Li ser rêya Marûna-Seydnaya ya gundewarên Şamê bi bombeyekê êrişî otobusa Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin. Di êrişê de hejmarek şervan birîndar bûn.
Li gorî nûçeya ANHAyê ku agahiyan dispêre çavkaniyeke ewlehiyê, li ser rêya Marûna-Seydnaya ya gundewarên Şamê bi bombeyekê êrişî otobusa Hêzên Ewlekariya Hundirîn hat kirin. Hate ragihandin ku di êrişê de hejmarek şervan birîndar bûne.
Çavkanî ji dezgehên ragihandinê re got, aliyên têkildar lêkolînkirina êrişê didomînin.













