• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtin neke xebat pêşve naçin

Enqere / AW

13 MIJDAR 2025 - 12:57
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

 

 

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê anî ziman ku ew bi rojen e li bende ne ku biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêk were û Selahattîn Demirtaş demildest bê berdan. Ayşegul Doganê tekildarî xebatên komîsyonê jî destnîşan kir ku heta bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêkneyê xebatên komîsyonê pêşve naçin.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Doganê tekildarî geşedanên di rojevê de li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Doganê di serî de balkişand ser balafira lêşkerî ya kargoyê ku li Gurcîstanê ket û ji malbatan re sersaxî xwest û xwest sedemên buyerê bên lêkolînkirin û tespîtkirin. Aysegul Doganê destnîşan kir ku ew bi rojan e li benda berdana girtiyên doza kompasê ya Kobanê ne û ev tişt gotin: “Hemû kes meraq dike ku birêz Selahattin Demirtaş dê kengî bê berdan. Desthilat hê jî bêhiquqiya 9 salên dawî didomîne. Ew doz dozeke siyasî û tolhildanê ye. Divê desthilat êdî dev ji vê berde. Pevajoya aştiyê bi hestên tolhildanê nabe. Divê demildest biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê pêkbînin. Ew biryar di serî de Selahattîn Demirtaş û hemû girtiyên doza Kobanê û siyasî alaqadar dike. Desthilat bi israr biryarê pêknayne. Divê demildest biryara berdana Selahattîn Demirtaş pêk were û doza kompasê ya Kobanê bi dawî bibe. Pêkneanîna biryara Dadgeha Mafê Mirovan tê wateya ku ew vê biryarê nasnakin û di bêhiquqiyê de israr dikin. Em careke din bang li desthilatê dikin ku biryarê pêkbînin û hemû girtiyên siyasî berdin.”

‘Em demokrasi û hiqûqê diğarêzin’

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Doganê balkişand ser biryarên Lîjneya Çavdêriyê ya Rêveberiya Girtîgehan û wiha axivî: “Bêhiqûqî ji aliyê din ve jî bi vê lîjneyê berdewam dike. Berdana girtiyên ku cezayê wan qedya ne taloq dike. Herî dawî ji bo Selçuk Mizrakli got ‘têkiliya wî ya rêxistinê berdewam dike’ û berdana wî taloq kir. Selçuk Mizrakli hevşeredarê berê yê Amedê bû. Ji bo mafê mirovan û aştiyê têdikoşiya. Girtina wî jî bêhiqûqî bû. Em di serdemeke ku divê bêhiqûqî bidawî bibin de ne. Berdana girtiyên siyasî wê baweriya ji pêvajoyê jî xurt bike. Her wiha doznameya ji bo şeredariya Stenbolê. Dîsa bi sed salan cezayê girtîgehê dixwazin ji bo Ekrem Îmamoglu. Rayagiştî ya navneteweyî jî vê doznameya Stenbolê dişopîne. Çapemeniya cihanê vê yekê weke zexteke desthilatê li ser muxalefetê şîrovê dike û bi awayekî hiqûqî pênase nake. Her wiha 16 baroyan jî daxuyanî da û ew îdîaname weke li dij hiqûqî pênase kirin. Ew îro ji bo CHPê dikin sibê dibe ku ji bo partiyên din jî bikin. Weke DEM Partî em demokrasî û hiqûqê diparêzin û li dijî kê bêhiqûqî pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Xebatên Komîsyonê

Ayşegul Doganê balkişand ser xebatên komisyona meclisê ku ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li meclisê avabûye û wiha pê dê çû: “Komîsyon çend hefte ne bi hincetên cuda cuda civîna xwe pêknayne. Komîsyon hefteya pêşiya me wê civîna xwe pêkbîne. Hêvî û bendewariya me ew e ku di vê civînê de komîsyon ji bo çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Birêz Abdullah Ocalan re biryar bide ku pêvajo pêşve biçe. Divê bingeha hiqûq û demokrasiyê pêk were.  Ji bo wê jî di serî de divê qanûnên ku pêwistî bi sererastkirinê nakin werin pêkanîn, qanûn ku pêwîstin werin sererastkirin jî bên sererastkirin. Lê heta komîsyon bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê neke nikare pêşve biçe. Muxatabê sereke Birêz Abdullah Ocalan e. Em hêvî dikin hemû partiyên siyasî ji bo çareserî, jiyaneke wekhev û demokratik yek helwest nişan bidin. Bendewarî ew e ku komîsyon şandeyekê avabike û ew şande biçe Girava Îmraliyê.”

Kampanyaya Nan û Aştiyê

Di berdewama axaftina xwe de Ayşegul Doganê têkildarî budçeya sala nû jî ev tişt anîn ziman: “Em ji budçeya şer re dibêjin na. Di meha mijdarê de jî ji bo budçeya aştî di çeroveya kampanyaya ‘Nan û Aştiyê’ de em ê li çend bajaran ber bi Enqereyê bi rê bikevin û ji bo budçeya aştiyê dengê xwe bilind bikin.”

Ayşegul Dogan li ser pirsa hilbijartinên Iraqê û nîqaşên Kerkûkê jî ev tişt gotin: “Em jî ji nêz ve dişopînin. Hêviya me ew e ku ew hilbijartin ji bo hemû gelên Iraqê demokrasî û aramiyê bi xwe re bîne.”

Etîket: Berdevka DEM Partiyê Ayşegul DogandaxuyanîDEM Parî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne

Ayşegul Dogan: Em di rojên pêş de li benda geşedanên nû ne

22 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026
‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

‘Şopen darbeyê bi rakirina Destûra Bingehîn a 82yan pêkan e’

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne