• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê hate kirin

Îzmîr / AW

10 SIBAT 2026 - 16:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji bo şervana YPJê Şukran Yildiz şîn hate danîn. Dayika Aştiyê Peyruze Kurt di şînê de axivî û got: “Em sond dixwin em ê Kobanê azad bikin û heta em aştiyê neyînin welatê xwe, bê rawestan em ê têbikoşin.”

Ji bo şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Şukran Yildiz (Mizgîn Jiyan) ya ku di 26ê Çileya 2026an di dema êrişên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Şamê de li Rojava jiyana xwe ji dest dabû, li mala wê ya li Îzmîrê şîn hate danîn. Şîn bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên xwe Wenda Kirine ya Egeyê (EGE-MEBYADER) pêk hat. Rêveberên DEM Partiyê, DBPê û gelek nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û welatî beşdarî şînê bûn. Di şînê de gelek caran dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Ji malbatê û gelê Kurd re sersaxî hate xwestin û fatîhe hatin xwendin.

‘Divê em li her qadê li ser pêyan bin’

Hevserokê EGE-MEBYADERê Mîkaîl Atan di şînê de axivî û diyar kir ku êrişên li ser Rojava bi saya têkoşîna gelê Kurd hate têkbirin û got: “Ev têkoşîna ku bi pêşengiya Kurdan tê meşandin, zêdetirî deh sal in dewam dike. Wekî çawa bi komployê birêz Ocalan girtin di vê pêvajoya dawî de jî, dîsa ew dewletên komploger bi DAIŞ û HTŞa hov re careke din êrişî Kurdan kirin. Ji ber ku Kurd naxwazin li dijî gelan şer bikin û şer mezin nebe, ji gelek deveran vekişiyan, lê komploger heta Kobanê hatin û îro jî Kobanê di bin dorpêçê de ye. Divê li dijî vê yeke em her li qadan li bin.”

‘Heya aştî û azadî bê vê axê, em ê ranewestin’

Dayika Aştiyê Peyruze Kurt jî diyar kir ku bi saya kesên têkoşiyane serê wan bilind e û got: “Heke îro maseyek a dîplomasiyê hatibe danîn, ev bi saya xwîna van lehengan e. Heke mirovên li çar perçeyên Kurdistanê rabûne ser piyan gotibin ‘em yek in’, ev bi saya xwîna şehîdên me ye. Şehîdên me ne erzan in! Em ê heta dawiyê li pişt wan bin, xwedî li wan derkevin. Em ê Kobanê jî azad bikin. Aştî wê bê vê axê, ev doza me û soza me ye. Heya aştî û azadî bê vê axê, em ê ranewestin. Em ji xwe û gelê xwe bawer dikin, em bi hêza xwe dizanin. Şukran du caran Rojava ji dagirkeriyê rizgar kir. 27 salan ked da. Em bi rûmet in. Heya roja dawî Şukranê ked da û gihişt şehadetê. Serê gelê me, malbatê û Rêbertiya me sax be.”

‘Kobanê sembola têkoşîna Kurdan e’

Di şînê de Parlementerê DEM Partiyê ya Îzmîrê Îbrahîm Akin jî axivî û diyar kir ku Kobanê tenê Kobanê nîn e û wiha got: “Kobanê di heman demê de bûye sembola têkoşîna Kurdan a ji bo azadiyê, dadmendiyê û wekheviyê. Yên ku digotin ‘Kobanê ket wa dikeve’ careke din matmayî man. Kobanê hebûna xwe û di heman demê de azadiya xwe parast. Û ji hemû cîhanê re nîşan da ku têkoşîna hevpar a Kurdan çiqas biqîmet e, eger em bi hev re bin, em ê bigihîjin azadî û edaleteke zêdetir.” Akin li ser pêvajoya ku li Bakur û Tirkiyeyê li dar e jî sekinî û got: “Ev pêvajoya aşitiyê jî, ligel gelek kêmasiyên xwe, encamên pir erênî jî derxist holê. Pêwîst e em nîşan bidin ku ev pergala xerabiyê ya heyî her kêlî di nava xefikê de ye û pêwîst e ev pêvajo bê tawîz, bi hişyarî, bi hev re û di nava piştevaniyê de bê meşandin, pêwîst e bi hemû kesên ku li cîhanê ji azadiyê, wekheviyê û têkoşînê sûdê werdigirin ji bo domandina vê pêvajoya aşitiyê têbikoşin.”

Şîn dê sibê jî bi pêşengiya EGE-MEBYADERê li ber mala Şukran Yildiz berdewam bike.

Etîket: YPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026
YPJ: Bersiva hemû êrişên çeteyan hat dayin

Ji Fermandariya Giştî ya YPJê daxuyanî: Hevdîtin êrênî pêk hat

27 TEBAX 2026
YPJ dê weke hêzeke taybet di nava Wezareta Navxwe de cih bigire

YPJ dê weke hêzeke taybet di nava Wezareta Navxwe de cih bigire

27 TEBAX 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Fermandara YPJê Milîtan Efrîn: YPJ ne tenê navek e, pratîk û plansaziya jiyanê ye

Fermandara YPJê Milîtan Efrîn: YPJ ne tenê navek e, pratîk û plansaziya jiyanê ye

19 TÎRMEH 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne