• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir: Dilê bi milyonan Kurd ji bo Rojava lê dide

Mêrdîn / AW

24 ÇILE 2025 - 15:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li Nisêbînê li dijî êrişên Tirkiyeyê axivî û anî ziman ku Tirkiye welatiyên sivîl dikuje û got: “Dilê bi milyonan Kurd ji bo Rojava lê dide. Dil û hişê gelê Kurd yek e. Heta serkêftin û azadiyê em ê li ber xwe bidin.”

 

Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên giredayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û kuştina welatiyên sivîl li Bendava Tişrînê meşek li dar xist. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, parlamenterên DEM Partiyê, rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Mêrdîn, Şirnex, Rihayê, Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên sivîl sivîl û gelek welatî tev li çalakiyê bûn.

Girse li Parka Aştiyê ya Nisêbînê civiya û xwest ji parkê heta ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo bimeşe. Polîsan li parkê girseyê dorpêç kir û meşê astneg kir. Girseyê bi berzkirina dirûşmeyan û stranan bertek nîşanî astengiyê da. Girseyê wêneyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan, dowîzên bi nivîsên “Rojava hebûna me ye”, “Jin jiyan azadî”, “Bêdengî mirin e berxwedan jiyan e” hilgirtin, û dirûşmeyên “Bijî berxwedana Tişrînê”, “Rojava rûmeta gelê Kurd e” berz kirin û stran gotin.

Girseyê dorpêç hilweşand

Gel bi bertekên xwe dorpêça polîsan hilweşand û li wir daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Rojava rûmeta me ye” û pankarta ku wêneyên şanogerê Kurd Bavê Teyar û siyasetmedara Kurd Menice li serê hebû ya bi nivîsa”Şehîdên Tişrînê nirxên gelê me û pêşeroja me ne” hatin hilgirtin.

‘Dilê bi milyonan Kurd ji bo Rojava lê dide’

Di daxuyaniyê de Hevserokê Giştî yê DBPê Keskin Bayindir axivî. Keskîn Bayindir bertek nîşanî dorpêçkirinê da û wiha got: “Li ser Bendava Tişrînê sivîl, zarok, rojnameger û şanoger tên kuştin. Ev yek sûcê li dijî mirovahiyê ye. Gelê Kurd wê li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomîne. Li bakurê Kurdistanê dilê bi milyonan Kurd ji bo Rojava lê dide. Heya statuya Rojava neyê mîsogerkirin û dorpêça Tirkiyeyê neyê hilweşandin, têkoşîna me wê bidome. Ev desthilat agirê şer gur dike. Em ji dixwazin rêya aştî û azadiyê li pêş bikeve. Ev îradeya çareseriyê ye. Gelê Kurd li dijî vê zîhniyeta ku dixwaze me di bin dorpêçê de bihêle wê têkoşîna xwe bidomîne. Gelê Kurd îro li Rojhilata Navîn temsîla wekheviyê dike.”

‘Ev peyam ji bo hemû kesî firset e’

Keskîn Bayindir bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re û wiha domand: “Cara duyemîn bi rêzdar Ocalan re hevdîtin pêk hat. Birêz Ocalan dîsa peyam da me hemûyan û ev ji bo me hemûyan firset e. Bila desthilat vê firsetê li hewa nehêle. Lê hûn Rojava bombebaran dikin. Rojnamegeran bombebaran dikin. Em vê qebûl nakin. Gelê Kurd xwedî li îradeya birêz Ocalan derdikeve. Lê hûn îradeya careseriyê li pêş naxin. Lê gelê Kurd wê heta dawiyê xwedî li îradeya xwe derbikeve. Em ê mafê xwe bidestbixin. Hûn çi dikin bikin Rojava wê statuya xwe mîsoger bike. Ji bilî Tirkiyeyê tu kes dijminatiyê Rojava û jiyana wir nake. Dibêjin em ne dijminê gelê Kurd in lê pratîka we dijminatiya gelê Kurd dike.”

‘Ev bêdengiya we şirîkatiya sûcê tê kirin e’

Keskîn Bayındir bang li saziyên navneteweyî jî kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li ber çavê we sûcê şer ê li dijî mirovan pêk tê. Li ku ev biryar tê dayin diyar e. Em ê dinyayê rakin ser lingan. Li wir jin û zarok tên kuştin. Em vê qebûl nakin. Ev bêdengiya we dibe şirîkê sûcê tê kirin. Îro ev gel dixwaze pêşî li şer were girtin. Dibêje bila şer bi dawî bibe. Duh îradeya careseriyê carek din li Îmraliye li pêş ket. Ev gel ji bo aştiyê jî ji bo têkoşînê ji amade ye. Em e bi ser bikevin. Ev gel her tim bi êrişan re rû bi rû dimîne û bi êrişan re ji xew şiyar dibe. Gelo wê bi vê zîhniyeta qirêj çawa aştî li pêş bikeve? Bangawaziya me ji gelê me re jî ev e; heta dawiyê em ê xwedî li Rojava derbikevin. Gelê Kurd li her derê yek e. Rojava jî Kurdistan e. Li Tirkiyeyê hûn ê bêjin em e pirsgirêka Kurd çareser bikin lê hûn li Rojava sivîlan dikujin. Em ve yekê qebûl nakin. Ev siyaseteke qirêj dimeşînin. Dilê gelê Kurd jî hişê gelê Kurd jî yek e. Heta serkeftinê û azadiyê em ê li ber xwe bidin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. Girse piştî daxuyaniyê ji Parka Aştiyê heta ber avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Nisêbînê meşiya.

Etîket: bendava tişrînêçareserîDBPDEM PartîKeskîn BayindirNisêbînQamişloRojavaTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne