• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Baroya Amedê: Şer û pevçûn dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

Amed / AW

20 HEZÎRAN 2026 - 14:19
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Baroya Amedê di daxuyaniya xwe ya der barê Roja Penaberan a Cîhanê de diyar kir ku divê mafên penaberan nebin meseleya bazarê û da zanîn ku şer, pevçûnên herêmî, rêveberiyên otorîter û qeyranên mirovahî yên, her ku diçin kûrtir dibin, hîn jî dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan.

Komîsyona Koçberî û Penaberiyê ya Baroya Amedê, der barê 20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê de li Baroya Amedê daxuyaniyek da. Daxuyaniya bi zaravayê kurmancî yê Kurdî Sekretera Komîsyona Koçberî û Penaberiyê ya Baroya Amedê Parêzer Berîvan Turan û ya bi zimanê Tirkî jî endama heman komîsyonê Parêzer Pelşîn Akbeyê xwend.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Ji bo kesên ku ji ber zordestî, şer, tundûtûjî, cudakirin û binpêkirinên giran ên mafên mirovan neçar dimînin ku welatên xwe bihêlin; mekanîzmayên parastina navneteweyî, ne tenê statuyek qanûnî ne, di heman demê de ew temînatên gerdûnî ne ku ji bo parastina rûmeta mirovî hatine danîn. Mafên penaberan bi mafên bingehîn ên mirovan ve girêdayî ne û ew qas girîng in ku nikarin bibin mijara hilbijartinên siyasî, qeyranên aborî an tengezariyên civakî.

Şer û pevçûnên herêmî dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan

Pergala parastina navneteweyî ya ku bi Peymana Cenevreyê ya sala 1951an û Protokola sala 1967an hatiye avakirin, armanca wê ew e ku mafê jiyanê, ewlekarî û gihîştina mafên bingehîn ji bo kesên ku di bin metirsiya zordariyê de ne, temîn bike. Lê îro şer, pevçûnên herêmî, rêveberiyên otorîter û qeyranên mirovahî yên, her ku diçin kûrtir dibin, hîn jî dibin sedema koçberkirina bi milyonan mirovan.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, hejmara kesên ku li seranserê cîhanê ji cih û warên xwe bi darê zorê hatine derxistin her sal zêde dibe. Ev rewş, dewletan mecbûr dike ku berpirsiyariyên xwe yên navneteweyî bicih bînin û mekanîzmayên hevkariyê xurt bikin.

Hejmara penaberên li Tirkiyeyê dijîn ji hejmarên fermî zêdetir e

Tirkiye bi salan e welatekî girîng ê koçberî û penaberiyê ye. Heya Pûşpera sala 2026an, hejmara penaberên ji Sûriyeyê ku di çarçoveya parastina demkî de ne nêzîkî 2 milyon û 270 hezar kesan e. Ji ber vê, zêdetirî 200 hezar kes di çarçoveya parastina navneteweyî de jiyana xwe didomînin. Her wiha, lêkolînên serbixwe û çavdêriyên qadan nîşan didin ku nifûsa koçber û penaberan ku li Tirkiyeyê dijîn ji hejmarên fermî zêdetir e û komeke mirovî ya firehtir dihewîne.

Bi dawîbûna rejîma berê li Sûriyeyê û damezrandina rêveberiya demkî ya nû, di destpêkê de ji bo bi milyonan kesên Sûrî hêviyek ji bo vegera ewle û bi dilxwazî çêbû. Lê di dema piştî damezrandina rêveberiya demkî de, bi taybetî li dijî civakên Elewî, Dûrzî û Kurdan êrîş, kiryarên neqanûnî, îddiayên îşkenceyê û binpêkirinên giran ên mafên mirovan qewimîn. Ev pêşketin nîşan didin ku aştiya herdem û ewlekarî li Sûriyeyê hîn nehatiye damezrandin û ev yek ji bo bi milyonan kesên Sûrî ku li Tirkiyeyê dijîn, xem û fikaran derbarê vegerê de zêde dike.

Li gorî prensîba “neşandina bi zor” ku yek ji bingehên mafê navneteweyî ye, veger tenê bi daxwaza azad a kesan û di şertên ewle de pêk were, mimkûn e. Tevî vê yekê, di demên dawî de bi navê teşwîqkirina vegera bi dilxwazî, gelek kiryar hatine sepandin ku gihîştina mirovên Sûrî di bin parastina demkî de ne ji mafên bingehîn re dijwartir dikin. Hinek xizmetên tenduristiyê yên ku berê belaş bûn, niha hatine kirin bi pere û rakirina muafiyetên ewlehiya civakî jî gihîştina mafên tenduristiyê de pirsgirêkên giran derdixe holê.

Ji aliyekî din ve, berfirehkirina mecbûriyeta agahdarkirinê ya ku wekî cezakirina îdarî tê sepandin û belavkirina wê li ser hemû kesên di bin parastina demkî de ne, ji bo mafê gera azad sînorkirinên girîng çêdike. Di rewşa nebicihanîna vê mecbûrîyetê de, piştî sê caran binpêkirinê girtina nasnameyan û girêdana gihîştina statuyê ji nû ve bi pêvajoyên dirêj ên dadwerî re, hem sedema windabûna mafan dibe, hem jî barê zêde li ser sazîyên dadwerîyê datîne. Sepandina van rêziknameyên ku rasterast mafên bingehîn eleqedar dikin bi awayekî nezelalî, ji bo prensîba dewleta mafê de fikarên cidî derdixe holê.

Di warên wekî xanî, tenduristiyê, perwerdehiyê, kar û gihiştina dadê de pirsgirêkên girîng hîn jî didomin. Binpêkirinên mafan ku li Navendên Vegerandinê û cihên mayîna demkî qewimîne, astengkirina gihiştina parêzeran, kiryarên ku mafê taybetmendîyê xera dikin û şertên jîyanê yên ku bi rûmeta mirovî re naguncin, ne li gorî standardên neteweyî û navneteweyî yên mafên mirovan in.

Ji aliyê din ve, li herêma me pêşveçûnên ku dikarin bibin sedema tevgerên nû yên koçberiya bi zor diqewimin. Ji ber şer û pevçûnên li Îranê didomin, li şûna qebûlkirina daxwazên parastina navneteweyî yên kesên ku li ewlekarî digerin, redkirina van daxwazan ne li gorî berpirsiyariyên ku ji peymanên navneteweyî yên Tirkiye beşdarê wan e derdikevin. Parastina kesên ku ji şer û pevçûnan direvin ne hilbijartinek e ku li ser daxwaza dewletan be, lê berpirsiyariyek qanûnî ye.

Bangawazî

Bi wesileya 20ê Pûşperê, Roja Penaberan a Cîhanê, em careke din tînin bîra giştî ku mafên penaberan nikarin bibin mijara bazarê. Temînkirina şertên jiyanê yên ku bi rûmeta mirovî re lihev tên, ewlekirina maf û azadiyên bingehîn û rêzgirtina bê şert û merc ji prensîba neşandina bi zor, berpirsiyariya dewletan e li hemberî mafê neteweyî û navneteweyî.

Wekî Komîsyona Koçberî û Penaberîyê ya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, em bi rêzdarî ragihînin ku em ê li dijî gotinên cudaxwaz, siyaseta gefa, kiryarên vegerandina bi zor û her cure bikaranînên îdarî yên ku mafên bingehîn sînordar dikin, parastina serweriya hiquqê bidomînin; mafên penaberan bişopînin û li dijî binpêkirinan rawestin.”

Etîket: 20ê HezîranêBaroya AmedêKomîsyona PenaberanRoja Penaberan a Cîhanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Baroya Amedê: Ji bo zarokan berpirsyariyê bigirin

Baroya Amedê: Ji bo zarokan berpirsyariyê bigirin

20 MIJDAR 2026
Di salvegera 4 Mijdarê de bang kirin: Biryarên DMMEyê pêk bînin

Di salvegera 4 Mijdarê de bang kirin: Biryarên DMMEyê pêk bînin

4 MIJDAR 2026
Baroya Amedê: Erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e

Baroya Amedê: Erka hiqûqê ne bêdengkirina zimanan e

4 MIJDAR 2026
Heyeta Îmraliyê serdana Baroya Amedê kir

Heyeta Îmraliyê serdana Baroya Amedê kir

26 COTMEH 2026
Baroya Amedê bi merasîmeke girseyî avahiya xwe ya nû vekir

Baroya Amedê bi merasîmeke girseyî avahiya xwe ya nû vekir

5 COTMEH 2026
Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

Li Amedê Nobeda ‘Jin, Edalet û Bîrê’ dest pê dike

2 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne