• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir: Çi dibe bila bibe dê Kongreya Neteweyî pêk were

Agirî / AW

26 TÎRMEH 2025 - 16:42
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Agirî – Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir ku di konferansa li Bazîdê de axivî, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gotiye dermanê Kurdan kongreya neteweyî ye û destnîşan kir ku çi dibe bila bibe ew kongre dê pêk were.

 

Rûniştina sêyemîn ya Konferansa “Girîngiya Yekîtiya Kurd” ku ji aliyê Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk ve li navçeya Bazîd a Agiriyê tê lidarxistin, destpêkir. Di vê rûniştinê de Berdevkê KKPê Sînan Çîftyurek, Hevserokê HDPê yê Giştî Cahît Kirkazak, Serokê DDKDê Halîm Îpek, Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir, Endama MYKê ya PÎAyê Menîce Rumeysa Gulmez û Endamê MYKê yê Partiya Azadiyê Cemal Satî bi moderatoriya Dîba Keskîn li ser mijara “Hewce ye Kurd Li Gel Van Geşedanan Çawa Tev Bigerin” guftûgo kirin.

‘Çend daxwazên lez ên gelê Kurd hene’

Ewilî berdevkê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek axivî û got: “Çavê her çar parçeyên Kurdistanê û dijminan li ser xweseriya Rojava ye. Beriya salekê hevdîtina dewletê û Ocalan destpê kir û Ocalan jî PKKê jî gavên xwe avêtin. Çend daxwazên gelê Kurd ên lez hene û divê dewlet jî van daxwazan bi cih bîne. Bila hebûna miletê Kurd qebûl bikin û Kurd jî weke her miletekî cîhanê heye û neteweyek e.”

‘Birêz Ocalan ji bo yekitiya Kurdan gelek xebat meşandin’

Hevserokê Giştî yê HDPê Cahît Kirkazak jî wiha got: “Desthilatan Kurd parçe parçe kirin û taybetî ev yek bi hêzên olî kirin. Lê Kurd niha li dijî vê parçebûnê bi pêşengtiya jinan têdikoşe. Niha Kurdistan yek parçe ye. Kurdan tiştên girîng pêk anîn û niha tiştên gelek biçûk mane. Wê ev mesele jî bên çareserkirin. Her bihosta axa Kurdistanê warê her Kurdekê ye. Birêz Ocalan ji bo yekitiya Kurdan gelek xebat meşandin û niha jî pêşengtiya aştiyê dike. Hêza me Kurdan xîreta me ya girêdayî azadiyê ye.”

‘Ez bawerim ku ev pêvajo dê deriyê çareseriya pirsgirêka Kurdan veke’

Serokê DDKDê Halîm Îpek, ev tişt got: “Di dîrokê de heta îro tifaqa Kurd bûye pirsgirêk. Roja Mazlûm Ebdî çû Hewlêrê û bi Mesût Barzanî re hevdîtin kir, li Rojava konferansa yekitiyê hat lidarxistin. Ez bawerim ku ev pêvajo dê deriyê çareseriya pirsgirêka Kurdan veke.”

‘Dermanê Kurdan kongreya neteweyî ya Kurd e’

Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir jî wiha axivî: “Ev ax paytexta mirovahî, dîrok û çandiniyê bûne û gelê Kurd pêşengê mîrateya mirovahiyê ye. Îro, têkoşîn û xeyalên nirxên Kurd ên neqediyayî bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têne temamkirin. Ev têkoşîn 52 sal in ne bi rêya eşîrî, herêmî an malbatî, lê bi hişmendiya neteweyî, demokratîkbûn û xwişk û biratiyê berdewam dike. Têkoşîna azadiya Kurd, bi pêşengiya PKKê de daxwaza çareserkirina pirsgirêka Kurd kir. Wan her tim diyar kirine ku dawiya vî şerî danûstandin e. Ger tenê hêzên şerker ên Kurd bibin yek, ew ê bibin sêyemîn hêza herî mezin a Rojhilata Navîn. Parçebûn û nebûna yekîtiyê rê nade vê yekê. Birêz Ocalan dibêje ku dermanê Kurdan kongreya neteweyî ya Kurd e. Çi dibe bila bibe, ew kongre dê di dawiyê de pêk were. Her çend 100 sal in di navbera me de zehmetî hebin jî, em ê bigihîjin vê rastiyê û Kurd dê bibin yek. Bingehek ji bo yekîtîyê di navbera Kurdan de heye. Birêz Ocalan bernameyek pêşkêşî me dike, divê em nirxê wê bizanin û li gorî wê tevbigerin.”

‘Divê Kurd yekitiya xwe mayînde bike’

Endama MYKê ya PÎAyê Menîce Rumeysa Gulmez jî da zanîn ku rengîniya civaka Kurd hêza wan e, lê belê Kurd vê yekê li dijî hev bikartînin. Menîce Rumeysa Gulmez, bi lêv kir ku divê Kurd yekitiya xwe mayînde bikin û hêza xwe mezintir bikin.

‘Yekitiya Kurdan li ser ziman û cûdahiyên Kurdan e’

Endamê MYKê yê Partiya Azadiyê Cemal Satî jî ev tişt got: “Em behsa yekitiyê dikin, lê yekitî çawa pêk tê? Em nikarin li ser bawerî, îdeolojî hwd. yekitiyê ava bikin. Ji ber ku li Kurdistanê gelek bawerî, ol û beşên cuda hene. Yekitiya Kurdan li ser ziman û cûdahiyên Kurdan e.”

Piştî axaftinan konferans bi dawî bû.

Etîket: DBPDDKDDEM PartîHDPÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkKKPKonferansa YekîtiyêPÎA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026
MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

MYKa DEM Partiyê piştî qanûna çarçoveyî civiya

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne