Di hefteya 5emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedspor û Başakşehîr Îstanbûl FK li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Amedsporê bi lîstikeke bi bandor û bi piştevaniya deh hezaran alîgirên xwe Başakşehîr 5 û 0 têk bir.
Di hefteya 5emîn a Lîga Super a Tirkiyeyê de Amedspor û Başakşehîr Îstanbûl FK li Stada Tahîr Elçî ya Amedê hatin hemberî hev. Bi deh hezaran alîgirên Amedsporê sê saet beriya maçê herikîn stadê û li bendê man ku deriyên stadê bên vekirin. Komên Alîgir ên Amedsporê beriya maçê bi minasebeta hefteya bîranîna cangoriyên Tevgera Azadiyê bang kiribû ku alîgir formayên reş li xwe bikin. Li ser vê yekê bi hezaran alîgiran formayên reş li xwe kirin.
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê yê Berê Selçûk Mizrakli ku piştî neh salan di 8ê Îlonê de ji Girtîgeha Edîrneyê hatibû berdan jî maç temaşe kir. Beriya maç dest pê bike alîgiran dirûşmên “Şampiyon Amed” , “ Vaye alîgir vaye şampiyon” , “Kesk sor şampiyon Amed” , “Kîne em, Kurd in em” berz kirin. Li stadê stranên Kurdî û Tirkî hatin lêxistin.
Amedsporê di destpêka maçê de du sê pozîsyonên golê bi dest xistin lê nekarî golê biavêje. Dema deqîqe bû 21 bi deh hezaran alîgirên Amedê lambeyên telefonên xwe vêxistin û dû re dirûşma “Amedspor gol gol” berz kirin.
Beriya ku beşa ewil a maçê bi dawî bibe di deqîqeya 46an de di pozîsyona Amedsporê de dema lîstikvanên Başakşehîrê xwest topê ji kaleya xwe dûr bixin top bi lîstikvanê Başakşehîrê Emîn Bayram ket û bû gol. Beşa ewil a maçê 1 û 0 bi dawî bû.
Gift Orban di du deqîqeyan de du gol avêtin
Amedsporê bi lez dest bi beşa duyemîn a maçê kir û pozîsyon li ser pozîsyonê bi dest xistin. Di encama van pozîsyonan de lîstikvanê Amedsporê Gift Emmanuel Orban di deqîqeyên 52yan de bi asîsta Fûrkan Soyalp û di deqîqeya 56an de jî bi asîsta Ermal Krasniqi du gol avêtin û skor bû 3 û 0.
Dû re Amedsporê lîstika xwe ya bi bandor domand. Amedspora ku gelek pozîsyon bi dest xistin nekarî van pozîsyonan bike gol. Pişt re di deqîqeya 63yan de Amadou Cisse ket şûna Mohamed Khalil.
Dû re dîsa bi asîsta Ermal Krasniqi Gift Emmanuel Orban di deqîqeya 75an de gola xwe ya sêyemîn avêt û skor kir 4 û 0.
Di deqîqeya 79emîn de jî Ermal Krasniqi û Gift Orban derketin şûna wan Mbaye Diagne û Alî Tûrap Bulbul ketin maçê.
Mbaye Diagne jî golek avêt
Pişt re di deqîqeya 84emîn de Mbaye Diagne bi asîsta Rayan Raveloson gol avêt û skor bû 5 û 0. Dû re di deqîqeya 85an de lîstikvanên Amedsporê Samuel Ballet û Fûrkan Soyalp derketin şûna wan Rayan Lûtîn û Cem Ustundag ketin maçê.
Amedspor 25 maç in têk naçe
Pişt re tu golên din nehatin avêtin û maç 5 û 0 bi serkeftina Amedsporê bi encam bû. Amed li gel vê serkeftinê 25 maç in li sehaya xwe têk naçe. Amedsporê bi vê serkeftinê pûanên xwe kirin 10 û di lîgê de derket rêza sêyemîn. Amedspor dê hefteya pêşiya me di 20ê Îlonê de li sehaya xwe dê bi Beşîktaşê re bilîze. Amedspora ku 25 maç in li sehaya xwe têk naçe dixwaze bi piştgiriya deh hezaran alîgirên xwe Beşîktaşê jî têk bibe û vê serkeftina xwe bidomîne.


















