• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ayşegul Dogan: Deriyê Îmraliyê vekin bila şer bi dawî bibe

Enqere / AW

8 ÇILE 2026 - 12:33
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan têkildarî êrişên komê çete yên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê anî ziman ku komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê jî di nava artêşa Sûriyê de êrişî welatiyên sivîl dikin û got ku divê Tirkiye bi roleke erênî li Sûriyeyê rabe.

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan têkildarî mijarên di civîna MYKa de hatine girtin û geşedanên dawî, li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da. Ayşegul Dogan di serî de rojnameger Metîn Goktepe yê ku 30 sal berê hate kuştin û wefata mamosteyê Çapemeniya Azad rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol bi bîr anî.

Ayşegul Doğan anî ziman ku di civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya partiya wan de gelek mijar hatine nirxandin û got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, xebatên komîsyonê, çerçoveya qanûnan û êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê mijarên civînê bûn. Pêvajo weke ku em dixwazin bi rê ve naçe lê bi awayekî didome. Firseteke dîrokî li pêş me ye. Divê ev firset baş bê bikaranîn. Divê li gor ruhê vê pêvajoyê gav bên avêtin. Lê mixabin li gorî ruhê pêvajoyê gav nayên avêtin. Divê ev firseta aştî û demokratîkbûyînê bi gavên qanûnî bê mîsogerkirin. Divê girtiyên ji doza Kobanê bên berdan. Girtiyên nexweş û girtiyên siyasî bên berdan. Biryarên Dadgehên Mafê Mirovan a Ewropayê pêk werin. Lê şûna ku ev gav bên avêtin li Selahattîn Demirtaş bi hinceta ‘heqeret Serokkomar kiriye’ ceza tê birîn. Ev yek jî li dijî ruhê pêvajoyê û hiqûqê ye. Divê zimanekî erênî û diyalogê bê tercîhkirin.”

Xebatên Komîsyonê

Ayşegul Dogan bal kişand ser xebatên Komîsyona Meclîsê û wiha got: “Ya ku komîsyon bike êdî çerçoveya qanûnî ye, diyarkirina qanûnî ye. Divê komîsyon li gor ruhê hiqûqa xwişk-biratiyê û demokratîkbûyînê qanûnan pêşniyar bike. Ji bo wê jî xebatên komîsyonê pirr girîng û dîrokî ne. Ya ku em ji komîsyonê dixwazin jî ew e ku rapora hevpar li gor ruhê pêvajoyê amade bike. Geşedanên li derve û hundir jî nîşan dide ku divê ev pêvajo bigihîje encamekê.”

Geşedanên li Îranê û Venezuelayê

Ayşegul Dogan derbarê êrişa Amerîkayê ya li dijî Venezuela û geşedanên li Îranê de jî wiha axivî: “Bandora vê êrişê dê di pêşerojê de jî xwe bide der. Ew êriş li dijî hiqûqa navneteweyî ye. DEM Partî li dijî vê binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Ji bo hemû cîhanê xetereyan dê bi xwe re bîne. Em hem li dijî mudaxileyên li derve ne û hem jî li dijî rejîma otorîter a Venezuelayê ne jî. Lê çareseriya vê ne mudaxileya derveyî ye, ev li dijî biryara gelên li wir e. Li Îranê jî niha heman rewş heye. Gelên Îranê li dijî bêhiqûqiyê li kolanan e. Ji bo wê jî divê bi demokratîkbûyînê pirsgirêk bên çareserkirin. Li wir welatiyên ji gelên cuda bi awayekî dijî hiqûqî tên dervekirin. Em piştgirên gelên Îranê ne ku ji bo maf û azadiya xwe li kolanan e.”

Êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Ayşegul Dogan têkildarî êrişên li dijî taxên Kurdan Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî ev tişt anîn ziman: “Divê êrişên hikûmeta demkî ya Şamê li dijî Kurd, Elewî, Durzî û netew û baweriyên cuda demildest bên sekinandin. 2 roj in bi çekên giran taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tên bombebarankirin. Di êrişan de komên çekdar ên giredayî Tirkiyeyê jî cih digirin. Em li vir dibêjin; Divê Tirkiye bi rolekî erênî li Sûriyeyê rabe. Ji bo Sûriyeke demokratîk ku mafên hemû gelan bê naskirin, em têdikoşin. Çawa em ji bo Tirkiyeyê demokratîkbûyînê dixwazin li Sûriyê jî dixwazin. Bi mehan e ew her du tax di bin dorpêçê de ne û nikarin bigihîjin pêdiviyên xwe bingehîn. Peymana 10ê Adarê demokratîkbûyîna Sûriyeyê ye. Divê Peymana 10ê Adarê li gorî demokratîkbûyînê bikeve meriyetê. Ya ku dikeve ser milê me jî pêkanîna zemîna vê yekê ye. Divê hêzên garantor jî bi berpirsyar tevbigerin.”

‘Divê şert û mercên azad ji bo birêz Ocalan bên afirandin’

Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê şert û mercên xebata azad a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were û wiha got: “Birêz Ocalan gelek caran xwest bi gelek derdoran re danûstandinê bike. Bi Mesûd Barzanî, Bafil Talabanî û Mazlum Ebdî re hevdîtînê bike. Birêz Ocalan li ser geşedanên Rojhilata Navîn jî gelek pêşniyar kir û dike. Ji komîsyonê re jî kirin. Deriyên Îmraliyê vekin bila birêz Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hemû derdoran re danûstandinê bike.”

‘Tiştek neyînî di pêvajoyê de tune ye’

Ayşegul Dogan li ser pirsên rojnamegeran jî ev bersiv da: “Daxwaza heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê ku bi serokkomar re hevdîtinê bike heye lê hê seat û dem ne diyar e. Her wiha hevdîtina heyetê bi birêz Abdullah Ocalan re dê pêk were, lê hê jî dem ne diyar e. Lê divê ev weke tiştekî neyînî neyê nirxandin. Tiştek neyînî di pêvajoyê de tune ye. Birêz Ocalan ji bo çareseriya Sûriyê jî gelek pêşniyar kirin. Ji bo em nirxandinên birêz Ocalan û pêşniyarên wî yên çareseriyê hîn bibin divê rasterast pê re danûstandin bê kirin. Heta niha Tirkiye ji bo Helebê daxuyaniyek nedaye. Em dixwazin Tirkiye li wir bi roleke erênî rabe. Em jî piştgiriyê didin berxwedêrên ku dixwazin di taxên xwe de bi maf û azadiya xwe bijîn.”

 

 

Etîket: Abdullah OcalanBerdevka DEM Partiyê Ayşegul DoganDEM PartîHelebSûriye
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne