• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Seata qanûna çarçoveyî diyar bû

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Fermandara YPJê Milîtan Efrîn: YPJ ne tenê navek e, pratîk û plansaziya jiyanê ye

Firat Tûnç / AW

19 TÎRMEH 2026 - 10:43
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Riha- Yek ji Fermandara YPJê Milîtan Efrîn diyar kir ku zihniyeta deshilatdar dixwaze artêşbûna jinan parçe bike û destnîşan kir ku ew ê dest ji destkeftiyên bi salan bernedin û wiha got: “Eger sîstemeke vê nasnameyê nas neke, gelê me jî wê nas nake. Ji ber YPJ ne tenê navek e, pratîk û plansaziya jiyanê ye”

Li ser Peymana 29ê Çileyê ya ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de hatibû îmzekirin, zêdetirî 5 meh derbas bû. Her çiqas ji bo entegrasyonê ji aliyê ewlehî, leşkerî, rêveberî û koçberiyê ve hin gav hatibin avêtin jî xalên esasî yên peymanê hê jî pêknehatine. Her wiha ji aliyê saziyên rêveberiyê ve jî hin pêşketin çêbûn û pêvajoya entegrasyona saziyên rêveberiyê her çiqasî giran bimeşe jî, berdewam dike. Lê hebûna Yekineyên Parastina Jinan (YPJ) hê jî ji aliyê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ve nayê qebûlkirin. Qebûlnekirina YPJê di nav artêşa nû de jinên Kurd di serî de ji hêla hemû jinan ve rastî bertekên tund hat û jin dibêjin ku qebûl nekirina YPJê qebûl nekirin û nasnekirina nasnameya jinan e.

Têkildarî vê mijarê yek ji Fermandara YPJê Milîtan Efrîn ji ajansa me re axivî.

‘Lihevhatin nayê wateya xwehelandinê’

Fermandara YPJê Mîlîtan Efrîn diyar kir ku ev pêvajo demeke dirêj e ji ber rewşa siyasî û leşkerî ya li herêmê di rojevê de ye û ji bo aramiyeke mayînde gelek hevdîtin çêbûne.

Milîtan Efrîn bal kişand ser bingeha lihevhatinê û wiha got: “Piştî şerekî dijwar, dirêj û giran, pêvajoyeke lihevhatinê ku wekî peymanekê tê meşandin, dest pê kiriye. Hewldanên me ew in ku em Sûriyeyeke demokratîk a ku hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne ava bikin. Lihevhatin şêwazek e ku gel bikaribe di qada yasayî û asayî de xwe bi rê ve bibe. Ango, eger di nav dewletê de nîqaşek hebe, divê di çarçoveya peymanan de qanûn li ser bingeha maf û wekheviyê werin cîbicîkirin da ku hebûn, reng û dengê me hebe. Lihevhatin nayê wateya ku tu xwe di nav yê din de bihelînî, bibe xwedî kesayetek bê îrade, an jî wekî herdem di rêza duyemîn de bimînî. Berevajî vê, lihevhatin ew e ku îradeya te, statuya te û zimanê te bi fermî û yasayî werin naskirin.”

‘Rêveberiya heyî ji destwerdanên derve re vekirî ye’

Milîtan Efrînê di axaftina xwe de bal kişand li ser kêmasiyên rêveberiya Şamê û destwerdanên derve û destnîşan kir ku hewldanên wan ji bo parastina wekheviya hemû neteweyan e û ev tişt anî ziman: “Rêveberiya heyî ne xwedî ezmûneke wisa ye ku bi hûrgulî bizanibe ka lihevhatin çi ye; şiyanên wan ên rêveberiyê kêm in. Lê hewildana me ew e ku peymaneke di xizmeta gel de ava bibe. Dema mirov vê pêvajoyê dinirxîne, astengiyên mezin derdikevin. Pergal an rêveberiya ku niha li ser desthilatdariyê ye, vê pêvajoyê pir giran dimeşîne. Ji ber ku ev pêvajo ne bi îrade û nêrîna wan a serbixwe dimeşe; sîstemeke piralî û pirdestî ye û gelek hêzên derve di nav sîstema Sûriyeyê de hene. Ev destwerdanên derve pêvajoyê hîn girantir dikin.”

‘YPJ hevsengiyên cîhanê guhert’

Fermandara YPJê bi bîr xist ku di dema krîza Sûriyeyê de li ser vê axê şerekî pir dijwar qewimî û tirs û xofa ku DAIŞê belav kiribû bandor li hemû cîhanê kiribû û rola sîstema parastinê ya YPJê ya di vî şerî de wiha anî ziman: “Êrîşên DAIŞê yên li ser Rojavaya Kurdistanê ne êrîşên asayî bûn; planeke mezin a xwedî îdeolojiyeke li dervayî exlaqê mirovî bû. DAIŞ dema ku hat, wekî hêzeke pir bi sîstem û hov hat xuyakirin, lê belê li hemberî vê, ezmûnên ku YPJê di nava salan de bi dest xistin, ev hemû hevsengî guhertin. Rola YPJê di vir de ew ruhê xurt ê ku bi baweriyeke mezin, bi sekneke serbixwe û bi vîna tolhildanê li hemberî hovîtiyê sekinî, derxist pêş. Mirov nikare rola YPJê tenê wekî hêzeke leşkerî ya asayî binirxîne; hêza YPJê dengê xwe gihand hemû cîhanê.”

Pênaseya jina azad û bersiva li dijî zihniyeta mêrsalar

Fermandara YPJê Mîlîtan Efrîn eşkere kir ku navê YPJê di cîhanê de ji ber pratîk û serkeftina wê ya rasteqîn bûye mînak û destnîşan kir ku jinan dema hêza YPJê dîtin, wêrekiya wan zêdetir bû û li dijî ferzkirinê paşverû sîstema xwe ya xweparastinê ava kirin û wiha pêde çû: “Zihniyetên mêrsalar û paşverû yên ku îrade, nasname û nirxên jinan nas nakin, nikarin pêşengiya civakeke demokratîk bikin. Pêvajoya entegrasyonê zêde giran dimeşe, ji ber ku ew zihniyeta desthiladar dixwaze jinan tenê di kategoriya malbatê de sînor bike. Li gor wî fikrî, jin tenê ya malê ne, divê di malê de hepskirî û bêdeng bin. Naxwazin jin bibe xwedî hêzeke leşkerî, naxwazin wekî artêşeke yekîtiya wan xurt be; tenê bi awayekî yekane û di nav saziyên cuda de qebûl dikin da ku rengê wê winda bibe. Em nikarin bi hêsanî dest ji destkeftiyên ku bi salan in bi ked û fedakarî hatine avakirin berdin. Sekinîna li dijî vê zihniyetê şerekî mezin û têkoşînekê dixwaze.”

‘Gel xwedî li YPJê derdikeve’

Milîtan Efrîn bal kişand ser girêdana xurt a di navbera gel û YPJê de û diyar kir ku civak gihiştiye wê astê ku hişmendiyeke kûr ava kiriye û bi meş û mitîngan li pişt artêşa xwe ye û ev tişt vegot: “Helwesta gel bêtir em kêfxweş kirin û di nav me de hêz û baweriyeke xurtir ava kir. Niha gelê me, bi taybetî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hişmendiyeke mezin dibêjin ‘Eger hikûmeta heyî di vê pêvajoyê de hêza jinan nas neke, em jî wan nas nakin.’ Civak bi eşkereyî dibêje ‘Eger YPJ nasnameyek be, ew nasname ya me ye. Eger YPJ zarokên me bin, em jî dê û bavên wan in.’ Em hêza parastina jinan ne, lê parastina vê hêzê bi xwe jî ev civak û bi taybetî jin dikin. Em mîna goşt û neynûk in, ji hev qut nabin in. Çima cîhan hemû pê îtiraf dike, lê ev hikûmet qebûl nake? Redkirina vê îradeyê ne di hedê kesî de ye.”

Ji bo hemû jinên Sûriyeyê û cîhanê sîwanek

Her wiha Fermandara YPJê Mîlîtan Efrîn diyar kir ku têkoşîna jinan xwe dispêre sê stûnên sereke yên wekî organîzasyon, têkilî û hevgirtinê û banga tifaqa mezin a jinan kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Ev daxwaz û bangawazî wekî sîwanekê ye ku dikare hemû jinên li Sûriyeyê ji her pêkhateyî mîna Elewî, Durzî, Kurd û Ereban û her wiha hemû jinên di asta navneteweyî de bîne cem hev û dengê wan bike yek. Armanca herî mezin a vê hewldanê parastina wan destkeftiyên dîrokî ne ku bi salan e li dijî pergalên înkarê hatine qezenckirin. Bi vî awayî, silav û peyama hezkirinê ya ku ji bo her jineke xwedî doz tê şandin, dibe bingeha tifaqeke hîn mezintir; dengê ku îro bilind dibe, li seranserê cîhanê deng vedide.”

Etîket: fermandara YPJê Milîtan EfrînMilîtan EfrînYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
YPJ hebûn û nasnameya hemû jinan e

YPJ hebûn û nasnameya hemû jinan e

16 HEZÎRAN 2026
Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

Karwanê Dayikan ji bo YPJê ji Hamburgê ber bi Berlînê ve kete rê

14 HEZÎRAN 2026
Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

11 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne