• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Bi banga Abdullah Ocalan rihê parastina zimanê kurdî xurt bû’

Îzmîr / AW

15 GULAN 2026 - 19:28
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Komeleya Avestayê bi boneya Cejna Zimanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi banga Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ xwedîlêderketina li zimanê Kurdî gihîştiye asteke bilind û ev bang ji bo mîsogerkirina statû û mafên hiqûqî mîlatek e.

Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê, bi boneya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li ber avahiya komeleyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de, pankarta “Statuya Kurdî, perwerdehiya bi Kurdî” hat vekirin û gelek caran dirûşmên “Bê ziman jiyan nabe” û “Zimanê me rûmeta me ye” hatin berzkirin. Daxuyanî li ser navê girseyê ji aliyê Sinan Zencir ve hat xwendin.

‘Banga Ocalan rê li ber statuyê vedike’

Sînan Zencîr destnîşan kir ku gelê Kurd bi banga Rêber Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ nîqaşên li ser rakirina astengiyên li hember çand û ziman xurt kirine û got: “Em di vê bîr û baweriyê de ne ku dê ev banga Rêber Abdullah Ocalan bibe sedema zindîkirina ruhê neteweyî yê aştiyane û civaka demokratîk. Dê rê li ber mîsogerkirina nasname, xwebûn, statû, mafê siyasî û hiqûqî veke.”

Têkoşîna li dijî polîtîkayên bişaftinê 

Zencîr bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê yên li ser zarokan û wiha berdewam kir: “Di sedsala 21êmîn de, hîn jî li ser bi milyonan zarokên Kurd polîtîkayên bişaftinê bi awayekî hovane tên meşandin. Li gorî peymanên navneteweyî, ev pêkanîn sûcên li dijî mirovahiyê ne. Gelê Kurd ji destpêka Komarê ve bi înkar û tunekirinê re rû bi rû maye, lê li hemberî vê her tim têkoşiya ye.”

‘Statuya Kurdî Perwerdehiya bi Kurdî’

Zencîr di daxuyaniyê de diyar kir ku ew ê di asta herî bilind de xwedî li banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derkevin û wiha bi dawî kir: “Em ê têkoşîna xwe ya ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî berfireh bikin. Em ê bi hemû saziyan re dirûşmeya ‘Statuya Kurdî, Perwerdehiya bi Kurdî’ bidomînin. Gelê Kurd dê jiyaneke bêyî ziman û nasname tu carî nepejirîne.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

Etîket: 15ê GulanêAvestadaxuyanîİzmir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî buyerên tacîzê meşiyan

19 MIJDAR 2026
TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

TAJÊ xwest Iraq vîna îdarî û siyasî ya Êzidiyan nas bike

12 MIJDAR 2026
Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

Tulay Hatîmogûllari: Ev ne qeza ye, qetlîam e!

10 MIJDAR 2026
Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

Li ber Girtîgeha Xelatê bang kirin: Ji bo girtiyên nexweş azadî

10 MIJDAR 2026
Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

Li ber Wezaretê bang kirin: Aştî ji Îmraliyê dest pê dike

5 MIJDAR 2026
Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

Dayikên Aştiyê li ber meclisê bang kirin: Statuya Serokatî bi cih bînin

2 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne