• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Berdevkên Asayîş û Wezareta Hundirîn: Şandeya hikûmetê bê astengî derbasî Qamişloyê bû

Navenda Nûçeyan / AW

3 SIBAT 2026 - 19:39
Kategorî: MANŞET
A A
Berdevkên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rêveberiya Xweser û yên Wezareta Karên Hundirîn a hikûmeta demkî ya Şamê diyar kir ku derbasbûna endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên Wezareta Hundirîn li Qamişloyê bi awayekî baş û bê astengî, bi hemangenî û hevkariya Hêzên Ewlekairya Hundirîn (Asayîşê) pêk hat.

Di çarçoveya lihevkirina 30ê Çileyê ya di navbera HSDê û hikûmeta demkî ya Şamê de, şandeyeke endamên hêzên ewlekariya hundirîn ên Wezareta Karên Hundir a hikûmeta demkî derbasî Qamişloyê bû. Her du aliyên têkildarî prosedurên îro pêk hatine axivîn.

Endama Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Helîme Mehmûd Ebû Bekir pêşwazî li lihevkirinê kir, axivî: “Em vê lihevkirina ku di navbera HSDê û hikûmeta Sûriyeyê de pêk hatiye pêşwazî dikin. Em bangawazên aştiyê, ne yên şer in. Em soz didin ku tevahî bendên lihevkirinê bi cih bînin” û bi diruşma “Jin, Jiyan, Azadî” dawî li gotina xwe anî.

Li aliyekî din jî ji fermandarên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mehmûd Xelîl Elî (Siyabend Efrîn) axivî: “Agirbest pêk hat, benda duyemîn a lihevkirinê jî derbasbûna hêzan li Qamişlo û Hesekê bû, ev jî duh û îro pêk hat.”

Siyabend Efrîn destnîşan kir ku wê xebat li ser bendên din dewam bike, “Di serî de vegera hêzên leşkerî ji her du aliyan li nuqteyên xwe yên sereke. Heta niha tu astengî çênebûne. Em ê bi vê şêweyî dewam bikin.”

Berdevkê Wezareta Hundirîn a hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Nûredîn El Baba jî got: “Em îro bêyî astengiyan derbasî Qamişloyê bûn, tensîqeke mezin bi Asayîşê re hebû. Em spasiya wan li ser vê kedê û pêşwazîkirina baş dikin. Wê hêzên Wezareta Hundirîn li ser wergirtina avahiyên ewlehiyê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîşê) bixebitin, li gorî lihevkirinê pê re xebata dîsplînkirina ewlehiyê bikin.”

El Baba destnîşan kir ku “Tiştê bûye hewayek erênî ji tevahî aliyan ve çêkir, hewcedariya gelê Sûriyeyê îro bi vê yekê heye. Gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe bi ser ket. Îro rûpele nû ji bo avakirina Sûriyeyê dûrî tolhildan, xîtaba taîfî û kîndariyê vebû. Sûriye bi hemû şêniyên xwe tê avakirin. Wê Hesekê dilê ji bo tevahî welat lêdide bimîne.”

Di dawiyê de El Baba hêvî kir ku tevahî bendên lihevkirinê pêk bên.

Etîket: asayişhikûmetQamişloSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026
Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

Doç. Dr. Yilmaz: Polîtîkaya Amerîkayê ya derbarê Kurdan de tune ye

8 ÎLON 2026
Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

Xwendekaran ji Qamişlo bang kir: Em daxwaza sererastkirina biryara hînkirina zimanê Kurdî dikin

31 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

Amerîka mekanîzmaya astengkirina şerê navbera Îsraîl-Tirkiye-Sûriyeyê ava dike!

19 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne