Baroya Amedê avahiya xwe “Avahiya Xizmetê ya Parêzer Tahîr Elçî” bi merasîmeke girseyî ve vekir. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç di merasîmê de axivî û wiha got: “Ev deriyê ku me îro vekir, ne tenê meseleyeke vekirina deriyekî ye. Ev derî wê bibe deriyekî ku ber bi edaletê ve vedibe.”
Baroya Amedê avahiya xwe ya xizmetê ya nû ku weke “Avahiya Xizmetê ya Parêzer Tahîr Elçî” bi nav kir, xist xizmetê. Avahî li ser Cadeya Tekelê ya navçeya Peyasê ya Amedê ye bi merasîmekê hate vekirin. Parlamenterê Partiya Yeniyê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan, Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç, nûnerên saziyên sivîl û gelek parêzer tev li merasîma vekirina avahiyê bûn.

‘Ev derî wê bibe deriyê serweriya hiqûqê û edaletê’
Di destpêka merasîmê de Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç axivî û wiha got: “Ev deriyê ku me îro vekir, ne tenê meseleyeke vekirina deriyekî ye. Ev derî wê bibe deriyekî ku ber bi edaletê ve vedibe; ev derî wê bibe deriyekî ku ber bi serdestiya hiqûqê ve vedibe. Ez bawer dikim ku ev avahî wê di salên pêş de girîngiyê bide xebatên Baroya Amedê, kevneşopiya wê ya têkoşînê û pîşeya me.”
Serokê TBBê Erînç Sagkan jî anî ziman ku dema ku ew îro vê avahiyê vedikin, di heman demê de ew dizanin ku ji vê avahiyê wê ev parêzer bigihîjin ku li 81 bajarên Tirkiyeyê bi wêrek mafên mirovan biparêzin û wiha got: “Aramiya ku em di warê sazûmaniyê de hîs dikin jî tam jî jî vir tê.”
Piştre parêzerên ku 40 salan xebat li Baroya Amedê bi rê ve birine plaketên xwe wergirtin. Bername bi dayîna plaketan bi dawî bû.




















