• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Amed carek din mazûvaniya mitîngeke dîrokî dike

Ugur Dînler / AW

24 KANÛN 2025 - 09:16
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokên DEM Partî û DBPê yên Amedê banga tevlibûna mitîngê li gel kirin û gotin: “ Werin em ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd beşdarî mîtînga 4ê Çile bibin û dengê xwe bilind bikin.”

Platforma Saziyên Demokratîk dê di 4ê Çileyê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mitînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixe. Mitîng, dê saet di 13.00ê de dest pê bike. Ji bo mitînga “Hêvî û Azadiyê” partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl dest bi xebatên amadekariyê kirine û ji bo mitîngê dixebitin.

Hevseroka Partiya Heremên Demokratîk (DBP) ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Gulşen Ozer derheqê xebatên mitîngê de axivîn.

‘Heya Serokê me azad nebe pêvajo baweriyê nade’

Gulşen Ozerê bal kişand ser gavneavêtina dewletê û got: “Pêvajo li ser banga birêz Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk pêş ket. Lê dewletê hîn gavên şênber neavêtine. Ji ber vê yekê dema ku em dibêjin em ê bingeha aştiyê ava bikin gel dibêje ‘Heya Serokê me azad nebe ev pêvajo baweriyê nade me.’ Em jî ji bo azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan di 4ê Çileyâ 2026an de mitinga Hêvî û Azadiyê li dar dixin. Em bang li gelê xwe dikin ku em bi hevre azadiya birêz Abdullah Ocalan û azadiya hemû gelan bixwazin.”

Em ê bi hev re aştiyê ava bikin’

Gulşen Ozerê da zanîn ku wan ji bo mitîngê li hemû navçeyan komîsyon avakirine û wiha domand : “Li tax û kolanan xebatên me didomin. Em dixwazin gel jî di nav xebatên me de cîh bigire. Em ê bi hev re bingeha aştiyê ava bikin. Şiyara me ‘Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gelan e’ ye. Bi vê şîarê em ê xebatên xwe bimeşînin.”

Bi vê nêzikatiyê pêvajo nagihêje tu encamê

Rûçem Vefa Elyakûtê jî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd 26 sal in di bin tecrîdê de ye, lê tevî vê tecrîda giran xebatên ji bo aştî û civaka demokratîk berdewam kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Em jî dizanin ku heta birêz Abdullah Ocalan azad nebe û tecrîd bidome, gelê Kurd jî azad nabe. Bi vê nêzikatiyê jî pêvajo nagihêje tu encamê. Em ê di 4ê Çileya 2026an de li qada Îstasyonê mitîngekê li dar bixin. Ev mitîng pir girîng e. Em ê dengê xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd û azadiya gelê Kurd bilind bikin. Bi taybetî divê jin û ciwan û hemu gelê me dengê xwe bilind bike.”

‘Werin em bi hev re pişt bidin Rêberê Gelê Kurd’

Rûçem Vefa Elyakûtê diyar kir ku sed sal in gelê Kurd di bin desthilatiyê de ye û wiha got: “Rêberê Gelê Kurd jî vê yekê dizane. Ji ber vê yekê têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Divê em piştgiriyê bidin Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan. Birêz Ocalan dibêje ‘Heya civak azad nebe ez jî azad nabim.’ Em jî dibêjin heya Rêberê Gelê Kurd azad nebe civak jî azad nabe. Li tax, kolan û navçeyan me komisyonên xwe avakiriye û roj bi roj em xebatên xwe dimeşînin. Bi taybetî banga me ji dayik, jin û ciwanên me ew ke ku bi girseyî beşdarî mîtîngê bibin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixwazin.”

Etîket: Abdullah OcalanDBPDEM PartîGulşen OzerMîtînga Hêvî û AzadiyêRuçem Vefa Elyakut
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne