• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Berdevka DEM Partiyê: Ocalan deriyeke dîrokî vekir

Stenbol / AW

8 SIBAT 2026 - 15:59
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan deriyekê ji wan re vekiriye û got: “Ev derî deriyekê dîrokî ye. Birêz Abdullah Ocalan xîretekê mezin daniye holê û divê em xwedî li vê xîretê derkevin.”

 

Rêxistina DEM Partiyê ya Navçeya Esenyurtê ya Stenbolê kongreya xwe ya asayî ya 3yemin li dar xist. Kongre li Eywana Dawetê ya Boyê pêk hat. Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevserokên DEM Partiyê yên Stenbolê, Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozerê ku qeyum li şûna vî hatibû tayînkirin, rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Stenbolê û gelek welatî tev li kongreyê bûn. Di eywana kongreyê de pankartên, “Jin Jiyan Azadî” û “Aştî bi azadiya fizikî ya Serokatî re pêkan e” hatin daliqandin.

Kongre bi hilbijartina dîwanê destpê kir û Cesîm Çîçek, Sînem Koyun, Kerem Kartal, Feyaz Kurt, Cîhan Şahkoç, Fatîh Çinar û Selma Yilmaz ji bo dîwanê hatin hilbijartin. Paşê jî ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyeke rêz hate girtin. Hevserokên DEM Partiyê yên Rêxistina Esenyûrdê Cesîm Çîçek û Hanim Kayiş gel silav kirin.

‘Ocalan li dijî taritiyê ronahî parast’

Paşê jî Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar axivî û destnîşan kir ku piştî 6ê Çileyê gelê Kurd ji bo fikra DAIŞ û HTŞê sernekeve li berxwe da û wiha got: “Îro li tevahî cîhanê sîstemekê tarî heye lê birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û li dijî taritiyê ronahî parast.”

‘Ji ber ku Ahmet Ozer Kurd bû qeyûm tayînkirin’

Paşê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî û diyar kir ku di serî de qeyûm tayini Colemergê kirin û wiha axivî: “Paşê me ji civakê re got heke dîsa gelê Kurd tenê bimîne dê qeyûm tayinî Stenbolê bikin. Piştî 6 mehan qeyûm tayinî Esenyurtê kirin, ji ber ku Ahmet Ozer Kurd bû ev gav hat avêtin. Bi vê xwestin peyam bidin gelê Kurd. Ev peyam dê sibe ji bo gelek din jî pêk were. Divê ev peyam baş be fêmkirin û her kes li dijî neheqiyê bisekine.”

‘Aqûbeta Rojava aqûbeta gelê Kurd e’

Ayşegul Dogan anî ziman ku berxwedana Rojava ji bo gelê Kurd û gelên ku nasnameya wan hatine qedexekirin gelek girîng e û wiha domand: “Rojava ne tenê herêmek e. Em dizanin ku aqûbeta Rojava aqûbeta gelê Kurd e. Ji bo wê em dibêjin dorpeçkirina Rojava dorpeçkirina siyaseta demokratîk e. Dema em dibêjin Rojava kuştin û qîrkirin tê hişê me. Em dibêjin êdî van tiştan qebûl nakin.”

‘Birêz Abdullah Ocalan deriyek ji me re vekiriye’

Di dawiya axaftina xwe de Ayşegul Dogan silav li Îmraliyê ji Rêberê gelê Kurd re şand û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Birêz Abdullah Ocalan deriyek ji me re vekiriye. Deriyê ku ji me re vekiriye deriyek dîrokî ye. Ev derî di serî de ji bo gelê Kurd û ji bo gelên Rojhilata Navîn ku bikaribin bêşer û bi rûmet bi hev re azad bijîn, hatiye vekirin. Birêz Abdulah Ocalan ev 40 sal e ked dide. Birêz Abdullah Ocalan xîretek mezin daniye holê divê em xwedî li vê xîretê derkevin.”

Piştî axaftinan hilbijartin pêk hat û Antîke Tarhan û Serkan Yilmaz bûn Hevserokên Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurtê.

Etîket: Ayşegul DoganDEM PartîEsenyurdKongre
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne