• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir: Rêzdar Ocalan muxatabê çareseriyê ye

Riha / AW

7 SIBAT 2025 - 16:19
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir diyar kir ku Abdullah Ocalan muxatabê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e û wiha bang li îktîdar û muxalefetê kir: “Êdî ne dema gotinê lê dema diyarkirina nexşerêya şênber û raberkirina îradeyê ye.”

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo nîqaşkirina peyamên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên piştî hevdîtinan, “Civînên Aştiya Civakî û Azadiyê” dabû destpêkirin. Di vê çarçoveyê de li Rihayê civîna gel hat lidarxistin. Civîn li Eywana Konferansan a Tahir Elçî ya Baroya Rihayê pêk hat. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar û Dîlan Kunt Ayan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê, hevşaredar, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tev li bûn.

Civînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir axivî.

Keskîn Bayindir destpêkê wiha axivî: “Em di qonaxeke dîrokî de ne. Em di duyemîn sala erdhejê de ne. Mezintirîn sedema wêraniya di erdhejê de siyasta rantê bû. Em hêj niha jî encamên wê dijîn. Di dema erdhejê de du şaredariyên me yên biçûk seferber bûbûn. Ji bo ku birînan derman bikin. Bi saya îradeya gelên Kurdistanê me birînên xwe derman kir. Îktîdarê hem di erdhejê de hem jî piştre cihêkarî kir û dike. Gelê Kurdistanê li dijî vê cihêkariyê seferber bû. Lewma em dibêjin gelê Kurdistanê ‘exlaqî û polîtîk e.’ Bendewariyeke me ji desthilatê tune ye.”

‘Modela Rojava ji bo Sûriyeyê guncav e’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku li Rojhilata Navîn û Kurdistanê guherînên dîrokî diqewimin û wiha got: “Rojhilata Navîn di erefa dîzayneke nû de ye. Di navenda vê dîzaynê de jî Kurd hene. Planên her kesî li ser Rojhilata Navîn hene. Têkoşîna gelê Kurd û dostên wan di vê qonaxê de krîtîk e. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bal kişandibû ser şerê sêyemîn ê cîhanê yê li Rojhilata Navîn. Em niha di nava şer de ne. Ji bo ku gelê xwe di vê dorpêça şer de azad bikin, em têdikoşin. Rejîma Baasê ya 61 sal bûn hebûna xwe didomand hilweşiya û li şûna wê rejîmeke mîna DAIŞ’ê hat. Bi zexta Tirkiyeyê rejîmeke yekperest tê avakirin. Em dibînin ka li hemberî gelan polîtîkayeke qirkirinê ya çawa tê meşandin. Li Sûriyeyê gelek gel bi hev re dijîn. Navê wê tenê dikare bibe Komara Demokratîk a Sûriyeyê. Ev modêla lê digerin gelek li dûr nîne. Rojava li kêleka me ye. Ev 13 sal in li dijî hemû zextan li ber xwe dide. Modêlên jibîlî ve dê rê li ber karesatê vekin. Netewe dewleteke hişk a Sûriyeyê dê bi xwe re koberî û qirkirinan bîne. Heke Sûriyeyeke demokratîk were avakirin, dê pirsgirêk çareser bibin. Divê ev modêl li tevahiya cîhanê were belavkirin. Ev peywira me ye.”

‘Axaftina çareseriyê girîng e’

Keskîn Bayindir bal kişand ser hevdîtinên di navbera Şandeya Îmraliyê û Rêberê PKKê Abdullah Ocalan de û wiha axivî: “Ji 1ê Cotmehê vir ve pêvajoyek navlênekirî heye. Ev pêvajo ji bo çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Axaftina li ser çareserkirina pirsgirêka Kurd ji bo me pirr girîng e. Ev ne cara ewil e kut ê axaftin. Birêz Ocalan heta roja me ya îro 13 caran îradeya xwe beyan kir. Îro gelek nîqaş tên kirin ku polîtîkaya tasfkiyekirinê bi ser neket û kêrî tiştekî nayê. Bi pêşengtiya rêzdar Ocalan têkoşîna me ya çareserkirina demokratîk a pirsgirêka Kurd berdewam dike. Têkoşîna me ya ji bo azadiya birêz Ocalan ku me da pêşiya xwe, hatiye astek gelek krîtîk û girîng.”

‘Divê desthilat zelal be’

Bayindir destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd rol û mîsyon dikeve ser milê her kesî û wiha domand: “Divê her kes ji bo çareseriyek şênber gavan biavêje. Êdî ne dema axaftinê ye, dem dema eşkerekirina nexwşerê ye û nîşandana îradeyê ye. Divê ev mesele êdî hin bêtir neyê îstîsmarkirin. Ji bo çareseriyê heta îro sê hevdîtin hatin kirin. Birêz Ocalan bi rêya şandeyê fikr û nêrîna xwe pir bi zelalî danî holê û parve kir. Tu gumana me ji rêzdar Ocalan nîn e, lê divê desthilat vê yekê neke qurbanê berjewendiyên xwe. Divê ku desthilat giranî û helwesta xwe ya zelal deyne holê.”

‘Her kes berpirsiyar e’

Keskîn Bayindir anî ziman ku navnîşana çareseriyê cem Abdullah Ocalan e û got: “Rêberê Gelê Kurd rêzdar Ocalan muxatabê çareserkirina pirsgirêka Kurd e. Divê her kes ji bo aştî, azadî û çareseriyê vî barî hilde ser milê xwe û bi berpirsiyar tevbigere.Em dixwazin bi van civînan jî çareseriyê, azadiyê û aştiyê şênber bikin.”

Piştî axaftina Keskîn Bayindir civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: Abdullah Ocalancivîna gelDBPDEM PartîKeskîn BayindirRiha
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

Li Amedê xebatên Şiyar Be bênavber didomin: Em ê teqez bi ser bikevin

18 TEBAX 2026
‘Ev gaveke biçûk e, em dixwazin gavên mezintir bên avêtin’

‘Ev gaveke biçûk e, em dixwazin gavên mezintir bên avêtin’

17 TEBAX 2026
Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

Li Êlihê civîna gel: Çareserî bi saya pêngava 15ê Tebaxê ye

16 TEBAX 2026
Li Curnê Reş 15ê Tebaxê hat pîrozkirin

Li Curnê Reş 15ê Tebaxê hat pîrozkirin

15 TEBAX 2026
Li Amedê civîna gel: Divê gel xwedî li pêvajoyê derkeve

Li Amedê civîna gel: Divê gel xwedî li pêvajoyê derkeve

15 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne