• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îsraîl ji Çemê Lîtanê derbas bû, Keleha Baufortê zeft kir

Navenda Nûçeyan / AW

31 GULAN 2026 - 11:36
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Artêşa Îsraîlê operasyonên xwe yên li başûrê Libnanê berfireh kir û li Kela Beaufortê (Şiqêf) ya dîrokî ala xwe daliqand. Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya operasyonên li başûrê Libnanê de ji Çemê Lîtanî derbas bûne û li bakurê çemê operasyonê dimeşînin. 

Operasyonên dewleta Îsraîlê yên li ser xaka Libnanê berfirehtir dibin. Hatibû ragihandin ku di rojên dawî de li derdora Kela Beaufortê ya dîrokî ku li ser girekî serdest ê Çemê Lîtanî ye, şer û pevçûnên giran rû didin. Artêşa Îsraîlê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku li bilindahiyên Beaufortê û herêma Geliyê es-Slûkiyê bi rojan operasyoneke berfireh pêk aniye. Îsraîlê îdia kir ku armanca wan îmhakirina binesaziya Hizbullahê, bêbandorkirina şervanan û misogerkirina ewlehiya wargehên Celîle û Metûlayê yên li bakurê Îsraîlê ye.

Îsraîlê ala xwe li ser kelehê bi ba kir

Di dîmenên ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatine weşandin de, tê dîtin ku leşkerên Îsraîlê ketine keleha dîrokî û ala Îsraîlê li ser kelê daliqandine. Hate diyarkirin ku tûgayên bi navê Golanî û Gîvatî jî di nav de gelek yekîneyên leşkerî beşdarî vê operasyonê bûne. Her wiha artêşa Îsraîlê angaşt ku ew êrişên xwe yên li başûrê Libnanê bi armanca berfirehkirina xeta pêş a parastinê didomînin.

Nêzî 3 hezar û 400 sivîl hatin qetilkirin

Li hemberî van pêşveçûnan, Serokwezîrê Libnanê Newaf Selam bertekeke tund nîşanî êrişan da û Îsraîl bi meşandina siyaseta wêrankirinê ya li dijî Libnanê tawanbar kir.

Bîlançoya mirovî ya êrişên Îsraîlê yên li ser xaka Libnanê roj bi roj girantir dibe. Li gorî daxuyaniyên fermî yên rayedarên Libnanê, ji destpêka şer heta niha di encama êrişan de 3 hezar û 371 kes hatine qetilkirin û zêdetirî milyonek mirov jî neçar mane cih û warên xwe biterikînin û koçber bibin.

Agirbest tenê li ser kaxezê ye

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu jî beriya niha ragihandibû ku hêzên wan derbasî bakurê Çemê Lîtanî bûne û beşeke mezin a başûrê Libnanê wekî “herêma şer” îlan kiribû. Agirbesta ku di 17ê Nîsanê de di navbera aliyan de hatibû ragihandin, li qadê bi tu awayî pêk nayê û tenê li ser kaxezê maye.

Etîket: Başûrê LibnanêÇemê LîtanîÇemê ZehranîÎsraîlLibnan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir: 6 kesan jiyana xwe ji dest da

Îsraîlê êrişî Nexweşxaneya Nasirê kir: 6 kesan jiyana xwe ji dest da

12 MIJDAR 2026
Gadi Eisenkot dest bi avakirina hikûmeta nû ya Îsraîlê kir

Gadi Eisenkot dest bi avakirina hikûmeta nû ya Îsraîlê kir

9 MIJDAR 2026
Hilbijartinên Îsraîlê: Netanyahû li pêş e, lê ev têrî avakirina hikûmetê nake

Hilbijartinên Îsraîlê: Netanyahû li pêş e, lê ev têrî avakirina hikûmetê nake

29 COTMEH 2026
Komîsyona NYê ragihand ku Îsraîl ‘îmhaya komî’ pêk tîne

Komîsyona NYê ragihand ku Îsraîl ‘îmhaya komî’ pêk tîne

26 COTMEH 2026
DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

DYAyê di 20 mehan de bi buhayê 21.6 milyar dolarî çek firotin Îsraîlê

26 ÎLON 2026
Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

Îsraîl bandora xwe li ser başûrê Sûriyeyê zêde dike

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne