• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ber bi 8ê Adarê ve: Azadî nêzîk e

Amed / AW

3 ADAR 2025 - 10:05
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Jinên ku li Amedê bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daketin kolanan, peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan nirxandin û gotin: “Divê em her dem ji bo aştiyê li qadan bin. Em ê li qadan banga ‘Jin Jiyan Azadî’ bilind bikin. Azadî nêzîk e.”

Jin li gelek bajaran bi minasebeta 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê jin çalakiyên cur be cur li dar dixin. Jinên ku li qadan çalakiyan pêk tînin, daxwazên xwe yên azadiyê tînin ziman. Li Amedê jî çalakiyên jinan berdewam dikin. Jin di hemû çalakiyên xwe de dirûşma “Jin Jiyan Azadî” berz dikin. Jinên ku bi minasebeta 8ê Adarê daketin kolanan, têkildarî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat re axivîn.

‘Azadî û aştî nêzîk e’

Tugba Çetîk destnîşan kir ji bo azadiyê pêwîste ew bi xwe û rêxistina xwe bawer bin û got: “Ev 8ê Adarê ji bo me cuda ye. Em bi gotinên aştiyê diçin 8ê Adarê. Em dixwazin aştî pêk werê lê serî de pêwîste ku em xwe û rêxistina xwe bawer bin. Asta yekemîn ya aştiye, azadiye jinan e hewceye jin azad be û nasname jin bê naskirin. Lê em e her tim dijî desthilatdar û malbatê di nava têkoşîne de bin. Jin azadiyê dixwazê, ez bawerim ku azadî jî îsal yê were. Azadî û aştî nêzîk e.”

‘Banga me azadbûna her kesî ye’

Gulistan Baran diyar kir ku pêwîste dewlet gavan biavêje, şer bisekînine û wiha got: “Em îro li qada ne, me dengê xwe bilind kir ku ji bo jin neyên kuştin. Banga me azadbûna her kesên ku li ser cîhanê dijîn. Niha li Kurdistanê û Tirkiyeyê aştî tê axaftin, em jin dixwazin banga azadiyê hin zêdetir be û her kes azad bijî. Me tu carî şer nexwest û em dixwazin şer bisekine. Banga Abdullah Ocalan bangekî dîrokî ye, ez hêvî dikim ku dewlet jî li gorî vê bangê tevbigere.”

‘Em ê banga Jin jiyan azadî bilind bikin’

Gulistan Alokmen jî anî ziman ku divê aştî bi gotinan nemîne û wiha got: “Hikûmet isal wekî ‘sala malbatê’ îlan kir, lê ez karkerim cihê ku ez dixebitim sîstema mêrperestî tê bikaranîn. Bi gotinan çênabe pêwîste ku dewlet gav biavêje. Bi hezaren jin hatin qetilkirin. Di nava malê de jî di nav kar de jî jin tên astengkirin. Em vê qebûl nakin û em dibêjin tu kes nikare derî li ser me dade, me ji jiyanê dûr bixe. Em ê her tim li qadan bin û em ê banga ‘Jin jiyan azadî’ bilind bikin. Ji bo têkoşîna jinan mezin bibe em ê di nava tevgerê de bin. Jin aştiyê dixwazin, ev banga aştiyê hatiye, hewceyê ku bibe sedem û dawiya şer. Divê gotina aştiyê ne tenê ne ser gotinan bimîne û em di nava azadiyê de bijîn.”

‘Jinên kurd ji bo aştiyê amade ne’

Nurşîn Aslaner jî da zanîn ku jin her tim aştîxwaz in û wiha got: “Em her sal bi dengê xwe li qada ne, daxwaza jinan eşkere ye. Em ji her rengî û ji her dengî re aştî û azadî dixwazin. Niha nû nû behsa aştiye tê kirin, jin her tim aştîxwaz bûn, jixwe hebûna jinan daxwaza aştiyê ye. Ji bo aştî pêk were em gelek bi kelecan in, ji bo aştiyê çi destê me were em ê bikin. Jinên Kurd ji bo aştiyê amade ne, niha pêwîste ku dewlet gav biavêje.”

Etîket: 8ê Adare8ê Adarê Roja Jinan a CîhanêaştîAzadi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

Ji Kongra Star berteka li dijî Îranê: Darvekirin nikare dengê gelan bibire

31 TEBAX 2026
‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

‘Em bi şehîdên xwe serfiraz in, bila aştiyeke mayînde pêk were’

26 TEBAX 2026

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

Li bajarê Mazlum Dogan bi hezaran kesî banga aştiyê kir

2 TEBAX 2026
Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

Sevîl Rojbîn Çetîn: Heta aştiyeke birûmet dê ev meş nasekine

29 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne