• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Sûriyê hikûmeta nû tê avakirin: Hemû pêkhate dê cih bigirin

Navenda Nûçeyan / AW

15 SIBAT 2026 - 21:33
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Li gorî nûçeya Î24Newsê ya Îsraîlê di hefteyên pêş de dê hikûmeta nû ya kû hemû pêkhateyên li Sûriyê digire nav xwe bê avakirin û serokwezîrek nû bê wezîfedarkirin. Di nûçeyê de agahiyên derbarê HSDê de jî tên dawîn û wiha tê gotin: “DYAyê ji bo Kurdan teşwîqî pêvajoya entegrasyonê bike piştgiriya xwe ya ji bo HSDê bi dawî kir. Tevlêbûna HSDê ya di nav hikûmetê de dê hikûmetê rewa bike.”

Saziya weşanê ya Î24Newsê derbarê geşedanên li Sûriyê û amadekariyên hikûmetek nû de nûçeyek weşand. Di nûçeyê de hate diyarkirin ku agahî ji çavkaniyek nêzîk Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Ahmet el Şara hatiye girtin. Di nûçeyê tê destnîşankirin ku tê payîn ku Şara dê di hefteyên pêş de ji bo avakirina hikûmetek nû dest bi xebatekê bike. Hate destnîşan kirin ku dê hikûmeta nû li ser bihgehek berfireh bê avakirin.

‘Dê nûnerên kêmaran cih bigirin’

Li gorî çavkaniyan, ev hikûmet dê kesayetên ji hemû beşên civaka Sûriyê di nav xwe de bihewîne da ku fikarên komên kêmaran çareser bike. Di nûçeyê de van agahiyan cih girt: “Kesên ku bên hilbijartin dê ew kes bin ku hem xwedî meşrûiyeta navxweyî û hem jî ya navneteweyî bin.”

Serokê Partiya Liberal wekî serokwezîr tê fikirîn

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, yek ji namzedên sereke yê navê wî ji bo wezîfeya Serokwezîrtiyê tê nirxandin jî Fahad el-Mecrî ye. Di nûçeyê de tê destnîşan kirin ku Mecrî hem Serokê Partiya Lîberal a Sûriyê û hem jî siyasetmedarekî Sûrî yê bi ezmûn e. Di nûçeyê de wiha hate gotin: “Berpirsekî Amerîkî diyar kir ku rêveberiya Trump “piştgiriya el-Mecrî ya ji bo helwestên Washingtonê yên li ser Sûriyê û herêmê teqdîr dike û bawer dike ku Sûriye dê ji lîstina roleke bi bandor a ji aliyê wî ve sûd werbigire.”

‘Dê konferansek nû bê li darxistin’

Çavkaniyek din ê ji Sûriyê agahiya ku hikûmeta nû ya Sûriyê dê hewil bide hind wezaretan bike yek ku zêdetir karîger bin. Nûçe wiha berdewam dike: ” Li gorî berpirsê Amerîkî ji bo avakirina hikûmeteke mayîndetir û ne demkî, di nav ramanên cihêreng ên ku hatine pêşniyarkirin û gotûbêjkirin de pêkanîna konferansek li ser avakirina hikûmetek nû jî heye.

Tevlêbûna HSDê dê hikûmetê rewa bike’

Di nûçeyê de li ser rola HSDê jî tê sekinîn û ev agahî cih digirin: “Berpirsî got ku biryara Balyozê DYAyê yê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ji bo Sûriyeyê Tom Barrack a vekişandina piştgiriya ji Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) yên bi pêşengiya Kurdan, beşek jê ji baweriya wî ya ku divê Kurdên Sûriyeyê bibin beşek ji hikûmeta Şamê û ev yek dê zêdetir meşrûiyetê bide hikûmetê, tê. Washingtonê bi dawîkirina hevkariya xwe ya bi HSDê re xwestiye ku Kurdan teşwîqî entegrasyonê bike û pêvajoya avakirina hikûmeteke berfireh û tevlêker bi lez bike.”

Î24News bi kesê navê wî ji bo serokwezîrtiyê derbas dibe Fahad el-Mecrî re dixaxive û derbarê mijarê de pirsan dike. Li gorî nûçeyê Mecrî ev agahî ne erê ne jî red kiriye û wiha gotiye: “Divê pêşî bal li ser aramî û yekîtiya Sûriyê be, ne li ser rolên takekesî.” Di nûçeyê de tê gotin ku El-Macri spasdariya xwe ji bo Trump û helwesta rêveberiya Amerîkayê ya li ser Sûriyê aniye ziman.

Etîket: DYAFahad el MecrîHikûmeta Demkî ya SûriyêHikûmeta NûHSDKurdistanTom Barrack
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Pevçûnên DYA û Îranê: Bîlanço girantir şer berfireh dibe

Pevçûnên DYA û Îranê: Bîlanço girantir şer berfireh dibe

27 TÎRMEH 2026
DYA duh li Îranê xist: 2 kes mirin

DYA duh li Îranê xist: 2 kes mirin

23 TÎRMEH 2026
Şerê Îran û Amerîkayê: Şer jî aştî jî ne zelal e

Şerê Îran û Amerîkayê: Şer jî aştî jî ne zelal e

20 TÎRMEH 2026
Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

Hikûmeta Şamê çima sist nêzî pêvajoya entegrasyonê dibe?

20 TÎRMEH 2026
Li İranê di êrişên DYAyê de 50 kesan jiyana xwe ji dest da

Li İranê di êrişên DYAyê de 50 kesan jiyana xwe ji dest da

18 TÎRMEH 2026
Îranê êrişî baregeha berê ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê kir

Îranê êrişî baregeha berê ya Amerîkayê ya li Sûriyeyê kir

17 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne