Aligirên Amedsporê ji bo lîstika îro bi Başakşehîrê re bilîze herikîn qadê.
Di hefteya 5emîn a Lîga Superê de Amedspor û Başakşehîr ê li Amedê saet 20.00an werin pêşberî hev. Alîgirên Amedsporê ji danê nîvro pê ve herîkin Stadyûma Amedê û li bendê man ku deriyên têketina hundir werin vekirin.
Alîgirên ku saetên zûde hatin ber Stadyûma Amedê diyar kirin ku Amedspor ji bo wan nasname, ziman û her tişt e. Bi hezaran aligirên Amedsporê saet 17.00an ketin qadê û ji bo lîstikê cihê xwe girtin.













