• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

TJA û Meclîsa Jinan: Girtin bûye amûra cezakirina zarokan

Îzmîr /AW

14 SIBAT 2026 - 19:51
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA li Îzmîrê bertek nîşanî girtina zarokan û tundiya zayendî ya li navendên paşveşandinê dan. Turkan Aslan Agaç diyar kir ku girtin bûye amûra cezakirinê û got: ‘Em ê li hemberî îşkence, tundiya zayendî û bêcezakirinê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê derbarê girtina zarokên ku vîdeoya hûnandina por xwe parve kirin û hewldana tecawizê ya li dijî aktîvîstên ‘Karwana Gelan’ li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî”, “Dewlet destê xwe ji bedena me vekişîne”û “Dawî li lêgerîna tazî bînin” hatin berzkirin û pankarta “Li hemberî îşkence, tundiya zayendî û bêcezatiyê em têdikoşin” hate vekirin. Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Turkan Aslan Agaç daxuyanî xwend.

‘Girtin bûye amûra cezakirinê’

Turkan Aslan Agaç diyar kir ku binpêkirinên mafan ên ku van demên dawî diqewimin, careke din nîşan didin ku hişmendiya rejîma ewlekariyê li Tirkiyeyê çawa li ser jin û zarokan rejîmeke zext û tadeyê ava kiriye û got: “Krîmînalîzekirina azadiya ramanê, tundiya zayendî ya li girtîgehan û navendên paşveşandinê û nêzîkatiyên rûmetşikên, perçeyên heman sîstemê ne. Ev tablo encama polîtîkayên dijminatiya jinan, bêdenetimî û polîtîkaya bêcezakirinê ye. Girtina zarokên ku ji bo piştevaniya bi Rojava re di qada dîjîtal de ramanên xwe parve kirine an jî stranên Kurdî li ser vîdyoyên xwe zêde kirine, nîşan dide ku hiqûq êdî ji parastinê dûr ketiye. Zarokên bi navê A.K. û R.S. ku ji ber parvekirinên medyaya civakî hatine girtin, ne tenê azadiya wan ji wan hatiye standin, di heman demê de rastî îşkenceyên giran hatine. Di pergala dadweriya zarokan de girtin divê ‘rêya dawî’ be, lê îro girtin bûye amûreke cezakirinê û ev yek binpêkirina mafan a herî aşkere ye.”

Li girtîgehan tundî û destdirêjiya li ser bedenê

Turkan Aslan Agaç destnîşan kir ku lêgerîna tazî ya li girtîgehan, êrişeke rasterast a li ser rûmeta mirovahiyê û destdirêjiya li ser parastina bedenê ye. Bi hinceta ‘ewlekariyê’ tu kes nikare dest bide bedena mirovan û got: “Kontrola li ser bedena jinan, encama desthilatdariya mêr-serwer e. Qedexeya îşkenceyê mutleq e; ne rewşa awarte, ne gefên ewlekariyê û ne jî tu hincetek din nikare vê qedexeyê rake.”

Navendên paşveşandinê û tundiya zayendî

Turkan Aslan Agaç li ser aktîvîstên “Karwana Gelan” jî sekini û got: “Bi tundiya zayendî, taciz û hewldanên tecawizê li navendên paşveşandinê, nîşan dide ku ev der ne cihên îdarî ne, lê bûne qadên tarî yên bêcezakirinê. Dewlet berpirsiyarê sereke yê her binpêkirineke li van navendan e. Hebûna îdiayên tundiya zayendî bi serê xwe bes e ku lêpirsîneke serbixwe û bibandor bê destpêkirin. Sîstemeke ku nikaribe bedena kesên di bin parastina xwe de biparêze, rewatiya xwe ya hiqûqî winda dike.”

Turkan Aslan Agaç diyar kir ku mesele ne tenê girtinek e; mesele cezakirina ramanê, tepisandina piştevaniyê û bêdengkirina wijdanê civakê ye û wiha daxwaziyên Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê rêz kir:

“Divê li girtîgehan û navendên paşveşandinê tundî û muameleya xerab bi dawî bibe.

Li Girtîgeh û navendên paşveşandinê divê ji bo çavdêriya sivîl û serbixwe bên vekirin.

Divê dawî li sepana lêgerîna tazî bê anîn.

Îdiayên tundiya zayendî û heildana tecawizê divê bi awayekî şefaf û serbixwe bêne lêpirsîn.

Êrişên li ser A.K. û R.S. bi awayekî serbixwe bên lêkolîn û ev zarok tavilê bên berdan.

Li dijî her cure binpêkirina mafên jin û zarokan, divê rêgeza “sifir tolerans” bê pejirandin.”

Daxuyanî bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.

 

Etîket: GirtinİzmirMeclisa Jinan a DEM PartîTJAzarok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

Weşanxaneye Moriyê ji bo zarokan seta pêşdibistanê amade kir

30 ÎLON 2026
Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

Li taxên Kurdan ên Îzmîrê berbelaviya hişbirê: Dewlet dixwaze ciwanên Kurd xwe ji bîr bikin

22 ÎLON 2026
‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

‘Jîna di dirûşma Jin, Jiyan, Azadî û têkoşîna hevpar a jinan de dijî’

19 ÎLON 2026
Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

Ji TJAyê daxuyaniya Kobanê: Jiyana hevpar hedef tê girtin

13 ÎLON 2026
Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

Serdema nû ya perwerdeyê ya Zarokîstanê destpêkir

9 ÎLON 2026

Bîranîna şehîdan a li Îzmîrê bi serdanan didome

9 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne