• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê em zimanê xwe ji bin metirsiya windabûnê rizgar bikin’

Amed / AW

20 SIBAT 2026 - 15:50
Kategorî: JIN
A A
Li navçeya Peyasê bi navê “Berxwedana Ziman û Rola Jinan” panelek hate lidarxistin. Axaftvanan destnîşan kir ku ji bo pêşvebirina ziman bar dikeve ser milê herkesê û diyar kirin ku divê zimanê Kurdî ji bin metirsiya windabûnê rizgar bikin.

Pirtûkxaneya Berhemên Jinan a ku di bin banê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê de xebatên xwe bi rê ve dibe, bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê panelek li dar xist. Di panelê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, alîkarên hevşaredaran, endam û rêveberên Meclîsa Jinan û Meclîsa Ziman, xebatkarên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan, jinên xebatkar, nivîskar û gelek hemwelatî amade bûn.

Panel bi axaftina moderator Fatma Guler Budak dest pê kir. Fatma Guler Bûdakê biryara UNESCOyê ya têkildarî 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê bi bîr xist û wiha got: “Tiştekî têr nake ku em tenê li malê bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxivin. Divê em li her qadê dibistan, kreş, sazî, dezgeh, cihên giştî û medyaya dîjîtal veguherînin qadên perwerdehiya zimanê kurdî. Divê em zimanê xwe ji bin xetereya ku UNESCO ew di kategoriya xetereyê de tomar kiriye derxînin û bikin zimanekî jîndar û aktîf.”

‘Divê saziyên sivîl ên civakî Kurdî biparêzin’

Pişt re mamosteya zimanê Kurdî Dîlan Guvenç axivî. Dîlan Guvenç di axaftina xwe de bal kişand ser xetereyên nûjen ên li hember zimanên bindest û wiha got: “Her çiqas têkoşîna azadiyê û têkoşîna ziman bi hev re bên meşandin jî, têkoşîna ziman bi tenê têrî rêvebirin û parastina ziman nake. Ji ber vê yekê pêwîstî bi xebatên bi bandor û sîstematîk heye. Mînak dema zarokek 5 salî diçe kreşên pergalê, bi gelemperî dest bi axaftina Tirkî dike û ev yek di demekî kurt de dikare bibe sedema windakirina zimanê dayikê. Ji ber vê divê pergalên perwerdehiyê û saziyên sivîl ên civakî zimanê Kurdî biparêzin û xurt bikin, ne ku bibin sedema asîmîlasyonê”

‘Di pêşvebirina ziman de barê herî mezin dîsa li ser milê jinan e’

Nivîskar Esra Sadikoglû jî di axaftina xwe de bi taybetî li ser mijara “Di wêjeya Kurdî de berxwedana jinan û pêşxistina ziman” rawestiya. Esra Sadikoglû destnîşan kir ku barê herî giran ê parastin û geşkirina zimanê dayikê ketiye ser milên jinan û wiha got: “Zimanê dayikê di zikê dayikê de dest pê dike û di mezinkirin, parastin û pêşvebirina wî de jî barê herî mezin dîsa li ser milên jinan e. Jinan ev bar hilgirtine û heta roja îro anîne. Di warê wêjeyî de jî divê em vî zimanê şêrîn geş bikin, biafirînin û belav bikin. Bar dikeve ser milê me hemûyan ku em zimanê xwe ji bin metirsiya windabûnê rizgar bikin û bikin zimanekî edebî, çandî û rojane yê jîndar.”

Panel bi bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Dîlan GuvençEsra SadikoglûFatma Guler Bûdakpanela zimanPirtûkxaneya Berhemên JinanŞaredariya Peyasê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

Yilmaz Guneş: Em dixwazin hejmara Zarokîstanan zêde bikin

23 ÎLON 2026
Pirtûkxaneya Aştiyê ya Dayika Taybet Înan hate vekirin

Pirtûkxaneya Aştiyê ya Dayika Taybet Înan hate vekirin

21 ÎLON 2026
20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

20 hezar zarokan sûd ji werzîşê wergirt

18 ÎLON 2026
Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

Jin ji bo keda destên xwe li Parka 75an stand vekirin

7 ÎLON 2026
Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

Xebatên şaredariya Peyasê yên li dijî tundiya li ser jinan didome

19 TEBAX 2026
Şaredariya Peyasê: Têkoşîna me ya li dijî tundiya ser jinan didome

Şaredariya Peyasê: Têkoşîna me ya li dijî tundiya ser jinan didome

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne