• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Arjantîn û Îngilistan îşev dilîzin: Îspanya li benda reqîbê xwe ye

Stenbol / AW

15 TÎRMEH 2026 - 13:20
Kategorî: SPOR
A A
Di maça nîvefînalê ya Kûpaya Cîhanê de Îngilistan û Arjantîn dê îşev werin hemberî hev. Messî dixwaze bidestxistina kûpayê re dest ji xebatên xwe yê tîma netewî berde. Îngilistan piştî salên dirêj li pey kûpayê ye ku bi dest bixe.

Kûpaya Cîhanê ya 2026an a ku bi mazûvaniya Kanada, Meksîka û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) tê lidarxistin ber bi dawiyê ve diçe. Fînalîsta yekemîn duh êvarê diyar bû, Îspanya di maça nîvefînalê de Fransayê bi skora 2-0 têk bir û derket fînalê. Îngilistan û Arjantînê jî dê îşev saet di 22:00an de li Stada Mercedes-Benz a Atlanta Amerîkayê werin hemberî hev û dê rikberê Îspanyayê diyar bibe.

Her dum tîm çawa hatin nîvefînalê

Arjantîn di Gruba Jyê de dest bi tûrnûvayê kir û bi Avusturya, Cezayir û Urdunê re hate hemberî hev. Arjantîn di 3 maçan de jî reqîbe xwe têk bir û derket Tûra 32emîn. Di Tûra 32emîn de jî bi Cape Verde re hate hemberî hev. Maç 1-1 bi dawî bû û 30 deqîqe dirêj bûbû. Arjantîn di dema dirêjbûyî de 2 golên din jî avêt û di maçê de bi ser ket. Arjantîn di maça Tûra 16emîn de bi Misirê re hate hemberî hev. Maç ji bo Arjantînê gelek zehmet dest pê kir. Arjantîn piştî 2 golên Misrê, 3 gol avêt û bi vî awayî derket çarîk fînalê. Di çarîk fînalê de Arjantîn Swîsreyê bi skora 3-1 têk bir û derbasî nîvefînalê bû. Lionel Messi bi 8 golan, golvanê herî zêde yê Kûpaya Cîhanê ye. Listîkvanên Arjantînê yên din 8 gol, Messi bi tena serê xwe 8 gol avêtiye.

Îngilistan di Gruba Lyê de di Kûpaya Cîhanê de cih girt û bi Hirvatistan, Gaba û Panama re hate hemberî hev û di grûbê de tu gol nexwar û bi 9 pûanan derket Tûra 32emîn. Îngilistan di Tûra 32emîn de Komara Demokratîk a Kongoyê bi skora 2-1 têk bir û derketibû Tûra 16emîn. Îngilistan di Tûra 16emîn de yek ji mazûvanê tûrnûvayê bi Meksikayê re hate hemberî hev. Tevî ku Îngilistan ji deqîqeya 54emîn ve bi 10 kesan lîst jî maçê bi skora 3-2 bi dawî kir û derbasî çarîk f3inalê bû. Îngilistan çarîk fînalê de jî Norveçê têk bir û û derbasî nîvefînalê bû. Di tîma Îngilistanê de Jude Bellingham û Harry Kane heta niha 6 gol avêtine û lîstikvanên herî xurt ên tîmê ne.

Her du tîm dê cara 6emîn werin hemberî hev

Îngilistan û Arjantîn di maçên Kûpayên Cîhanê de 5 caran hatine hemberî hev. Maça yekemîn di Kûpaya Cîhanê ya sala 1962yan de hatin hemberî hev û Îngilistan bi skora 3-1 serketibû. Di Kûpaya Cîhanê ya sala 1966an de cara duyemîn hatin hemberî hev Îngilistan 1-0 serket. Di maça Kûpaya Cîhanê ya sala 1986an de her du tîmên netewî li Meksikayê di maça 3yemîn de hatin hemberî hev, ev maç hê jî di dîroka fûtbolê de cihê girîng digire. Her du tîm di fînala çarîkê de hatin hemberî hev, di Arjantînê de Diego Maradona di serî de golek avêt û paşê jî li 6 listîkvanê Îngilistanê galimê kir û gola 2yemîn avêtibû. Di maça 4emîn de jî sala 1998an li Franseyê hatin hemberî hev û Arjantîn bi penaltiyê skor kiribû 4-3 û bi ser ketibû. Herî dawî her du tîmên netewî di Kûpaya Cîhanê ya sala 2002yan de hatin hemberî hev. Îngilistan bi skora 1-0 bi ser ketibû.

Îngilistan dixwaze tola xwe hilîne

Îngilistan tenê di sala 1966an de bû şampiyon û piştî salên dirêj dîsa dixwaze îsal bibe şampiyon. Arjantîn jî heta îro 3 caran di 1978, 1986 û 2022yan de bûye şampiyon û kûpaya cîhanê bi dest xistiye. Îngilistan dixwaze tola 1986an hilde û piştî salên dirêj bibe şampiyon. Arjantîn jî dixwaze bi pêşengtiya Lionel Messî bibe şampiyon. Messi 39 salî ye û tê gotin heke vê şampiyontiyê bi dest bixe dê dest ji tîma neteweyî berde.

Etîket: Arjantîn û ÎngilistanÎspanyakupaya cîhanêKûpaya Cîhanê ya 2026 FIFA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

Hejmara miriyên qezaya Trenê derket 69an

29 COTMEH 2026
Îspanya piştî 16 salan bû şampiyona cîhanê

Îspanya piştî 16 salan bû şampiyona cîhanê

20 TÎRMEH 2026
Îspanya di Kûpaya Cîhanê de derket fînalê

Îspanya di Kûpaya Cîhanê de derket fînalê

15 TÎRMEH 2026
Di Kûpaya Cîhanê de roja nîvefînalê ye: Fransa û Îspanya reqîbê hev in

Di Kûpaya Cîhanê de roja nîvefînalê ye: Fransa û Îspanya reqîbê hev in

14 TÎRMEH 2026
Arjantîn û Îngilistan dê di nîvefînalê de werin hemberî hev

Arjantîn û Îngilistan dê di nîvefînalê de werin hemberî hev

12 TÎRMEH 2026
Îspanya di nîvefînalê de bû reqîbê Fransayê

Îspanya di nîvefînalê de bû reqîbê Fransayê

11 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne