• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kenanoglû: Ji îro pê ve divê destûrek demokratîk li Sûriyê were sazkirin

Omer Demîr / AW

31 ÇILE 2026 - 10:06
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Stenbol – Hevberdevkê HDKê Alî Kenaoglû têkildarî peymana di navbera HSD û Hikûmeta demkî ya Şamê de hate îmzekirin diyar kir ku ji bo talûkeya li Sûriyeyê bi dawî bibe divê destûrek demokratîk were derxistin û got: “Heta ku aştiyeke mayînde pêk were em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Divê bi vê peymanê êriş û dorpeçên li ser Rojava bi dawî bibe. Divê ku destkeftiyên gelê Kurd tune neyê hesibandin.”

Di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Hikûmeta demkî ya Şamê de peymaneke hat îmzakirin. Di peymanê de HSD hebûna xwe ya leşkerî diparêze û destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava dê bên parastin. Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû têkildarî peymanê ji Ajansa Welat re axivî.

‘Nexwestin li Rojhilata Navîn li dijî wan sîstemek were avakirin’

Alî Kenanoglû diyar kir ku hêzên Navneteweyî li Rojhilata Navîn û Sûriyê xwestin sistemekê ji bo ewlekariya ÎsraÎlê ava bikin lê bi sedema ve armancê tevahiya Rojhilata Navîn bû gola xwîne û got: “Agirê ku Xezezyê hatibû pêxistin belavî tevahiya welatên Rojhilata Navîn bû. Ev plana ji bo ewlekariya Îsralê bû lê bandorê li gelek welatên din kir. Deshilata Esed jî bû armanca vê planê. Îro jî armanc Îran e. Planên emperyalîstan heye lê heke welatek jî di nava xwe de demokrasiyê ava neke, hêzên emperyalîst jî vê ji bo berjewendiya xwe bikar tînin. Li Rojhilata Navîn nexwestin li dijî wan sîstemek were avakirin. Ji ber vê yekê bi destê HTŞê êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin.”

‘Li dijî hemû êriş û gefan bersiv hat dayîn’

Kenanoglû anî ziman ku Sûriyeyekê demokratîk û xweser ji bo tevahî gelên herêmê bûye mînak û wiha axivî: “Welatên yekperest ji bo sîstema Rojava ji holê rakin ketin nava tevgerê. Bi alikariya hêzên navneteweyî dewleta Tirkiyeyê di êrişên li ser Rojava de peywîr girt. Li dijî hemû êriş û gefan bersiv hat dayîn. Sîstema ku azadiya jinan û jiyana demokratîk diparast li dijî êrişan xwe parast. Êrişên li ser Rojava li Sûriye, Tirkiye û Ewropa bi berxwedaneke mezin re rû bi rû ma.”

‘Divê gelên li Sûriyeyê pêşeroja xwe diyar bikin’

Kenanoglû destnîşan kir ku ew wekî HDKê peymana di navbera HSDê û hikûmeta demkî de hatiye îmzekirin erênî dibînin û wiha domand: “Me di serî de jî got, divê gelên Sûriyeyê xwe bi xwe pêşeroja xwe diyar bikin. Daxwaza me ew e ku bi vê peymanê re êriş û dorpêçên li ser Rojava bi dawî bibe. Pêwîst e qetlîamên li dijî gelê Kurd, Elewî û Dûrziyan bi dawî bibe. Divê ku destkeftiyên gelê Kurd tune neyê hesibandin. Me dit ku destkeftî bi berxwedanê hatiye bidestxistin û parastina wê jî ne hêsan e.”

‘Divê destûrek demokratîk were amadekirin’

Kenanoglû di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew wekî HDKê dibêjin ji bo demokratîkbûyîna Sûriyeyê divê gav bên avêtin û got: “Ji bo qetlîam, zext û talûkeyên li Sûriyeyê bi dawî bibin, divê destûrek bingehîn a demokratîk were amadekirin. Hemû maf, çand, bawerî û netew bên parastin. Paşê jî bi hilbijartinê rêveberiya Sûriyeyê bê diyarkirin. Ji bo ev yek pêk were pêwîstî bi alikariya tevahiya gelên Sûriyeyê heye. Heta ku aştiyeke mayînde pêk were em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”

 

 

 

 

 

Etîket: HDK.Hevberdevkê HDKê Alî KenanoglûPeymana HSDê û Hikûmeta SûriyeyêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne