• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komkujiya Helebceyê şermezar kirin

Navenda Nûçeyan /AW

16 ADAR 2025 - 12:03
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Nûnerên saziyên civakî û gel di 37emîn salvegera Komkujiya Helebceyê de ku rejîma Saddam bi çekên kîmyewî li dijî Kurdan pêk anî, meşeke girseyî li dar xistin. Gelek saziyan jî daxuyanî dan û komkujî şermezar kirin. 

Di 16ê Adara 1988an de rejîma Baasê weke parçeyek ji êrîşên komkujiya Kurdan bi gazên kîmyewî bombe li Helebceyê barandibû. Di encama êrişa hovane de zarok, jin kal û ciwan nav de zêdetirî 5 hezar kes hatin kuştin. Bi hezaran kes birîndar bûn û winda bûn. Bandora êrîşa kîmyewî îro jî dewam dike. Di serî de Helebce li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê çalakiyên bîranînê têne lidarxistin. Merasîma bîranînê ya li Helebceyê bi meşekê destpê kir.
Li Helebceyê, li ber derê Baxê Giştî ya Helebceyê merasîma bîranînê bi meşek destpêkir û wê meş heya ber derê bîrdariya Helebceyê bidome. Merasîmên îsal wê sê rojan bidome. Di çarçoveya çalakiyên bîranînê de wê peyamên siyasî bêne dayin, çalakiyên hunerî, panel û semîner bêne lidarxistin.

Bakur û Rojhilatê Sûrî

Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bîranîna cangoriyên komkujiya Helebceyê bi hev re 5 deqîqeyan rêz girtin. Sibeha roja Înê 16ê Adara 1988an, rejîma berê ya Iraqê bi çekên kîmyeyî bajarê Helebceyê bombebaran kir. Di encamê de jin û zarok jî di nav de nêzîkî 5 hezar kes hatin qetilkirin û nêzî 10 hezar kes jî birîndar bûn. Ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Helebceyê tevahî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikanên xwe girtin, li qadên giştî 5 deqeyan rêz girtin.

KNK

Konseya Rêveberiya Kongreya Nîştîmaniya Kurdistanê (KNK) bi boneya 37emîn salvegera Kîmyabarana Helebceyê daxuyaniyekê nivîskî belav kir. KNKê hemû şehîdên Kîmyabarana Helebceyê birêzdarî bibîranî û got: “Erkê hikûmeta Herêma Kurdistanê, nûner û rayedarên Kurd yên li Bexdayê ye ku li gorî xala 132 ya destûra Iraqê ji bo wek jenosîd naskirina sûcê kîmyabarana Helebceyê û qerebûkirina gelê xwe bixebitin.”

KCK

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê şehîdên komkujiya Helebceyê bi bîr anî û got: “Komkujiya Helebceyê di dîroka mirovahiyê de yek ji komkujiyên herî giran û hovane bû. Em vê komkujiya ku ji aliyê rejîma Saddam a zalim ve hate kirin careke din bi tundî şermezar dikin. Ji bo dawî li dîroka komkujiyê bê anîn, ji bo Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhaneke ji jiyana wekhev û azad a gelan bê avakirin, divê banga dîrokî ya Rêber Apo bi cih bê anîn. Têkoşîna li ser vê bingehê jî wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye.”

DBP

Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi boneya 37’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyanî da. DBPê di daxuyaniyê de wiha got: “Li ser Komkujiya Helebceyê 37 sal derbas bûn lê hejî Helebce wek birîneke nekewandî di bîra Kurdistanê de cihê digire. Komkujiya Helebceyê yek ji encamên polîtîkayên rejîma Baasa Iraqê bû ku ku nasnameya gelê Kurd hede digirt. Di vê komkujiyê de jin, zarok û pîr jî di nav de bi deh hezaran Kurd hatin qetilkirin. Di qetlîamê de çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Vê yekê jî nîşan da bê dijmintiya li dijî gelê Kurd çiqas mezin û kûr e.”
Etîket: ÇalakîHelepçeKCKKNKmes
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026
KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

KNK: Yekkirina hêzên pêşmergeyan bibe bingeha geşkirina yekrêziya Kurdan

22 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

KNK: Divê hesab ji berpirsên sûc û binpêkirinên li Rojava were pirsîn

13 ÎLON 2026
Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne