• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Hêza birêz Ocalan a aştiyê û çareseriyê heye

Enqere / AW

14 ÇILE 2025 - 15:04
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di Komcivîna partiya xwe de got: “Em li pişt peyamên birêz Ocalan in. Wezîfe û berpirsyariyên gelekî mezin dikevin ser milê me hemûyan. Dem ew deme ku em dest bidin hev û aştiyê ava bikin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê bûyerên di rojevê de ne nirxand.

Bakirhan nerazîbûn nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Akdenîzê, endamên meclîsa şaredariya Akdenîzê û desteserkirina şaredariyê da.

Bakirhan desteserkirina şaredariyan weke ‘darbeya li demokrasiyê’ pênase kir û ev yek anîn ziman: “Herdu hevalê me deriyê odeya xwe ya meqamê jê kirin. Çi kirin, derî li gelan vekirin. Dema ku me serdana Mersînê kir, dema em çûn navçeya Akdenîzê me bi rastî jî ew tablo dît. Şênî dikarîbûn yekser biketibûna odeya hevşaredaran, xwe bianiya ziman, qala pirsgirêka xwe bikira. Derî nîne, sekreter nîne, pêwîstî bi wergirtina randevûyê nîne. Şaredariya Akdenîzê bi vî rengî paradîgmaya me bi cih dianî. Ev qeyûm ne tenê li dijî Kurdan e, li dijî îradeya rêveberiya hevpar a li wê derê ye.”

‘Rêya me rêya demokrasiyê ye’

Tuncer Bakirhan bal kişand ser pêvajoya heyî jî û got: “Rêya me rêya demokrasiyê ye. Kes nikare me bisekinîne.”

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku aştî û çareserî hem tişteî bi rûmet e hem jî tiştekî serbilindahî ye û got: “Em bang li her kesî dikin ku li hemberî aqlê dewletê li dora aqlê demokratîk bibin yek, têbikoşin û vê têkoşînê mezin bikin.”

‘Em li pişt peyamên birêz Ocalan in’

Tuncer Bakirhan destnîşan kir ku bi vê têgihiştinê ew careke din diyar dikin ku li pişt peyamên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan in û wiha got: “Ji bo avakirina aştiyê wezîfe û berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê me hemûyan. Dem ew deme ku li ser bingeha wekheviyê destê aştiyê bê dirêjkirin. Dest ji bo aştiyê divê bê vekirin. Divê em dest bidin hev û aştiyê ava bikin. Heta niha di vê mijarê de ji Birêz Bahçelî heta bi muxalefetê û derdorên civakî me bersiv dan gavên erênî yên bi nêta baş. Di vê mijarê de li nava civakê hevparebûneke mezin pêk hat. Li Tirkiyeyê yekemcar piraniya partiyên siyasî berjewendiyên xwe yên demî danîn aliyekî û piştgiriyeke mezin dan çareseriya demokratîk. Ev gelekî hêja ye. Birêz Abdullah Ocalan di du peyamên xwe de anî ziman ku hêza wî ya ji bo avakirina aştiyê heye. Êdî dor hatiye desthilatdariyê. Desthilatdarî divê tavilê ji bo demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd gavan biavêje. Divê biavêje. Birêz Erdogan çûbû Amedê. Li Amedê got, ‘Aramiya Amedê aramiya Tirkiyeyê ye’. Aramiya hevpar a Tirkiyeyê jî ya Amedê jî çareseriya demokratîk û aştî ye. Eger çareseriya demokratîk û aştî pêk were wê aramî bê Amedê jî bê Tirkiyeyê jî. Lewma em ji bo aştiyê û çareseriyê hewl bidin.”

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîKomcivînTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne