• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Em budçeya şer na budçeya aştiyê dixwazin

Stenbol / AW

12 KANÛN 2025 - 14:23
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi bîr xist ku li şûna budçe ji aştiyê re bê veqetandin ji şer re hatiye veqetandin û got: “Ji bo em heqê xwe bêtir bigirin û ji bo serkeftina têkoşîna ked û aştiyê em we hemûyan vedixwînin têkoşîna ked û aştiyê.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di pêvajoyeke ku li ser Pêşniyarqanûna Budçeya Rêveberiya Navendî ya Sala 2026an li Meclîsê hevdîtin tên kirin de, li dijî krîza aborî û xizaniyê ji bo bilindkirina dengê civakê û edaletê ji çar milan ve ber bi Enqereyê ve dimeşe. Meş, bi dirûşma “Budçeya ji bo ked û aştiyê” tên lidarxistin. Milê meşê yê Herêma Marmarayê, li semta Kizilpinar a navçeya Çerkezkoy a Tekîrdagê dest pê kir. Gelek kesên di saetên serê sibehê de hatin semtê, lihev civiyan. Meş, bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan hat destpêkirin. Di meşê de dirûşmên “Nan, aştî, azadî” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Meş, heta Komeleya Lêkolîn û Pêşxistina Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê berdewam kir û li vir daxuyanî hate dayîn.

Bakirhan piştî meşê axivî û got ku niha ji çar aliyên Tirkiyeyê bi dirûşma “Budçeya ji bo ked û aştiyê” ber bi Enqereyê ve dimeşin û ev yek anî ziman: “Di demekê li ser budçeyê tê axaftin de em ji bo parastina heq û hiqûqa kedkar, jin, ciwan, cotkar û esnafên biçûk dimeşin. Em ê li Enqereyê bi hev re dengê xwe bilind bikin. Di budçeya îktîdarê de dîsa ji bo kesên mûçeyê kêmtirîn digirin, ji bo teqawid, jin û kedkaran budçe tune ye.”

‘Em ê destilatê hişyar bikin’

Bakirhan da zanîn ku ew ê desthilata ku budçe amade kiriye rexne bikin û wiha got: “Ji lobiyên faîzê, sermaye û biçekbûnê re budçe heye lê ji bo xwendekaran, jinan, teqawid û welatiyên din nîne. Welatiyên mûçeyê kêmtirîn digirin nikarin heqê kirêya xwe bidin û zarokên xwe bişînin dibistanê. Nikarin têr bixwin û vexwin. Lêbelê Wezîrê Darayî û rêveberên welat di nava xweşhaliyê de dijîn. Ma hûn dikarin debara xwe bikin û heqê kirêya xwe bidin? Nexêr. Piştrast bin ku di rojeva vê desthilata 23 sal in dostê sermayeyê de hûn tune ne. Me jî li dijî vê ji çar aliyên Tirkiyeyê ve ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin da ku daxwazên kedkar, teqawid û jinan vebêjin. Di demeke hevdîtinên budçeyê tên kirin de em li pêşiya Meclîsê mafên kedkar, bindest û jina biqîrin.”

‘Bila meaşê kêmtirîn bibe 46 hezar lîre’

Bakirhan anî ziman ku weke DEM Partiyê ew dixwazin kêmtirîn mûçe bibe 46 hezar TL û got: “Bila salê du caran were zêdekirin. Me got bila piştgiriyê bidin malbatên nikarin debara xwe bikin. Me got bila danekî xwarinê bidin xwendekaran. Pere ji bo CEO’an, ji bo faîz, top û tifingan, operasyonan heye lê ji bo danekî xwarina xwendekaran nîne. Em dibêjin bila budçeyê ji bo kedkaran, jinan bê xerckirin.”

‘Welatî çima întîhar dikin?’

Bakirhan destnîşan kir ku xaka wan berhemdar e lêbelê nikarin debara xwe bikin û axaftina xwe wiha domand: “Çima adilane nayê parvekirin? Divê îktîdar ji bo parvekirineke adilane berpirsyartiya xwe bicih bîne. Divê di sala 2026’an de kedkar, teqawid û hwd. dîsa terkî birçîtiyê neyên kirin. Heke aştiyeke civakî bibe, divê ji ewil di aborî, edalet û aştiyê de bibe. Bawer bikin edaleta aborî aştiya herî mezin e. Welatî întîhar dikin. Li cîhanê rêjeya întîharê ya herî zêde li Tirkiyeyê ye. Li bajarên xizan ên Kurdan çêdibin. Ev kes belasebeb întîhar nakin. Nikare fatûreya xwe bide lewma întîhar dike. Di budçeyê de para herî mezin bo sermayeyê tê veqetandin. Lê ji bo kesên mûçeyê kêmtirîn digirin budçe tune ye. Dem hatiye ku em vê îktîdarê ji xewê hişyar bikin. Bi têkoşîneke xurt em xwedî li dengê kedkaran derkevin û rastiyê bînin bîra desthilatê.”

‘Birêz Ocalan ji bo aştiyê deriyek vekir’

Bakirhan bal kişand ser pêvajoyê û wiha axivî: “Di hevdîtinên budçeyê yên Meclîsê de me tiştekî pir girîng got. Me got ku birêz Ocalan deriyek vekir û ji bo aştiya Tirkiyeyê berpirsyartiyeke mezin li xwe girt. PKK’ê xwe fesix kir, çek tên danîn. Dê Tirkiye aştiya xwe ya navxweyî pêk bîne. Me got ku milyar dolarên hûn didin sermayeya çekan û lobiyên faîzê bidin kedkaran. Me wisa got lê wan lêçûnên parastina neteweyî û çekan ji sedî 34 zêde kirin. Di demekî behsa aştiyê tê kirin tu çima ji bo biçekbûnê ji sedî 34 budçeyê vediqetînî? Li cihekî şer û pevçûn nebin dê budçeyê ji bo ku derê veqetînî? Ji bo kedkaran, bidestan. Lê ew berevajî vê dikin. Anku we tune dihesibînin.”

‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Bakirhan bal kişand ser têkoşîna yekbûyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke me kedkar, bindest, teqawid, xwendekar, jin û hwd. bikariya têkoşîneke xurt a yekbûyî bimeşandan, ma dê îktîdarê bikariya li dijî daxwazên me bêdeng mabûya? Na. Wê demê em ê çi bikin? Divê em li dora partiya me bicivin û ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, aboriyeke adilane û ji bo kesek pirsgirêka debarê ne jî em ê bêhtir têbikoşin. Em soz didin ku dê hem li kolanan, hem li febrîqeyan hem jî li Meclîsê têbikoşin. Ji bo ked û aştiyê em we tevekan vedixwînin piştevanî û têkoşînê. Heta ku bi milyonan teqawid, ên mûçeyê kêmtirîn werdigirin bêdeng bin dê rewş her wiha be. Em soz didin we ku dê heta dawiyê bi we re bin. Em ê heqê we biparêzin, hiqûqa we biparêzin û Tirkiyeyeke demokratîk ku her kes birûmet tê de dijî biparêzin. Ji sedî 70-80’ê Tirkiyeyê xizan e. Nîviya wê di bin sînorê xizaniyê de dijî. Yên pir em in, yên hildiberînin em in û yên mafên xwe nagirin jî em in. Ji bo heqê wergirin, ji bo serxistina têkoşîna ked û aştiyê em we tevan vedixwînin têkoşînê.”

Piştî axaftinê, girseyê govend gerand. Bi dawîbûna bernameyê re Bakirhan û şandeya pê re berê xwe dan Stenbolê û dê ji wir jî biçin Enqereyê.

Etîket: DEM PartîTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne