• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ajansa me xwe gihand cihê talankirina daristanên li Omyanisê

Nedîm Orûç / AW

14 TEBAX 2025 - 08:16
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sêrt – Bi destê Walîtiya Sêrtê û cerdevanên gundê Hosyanê bi hezaran darên li Herêma Bestayê tên birîn. Me xwe gihand cihê dar tên birîn û talana tê kirin tomar kir. Hate îdiakirin ku Waliyê Sêrtê jî şirîkê firotina êzingan e. 

Li gundê Omyanisê ya bi ser navçeya Berwariyê ya Sêrtê ve bi destê walî, Gerînendeyê Daristanan ê Sêrtê û cerdevanên gundê Hosyanê bi hezaran dar li gel nerazîbûnên gundiyan jî hatine birîn. Weke Ajansa Welat beriya niha em ketibûn Herêma Besta ya di nava sînorên Şirnexê de û niha jî weke ajans em ketin Herêma Besta ya di nava sînorên Sêrtê de ye û me birîna daristanan tomar kir.

Daxuyaniyên Walîtiya Şirnexê ne rast in!

Herêma Besta dikeve nava tixûbên Şirnex û Sêrtê û ji 2018an heya îro li vê herêmê birîna daran didome. Her çiqas Walîtiya Şirnexê daxuyanî bide û ji hin saziyên civaka sîvil ên nêzî xwe re bibêje me talana daristanan rawestandiye jî ev yek ne rast e. Ji ber ku heya duh jî birîna daran li Herêma Besta ya dikeve nava sînorên Şirnexê de bi tonan êzing li TIR û kamyonan tên barkirin û dibin difiroşin. Her wiha li gelek deveran lodên êzangan jî balê dikişînin ser xwe.

Îhaleyê dane cerdevanan

Piştî îhaleya Gerînendeya Çandinî û Daristanan a Sêrtê ku ji bo birîna daristanên gundê Omyanisê pêk anî û ev îhale ji aliyê cerdevanan ve hatiye girtin. Bi dehan makîneyên darbirînê û bi gelek traktor û karkeran berê xwe dane herêmê û bênavber daran dibirin. Şêniyên gund ku ji ber ewlehiyê nexwestin navê xwe bidin diyar kirin ku wan ji bo rawestandina birîna daran telefon ji Gerînedehiya Çandinî û Daristanan a Sêrtê û li cendermeyan geriyane lê piştî vê yekê cerdevan li şêniyên gund geriyan e û gef li wan xwarine.

Daristan di çavdêriya leşkeran de tên talankirin

Dema em ketine Herêma Tenîre, Xwara Serdikê, Xwara Seîd, Gera Wirwiro yên gundê Omyanisê ku dar lê tên birîn û daristan tên talankirin, gelek traktorên bêxwedî li kêlake darên hatine birîn rawestiyan e. Her wiha bi dehan ton darên hatine birîn li binê Qaleqola Berê Adga li ser hev hatine komkirin. Tê îdiakirin ku Waliyê Sêrtê û Gerînendeyê Çandinî û Daristanan yê Sêrtê jî şirîkên sercerdevan Medenî Bîlen û Mehmet Bîlen in ku van daran dibirin û difiroşin.

‘Talan bi destê Walîtiya Sêrtê pêk tê’

Hevserokê Meclîsa Bajêr ê Şirnexê Galîb Kulter ku ji gundê Omyanisê ye got ku daristan bi biryara Walîtiya Sêrtê tên birîn û wiha axivî: “Bi awayek zordarî daristanên me dibirin. Bi Destê waliyê Sêrtê, cerdevanan û kesên rantê ev yek tê kirin. Ji ber vê talanê êdî em nikarin di gund de sewalên xwe xwedî bikin. Xwezaya me hemû mehû kirin. Em vê yeke ji van kesan re qebûl nakin.”

Etîket: BerwarîBestabirîna daristanancerdevanGundê Omyanisêsêrttalankirina daranWalîtiya Sêrtê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Dilşad Herekol hate kirin

28 TEBAX 2026
Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz hat girtin

Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz hat girtin

19 TEBAX 2026
Li Silopyayê cerdevanê destdirêjî kir hat binçavkirin

Li Silopyayê cerdevanê destdirêjî kir hat binçavkirin

19 TEBAX 2026
Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

Nobeta li dijî fihûş û tiryakê ya Sêrtê bi meş û daxuyaniyê bi dawî bû

30 TÎRMEH 2026
BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

BOTAN-DERê nobeta li dijî hişbirê dewr girt

30 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne