• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan bang li Serokkomar Erdogan kir: Aştî li benda lêdana mohrê ye

Enqere/ Aw

23 NÎSAN 2026 - 15:39
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li Meclisê axivî û destnîşan kir ku divê di sedsala 2yemîn de Komara Demokratîk bê avakirin. Bakirhan bang li Serokkomar kir û got: “Birêz Serokkomar, aştî niha li benda lêdana mohrê ye. Gel amade ye, niha dema avakirina aştiyê ye.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, bi boneya 23yê Nîsanê salvegera damezrandina Meclisê li Lijneya Giştî axivî. Bakirhan, di serî de ji bo kesên ku di êrişên li ser dibistanên navçeya Sêwereg û Mereşê de jiyana xwe ji dest dane sersaxî û ji birîndaran re jî şîfa xwest. Bakirhan diyar kir ku di sedsala 20an de komar şoreşek bû û wiha axivî: “Wekî gelên li vî welatî em bi hev re bi ser ketin. Lê ew ruhê serkeftinê piştî damezrandina komarê hat piştguhkirin û gel tune hatin hesibandin. Lê komareke demokratîk bi beşdariya hemû gelan pêkan bû. Ew firsend nehat bikaranîn. Em jî li vir dibêjin; em dixwazin komar hemû gel û neteweyan bicivîne. Di salên 1920an de dema li cîhanê tevlîhevî hebû, li vê Meclisê beşdariya gelan û aqilê hevpar hebû. Dengên cuda di bin vî banî de axivîn. Niha jî em di serdemeke wisa de ne. Rojhilata Navîn ji nû ve tê dîzaynkirin û dinya careke din tê avakirin. Em careke din piştgiriyê didin xurtbûna jiyana bi hev re, ku tu kes tune neyê hesibandin. Wê rojê hebûn bi çekê dihat parastin, îro em dikarin hebûna xwe bi demokrasî, hiqûq û muzakereyan biparêzin.”

Pêvajo: Partiyên siyasî yekem car e hevpar tevdigerin

Di berdewamiya axaftina xwe de Bakirhan bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û axaftina xwe wiha domand: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku zêdetirî salekê ye berdewam dike, cara yekem e partiyên siyasî bi berpirsyariyeke hevpar tevdigerin û meclis jî berpirsyariyê hildigire ser milên xwe. Ev geşedanên biwate ne û di sedsala 2’yemîn de ji nû ve avakirin di destê meclisê de ye. Bi demokratîkbûnê ve temambûna komarê dikare pêdiviya hemû gelan bi cih bîne. Yên komar damezrandin dewletek ava kirin. Ya ku dikeve ser milê me jî ew e ku em vê dewletê bi awayekî ku hemû kes tê de wekhev û azad bijîn, ava bikin. Di sedsala 2’yemîn de pêdivî bi aqilekî demokratîk heye. Bingeha wê jî Komara Demokratîk e. Komara Demokratîk ne dewletê derdixe derve û ne jî demokrasiyê. Dewlet û demokrasiyê bi hev re diparêze. Tirkiye ji ber erdnîgariya xwe hem li hemberî derfetan û hem jî xetereyan e. Ji bo wê jî parastina wê bi Komara Demokratîk pêkan e. Rojhilata Navîn bûye qada agir. Di rewşeke wisa de aştiya hundirîn ne tercîhek, mecbûriyetek e. Niha em dikarin jiyana bi hev re ya Kurd û Tirkan li ser wekhevî û demokrasiyê pêk bînin.”

‘Dîrok yên aştiyê ava dikin dinivîse’

Bakirhan anî ziman ku divê ji bo avakirina aştiyê hemû kes berpirsyariyê bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çekberdana PKK’ê geşedana herî girîng bû. Berdana çekan nîşaneya vîna ji bo demokrasiyê bû. Helbet gavên ku divê rêxistin biavêje hene. Lê tu aştî bêyî vîneke hevpar pêk nayê. Tu aştiyeke mezin di rojekê de pêk nehat. Di vê serdemê de pêdiviya me ne bi gumanan, bi baweriyê; ne bi xitimînê, bi vekirina rê heye. Me ev welat bi hev re rizgar kir û bi hev re parast. Lê di 4’ê Adarê de bi Qanûna Teqrîrî Sukûn yekitî û biratiya me hat birîndarkirin. Niha divê em dîsa yekitiya xwe pêk bînin. Divê em ruhê yekitiyê yê Milazgirê û parastina welat a Çanakkaleyê nûjen bikin. Tevlîbûna Kurdan a li hiqûqê wekî welatiyên wekhev, dê bibe qonaxa duyemîn a demokratîkbûna komarê. Divê komar mafên hemû netewe û baweriyan biparêze. Niha dem dema bi hev re avakirina aştî û demokrasiyê ye. Divê hemû kes berpirsyariyê bigirin. Yên berpirsyariyê negirin sibe nikarin li rûyê zarokên xwe binêrin. Dîrok ne yên şer dertêxin, lê yên aştiyê ava dikin dinivîse.”

Bang li Serokkomar kir: Aştî li benda mohra we ye

Di dawiya axaftina xwe de Bakirhan bang li Serokkomarê Tirkiyeyê R. Tayyîp Erdogan kir û axaftina xwe wiha qedand: “Em bang li Serokkomar dikin; Birêz Serokkomar em qîmetê didin rola we ya ku we di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de lîstiye. Birêz Bahçelî bi wêrekiyeke mezin pêşiya pêvajoyê vekir. Birêz Ocalan bi banga Aştî û Civaka Demokratîk deriyê çareseriyê heta dawiyê vekir. Birêz Ozel, Babacan, Davutoglu û Erbakan jî piştgiriya pêvajoyê kirin. Birêz Serokkomar, aştî niha li benda lêdana mohrê ye. Wekî desthilat, berpirsyarî ya we ye. Mohr di destê we de ye. Gel amade ye. Niha dema avakirina aştiyê ye. Bila ev meclis bibe meclisa aştiyê û bila 23’yê Nîsanê bibe cejna ji nû ve avakirinê.”

Etîket: 23yê NîsanêErdoganPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkTuncer Bakirhan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
DEM Partî: Îradeyê Rojavayî seba ma esas o

Hevserokên DEM Partiyê karkerên Elewî yên li Humusê bi bîr anîn

1 COTMEH 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê rastî eleqeyek zêde tê

27 ÎLON 2026
Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

Tuncer Bakirhan: Piştî 100 salan Ocalan Kurd anîne ser maseyê

27 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne