Amedspor ku dê sibê li sehaya xwe bi tîma Başakşehîrê re maçê bilîze, li sehaya xwe 535 roj in têk naçe. Amedspor dixwaze li pêşberî bi deh hezaran alîgirên xwe Başakşehîrê têk bibe û vê serkeftina xwe bidomîne.
Di hefteya 5emîn a Lîga Superê de Amedspor û Başakşehîr dê sibê li Stada Tahîr Elçî ya li Amedê bên hemberî hev. Maç dê saet 20.00an de dest pê bike. Bilêdên maçê duh saet 09.00an li ser Passolîgê hatin firotin. 28 hezar û 32 bilêd di nav 10 deqîqeyan de hatin firotin. Gelek alîgirên ku xwestin maça Amedspor û Başakşehîrê li sehayê temaşe bikin jî bê bilêd man.
Amedspor amadekariyên xwe yên ji bo maça Başakşehîrê li Tesîsên xwe yên Şehmûs Ozer didomîne û wê amadekariya xwe bi antremanên sibê bi dawî bike. Amedspor û Başakşehîr heta niha di Kupaya Tirkiyeyê ya Ziraetê de sê caran hatine pêşberî hev. Di van maçan de Amedsporê Başakşehîr carekê 3 û 2 tê biriye û du maç jî 2 û 2 bi dawî bûne. Amedspor di Lîga Super de cara ewil tên pêşberî hev. Ji bo maçê hakem Cîhan Aydin ê ji herêma Bûrsayê hate tayînkirin. Cîhan Aydin beriya niha di 3 maçên Amedsporê de peywîr girt. Di van maçan de Amedspor 2 caran têk çû û carekê jî bi ser ket. Ji ber Cîhan Aydin hakemekî ji herêma Bûrsayê ya tayînkirina wî ya ji bo maça Amedspor û Başakşehîrê bû sedema bertekan.
Li aliyê din Amedspor li sehaya xwe 535 roj in têk naçe. Amedspor herî dawî di 16ê Adara 2025an de li sehaya xwe bi Erziromsporê re lîst û 2 û 1 têk çûbû. Amedspor ji wê rojê ve li sehaya xwe 24 maç in têk naçe. Amedsporê di 24 maçan de 19 caran bi ser ketiye û 5 caran jî bi hevrikên xwe re encamên wekehev bi dest xistiye. Amedsporê herî dawî hefteya borî li sehaya xwe Trabzonspor 2 û 1 têk biribû. Amedspor dixwaze li pêşberî deh hezaran alîgirên xwe hem Başakşehîrê têk bibe hem jî serkeftina li sehaya xwe bidomîne.
Amedspor a niha di Lîga Super de di rêza pêncemîn de ye di çar maçan de 7 pûan bi dest xistine.













