman. Elo Dîno li dijî birçîbûn û xizaniya li herêmê serî radike û li ser Çemê Dîcleyê qesra xwe çêdike. Ji aliyê mîrektiyên wê demê ve gelek caran bi êrişan re rû bi rû dimîne lê ji ber ku cihê Qesrê li bilindahiyê ye, êriş encam nagirin. Lê di dawiyê de Elo Dîno tê girtin û wî diavejin Zindana Mem a Cizîrê. Ji ber îşkenceyan Elo Dîno di zindanê de jiyana xwe ji dest dide û çîroka wî belavî tevahî Botanê dibe. Niha jî li gundê Bafê gelek zarok navên xwe ji Elo Dîno digirin, yanî gelek kesan navê Elo Dîno li zarokên xwe kiriye.

Dîroka Qesrê û Keleha Bafê

Dîroka çêkirina Qesrê neyê zanîn lê ew jî di sedsala 16an de hatiyê çêkirin. Elo Dîno ji ber ku li dijî mîrektiyan serî rakiriye û di nav şer de bûye tê gotin ku bi zanebûn qesr li vî cihî çêkiriye. Cihê ku Qesr lê hatiyê çêkirin Keleha Bafê ye. Tê gotin ku Elo Dîno diwarên Qesrê bi destên xwe çêkirine. Qesra Elo Dîno bi hilweşandinê re rû bi rû maye. Keleha Bafê jî xwedî dîrokeke kevnar ê. Lê dîroka wê nayê zanîn. Keleha Bafê tevî sal û zeman bi ser re derbas bûne jî li ser pêyan maye. Li ser Keleha Bafê cihê genim û avê jî hene û tiştek jê nebûye. Ji ber ku ew dever hatiye valakirin, niha koçerên li wê deverê pez û tiştên xwe di şikeftên Kelehê de bicih dikin. Her wiha tê xuyakirin ku kesên li xezîneyê digerin, her cihê Kelehê kolan e û û rûxandin e.

Çemê Dîcleyê di nav çiyayan de bi heybet diherike

Çemê Dîcleyê ku di nav çiyayan û kêleka Qesrê de diherike dîmenên xweşik bi xwe re derdixe holê. Çiyayê Gabarê jî li miqabilî çem tê xuyakirin û ev yek jî dewlemendiya xwezaya herêmê nîşan dide. Li derûdora Çemê Dîcleyê reng û bejna çiyayan, dar û devî û xweşikiya xwezayê bala mirovan dikişîne ser xwe. Her wiha balkêş e ku li ser çem li miqabilî Keleha Bafê ji aliyê Walitiya Şirnexê ve îsal kalekola leşkerî hatiye çêkirin. Her çiqas kalekol hatibe çêkirin jî lê dîsa jî dewlemendî û xweşikiya xwezayê, keleha Bafê, Qesra Elo Dîno û Çemê Dîcleyê hêjayî serdan û dîtinê ye.

 

Etîket: Çemê DîcleyêdîrokKeleha BafêQesra Elo DînoXweza
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

Li Pasûrê nerazîbûna madenê: Em ê xwedî li jingehê derkevin

9 ÎLON 2026
Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

Li Nehriyê çend mîrateyên giranbiha: Qesra Qayme, Qesra Kelat û Pira Bêgirdî

8 ÎLON 2026
‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

‘Xwedîderketina’ li Sûrê tenê di gotinan de dimîne!

7 ÎLON 2026
Qesr û qonaxa li Xana Kelê nayê parastin: Li benda restorasyonê ye

Qesr û qonaxa li Xana Kelê nayê parastin: Li benda restorasyonê ye

1 ÎLON 2026
Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

31 TÎRMEH 2026
Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

Li Kanîreşê berteka li dijî talana xwezayê: Em ê bêdeng nemînin

24 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne