• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

TJA: Armanca me temamkirina aştî û civaka demokratîk e

Amed/ AW

23 SIBAT 2026 - 14:10
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – TJAyê di çarçoveya 8ê Adarê de li navçeya Xana Axparê ya Amedê meşek li dar xist û daxuyanî da. TJAyê di daxuyaniyê de diyar kir ku di 8ê Adaran de armanca wan ne tenê lidarxistina çalakiyan e û destnîşan kir ku armanca wan ew e ku van çalakiyan veguherînin destkeftiyên mayînde. TJA da zanîn ku ew dixwazin pêvajoya aştî û civaka demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îşaret pê kiriye, temam bikin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Xana Axparê ya Amedê meşek li dar xist. Meşa ku bi dirûşmeya “Em bi berxwedanê azad dibin, em civaka demokratîk dihûnin” pêk hat, ji avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Navçeyê dest pê kir li Parka Nûjiyanê bi dawî bû. Di meşê de jinan dirûşmên “Rojava rûmeta me ye”, “Jin jiyan azadî”, “Jin jiyan azadî azad bike, Rêbertî” û “Bijî berxwedana jinan” berz kirin. Pîştî meşê de daxuyanî hat dayîn. Metna bi zaravayê Kurmancî yê Kurdî aktîvîsta TJAyê Arzû Karamanê metna bi Tirkî jî endama Komaleya Jinan a Rosayê Esra Çîçekê xwend.

‘Berxwedan bi pêşengtiya jinan bilind dibe’

Arzû Karamanê anî ziman ku 8ê Adarê; di serdemeke wisa de pêşwazî dikin ku polîtîkayên rastgir ên tund û lîderên populîst ji bo desthilatdariya xwe xurt bikin -nexasim li Rojhilata Navîn- bi hincetên pûç cîhanê ber bi kaosê ve dikişînin û wiha got: “Rastiyek heye ku; li dijî polîtîkayên modernîteya kapîtalîst, li dijî her cure zext, îşkence, tundî û qetlîamên jinan, berxwedanên ku bi berdêlên giran tên meşandin îro bi pêşengiya jinan bilind dibin. Dîsa em dizanin ku têkoşînê herî zêde û ji kûr ve çînên bindest û mêtînger dimeşînin. Îro li seranserê cîhanê gelê Kurd ê ku bi sedsalan e ziman, çand û nasnameya wî tune tê hesibandin, di eniya herî pêş a vê berxwedanê de ye. Di vê meşa 40 salî de Sakîne, Leyla, Fîdan, Sêvê, Fatma û bi dehan hevalên me yên jin ên ku em nikarin navê wan li vir bihejmêrin, jiyana xwe ji dest dane. Em wan bi rêz û minet bi bîr tînin. Heger em îro dikarin van qadan tije bikin û têkoşîna mafan bidin, ev yek bi saya rêya ku wan vekiriye û kevneşopiya wê têkoşînê ye ku wan afirandiye.”

‘Vîna ku bi jineolojiyê zanîstî dibe li dijî tarîtiya Rojhilata Navîn li ber xwe dide’

Arzû Karamanê bi lêv kir ku di nava çar dîwaran de jin dîl hatibin girtin jî, vîna wan hêzê dide têkoşîna mîlyonan a li derve û domand: “Em ji vir silavên xwe ji Leyla, Fîgen, Ayşe û hemû hevalên xwe yên jin ên li zindanan re dişînin Têkoşîna me ya azadiya jinan; bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ ku ji kolan û cadeyên bajarên Tirkiye û Kurdistanê bilind dibe, wateyeke nû bi dest xistiye. Tevgera jinên Kurd ne tenê têkoşîna mafgeriyê ye; di heman demê de şoreşeke zihniyetê ya kûr e ku her qada jiyanê ji nû ve ava dike. Ev vîna ku bi jineolojiyê zanistî dibe û bi parastina cewherî xurt dibe, tora civakî ya herî mezin e ku li dijî tarîtiya Rojhilata Navîn li ber xwe dide.”

‘Jin rûmeta tevahiya mirovahiyê diparêzin’

Arzû Karamanê destnîşan kir ku Şoreşa jinan a ku li Rojavayê şênber bûye, ronahiya hêviyê ya sedsala 21emîn e û wiha pê de çû: “Ev têkoşîna ku bi salan e bi biryardarî tê meşandin, bi pêşengiya jinan veguheriye şoreşeke gelêrî. Ev berxwedan ne tenê destkeftiyeke herêmî ye, di heman demê de ji bo derdorên demokratîk, çep û sosyalîst ên navneteweyî jî çavkaniya îlhameke mezin e. Ji ber vê yekê, hemû rêxistinên jinan ên cîhanê deyndarê gelê Kurd ê ku li Rojava li ber xwe dide ye. Ev deyn; bi xwedîderketina li gelê Kobanê yê ku îro di bin dorpêçê de têkoşîna jiyanê dide û bi xurtkirina piştgiriyê dikare were dayîn. Li her kolan, her meclîs û her çeperên parastinê yên ji Kobanê heta Minbicê, jin; ne tenê azadiya xwe, rûmeta tevahiya mirovahiyê diparêzin.”

‘Vê metingeriyê bi hêza piştgiriya jinan biqetînin’

Arzû Karamanê bi bîr xist ku li dijî polîtîkayên tecrîdê, derbeya qeyiman, koletiya navmalê, şer û talanê, bi biryar in ku jiyaneke demokratîk a jin-navend ava bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ji vê yekê ewle ne: Heta jin azad nebe, civak azad nabe. Di 8ê Adaran de armanca me ne tenê kirina çalakiyan e; armanca me ew e ku em van çalakiyan veguherînin destkeftiyên mayînde, bi awayekî bênavber xwe bi rêxistin bikin û avakirina civaka demokratîk û aştiya ku Birêz Ocalan îşaret pê kiriye, temam bikin. Tenê jinên birêxistinkirî yên ku felsefeya rizgariya jinan dipejirînin dikarin azad bibin. Êrîş çiqasî sîstematîk bin, berxwedana me jî ewqasî birêxistinkirî ye. Em ê tarîtiya faşîzm û baviksalarîyê; bi hêza piştgiriya jinan û têkoşîna şoreşgerî biqetînin”

Jinan piştî daxuyaniyê govend gerandin û belav bûn.

Etîket: 8ê AdareArzu KaramandaxuyanîEsra ÇîçekmesTJA
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026
TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

TJA: Ji kar avêtina Îkra Avci ne li gorî ruhê pêvajoyê ye

20 TEBAX 2026
Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

Ciwanên Stenbolê: Em xwedî li taxên xwe derkevin

19 TEBAX 2026
Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

Li Dîlokê dijî êrîşa zayendî meş û daxuyanî: Dem dema jinê ye

18 TEBAX 2026
Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

Gelê Bismîlê li dijî tiryak û çetebûyînê meşiya

17 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne