• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Divê êdî birêz Ocalan bi awayekî azad bikaribe bixebite

Amed / AW

30 NÎSAN 2025 - 19:39
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ku di civîna DÎSAyê de diyar kir ku divê derfetên ku Abdullah Ocalan bikaribe bi awayekî azad bixebite bên afirandin û got ku divê desthilat rêzê ji Konferansa Kurd a li Rojava re bigire.

Komeleya Enstîtuya Lêkolînên Civakî û Siyasî ya Amedê (DÎSA) bi piştevaniya Nûnertiya Tirkiyeyê ya Komeleya Friedrich-Ebert-Stiftung li Otela Mîtanî ya Amedê bi sernavê “Pêvajoya Çareseriyê: Aktor û Dînamîk” civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, nûnerên û rêveberên rêxistinên sivîl ên civakî, hevşaredarên DEM Partiyê, akademîsyen û gelek kesên hatibûn vexwendin tev li civînê bûn.

Di civînê de ewilî Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Vahap Coşkûn axivî. Vahap Coşkûn bal kişand ser pêvajoya heyî û destnîşan kir ku pêvajo heta merhaleyekê hatiye. Vahap Coşkûn diyar kir ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û xwest ku ev civîn ji hin pirsên di sere mirovan re bibe bersiv.

‘Cihê çareserkirina vê pirsgirêkê mala me bi xwe ye’

Dû re Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî û destnîşan kir ku di Cotmeha 2024an de pêvajoyeke girîng dest pê kir û wiha got: “Divê ev çareserî bi Enqereyê re were bahev. Divê Amed û Enqere li hev bikin. Di hevdîtina me ya Îmraliyê de tişteke girîng hebû. Birêz Abdullah Ocalan digot ‘çavdêriyên vê pêvajoyê kî ne?’ Çavdêrî gelên Tirkiyeyê ne, 85 milyon mirov in. Tirkiye divê êdî ji daxwazên kurdan netirse. Em çawa bi Tirkiyeyê re çareseriyekê dixwazin. Qamişlo jî bi Şamê re çareseriyekê dixwaze. Kurd ji bo Tirkiyeyê ne gefek in, derfetê aştiyê ne. Em girîngiyê didin Tirkiyeyê. Cihê çareserkirina vê pirsgirêkê mala me bi xwe ye. Tirkiye mala me hemûyan e. Divê em li mala xwe vê pirsgirêkê çareser bikin.”

‘Divê her kes berpirsyartiya xwe bi cih bîne’

Tuncer Bakirhan diyar kir ku ji aliyê kurdan ve ji bo vê pêvajoyê pirsgirêk nîne, ew li cem “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” in û axafttina xwe wiha domand: “Em di bingeheke ku li dijî gelan bin de cih nagirin. Ji ber ku hevkariyeke me ya qedîm heye. Bi hezaran salan e em bi gelên Tirkiyeyê re di nava hevkariyekê de ne. Divê êdî Tirkiye dest ji fikarên serdemî berde û ev tirs ji pirsgirêkbûnê derkeve. Ji bo ku ev pêvajo serbikeve divê em bi hev re têbikoşin. Me zarokên xwe, çavkaniyên xwe aboriya xwe winda kir. Tirkiyeye bi rizîbûnekê re rûbirû ma. Êdî divê ev pêvajo encam bigire. Em banga Cotmehê û 27ê Sibatê girîng dibînin. Ji bo ku ev pêvajo encam bibe divê her kes berpirsyartiya xwe bi cih bîne. Di hevdîtinên me yên bi birêz Abdullah Ocalan re jî bi hêvî ne. Cara ewil e ku pêvajoyek ev qas piştgiriyê ji civaka Tirkiyeyê digire.”

‘Komara Tirkiyeyê neçare bibe dewleta her kesên ku li ser vê axê dijîn’

Tuncer Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: “Dîsa tişteke gelek girîng heye. Bawer bikin li vir bi cesareta birêz Abdullah Ocalan pêvajoyekê dest pê kir. Tu partî ewilî nabêje ka em ewilî çekan deynin. Hevalno heke ev pêvajo dirêj bibe valahî çêdibe. Heke valahî çêdibin gelê Amedê dizane ku kî vê valahiyê dadigire. Divê ev pêvajo zêde dirêj nebe. Ez dema peya bûm min dengê balafirên şer bihîst, ev nexweş e. Hêvî dikim ku em şûna wan dengê aştiyê bibîhizin. Komara Tirkiyeyê neçare ku bibe dewleta herkesên ku li ser vê axê dijîn. Dema Tirkiyeyê Amed weke dewlemendiyekê qebûl kir wê deme dê demokratîk bibe. Gelê kurd dewlemendiya vî welatî ye. Em bi siyaseta demokratîk bawer in. Birêz Abdullah Ocalan jî got ‘min bangek kir ev destpêkek bû. Heke hûn vê pêvajoyê baş bi rêve bibin berpirsyariya herî mezin ya we ye.’ Hêvî dikim ku ji vir pêşniyarên ku rê li ber me vedike bên kirin. Spasiyên xwe pêşkeşî DÎSAyê dikim.”

Piştre xebatkarên çapemeniyê têkildarî pêvajoya heyî û Konferansa Yekrêziya Kurd a li Rojava pêk hat ji Tuncer Bakirhan pirsîn

‘Divê ji daxwazên gelê Kurd re rêz bê girtin’

Tuncer Bakirhan pirs wiha bersivandin: “Divê derfetên ku birêz Ocalan bikare bi awayekî azad bixebite û bi civakê re were gelhev bên afirandin. Rêveberên PKKê gotin ku em bi birêz Abdullah Ocalan re ne. Em jî ji vê yekê re rêzê digirin. Di konferansê de tişta herî baş ew e ku gelek sazî, dezgeh û partiyên Kurdan hatin cem hev. Divê ji daxwazên gelê Kurd re rêz bê girtin.”

Paşê civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.

Etîket: Abdullah OcalanDEM PartîDÎSAKonferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê KurdistanêTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne