• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Siyaset û huner ji hev nayên veqetandin’

Wan / AW

12 SIBAT 2026 - 19:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Akademîsyen Sebahattîn Şen di gotûbêja ku ji hêla Baroya Wanê ve hat lidarxistin de axivî û got: “Siyaset û huner ji hev nayên veqetandin.”

Komîsyona Zimanê Kurdî ya Baroya Wanê li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya baroyê li ser mijara “Sînemaya Kurdî” gotûbêjek li dar xist. Di gotûbêjê de akademîsyenê Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê Dr. Sebahattin Şen weke axêver cîh girt. Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmûd Dîndar, hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan û gelek kes tev li panelê bûn.

Sebahattîn Şen diyar kir ku piştî salên 90î behsa sînemaya Kurdî hat kirin û got “Sînemaya Kurdî di van demên dawî de derketiye holê û pêş ketiye. Dema ku Yilmaz Guney fîlm çêdikir, sînemaya Kurdî tunebû û qet behsa wê nedihat kirin. Sînemaya Kurdî nû ye û nêzîkî 30 salan e tê çêkirin. Sînemaya Kurdî xwedî taybetmendiyên xwe yên bêhempa ye. Piştî salên 1990î, mirovan dest bi axaftina li ser sînemaya Kurdî kir û di wê serdemê de sînema derket pêş û hêdî hêdî qadeke nû hat afirandin. Hem ji hêla pratîkî ve hem jî ji hêla teorîk ve pêş ket. Dema ku tevgera azadiyê mezin bû û rêveberiya xwe ava kir, sînemaya Kurdî di destê gelê Kurd de pêş ket. Yek ji taybetmendiyên sînemaya Kurdî ev e ku ew bi rewşa gelê Kurd ve girêdayî ye. Çawa ku gelê Kurd belav bûye, sînemaya Kurdî jî belav bûye. Fîlm û belgefîlm li her cihê ku Kurd lê dijîn têne çêkirin. Festîval jî di pêşveçûna sînemaya Kurdî de roleke girîng dilîzin.”

‘Helwestek dij-kolonyal e’

Sebahattîn Şen diyar kir ku pêkhatina sînemaya Kurdî bi xwe bertekek bû û got: “Bi saya sînemayê, Kurd dikarîn bibêjin ‘Ez heme’ û ev helwestek dij-kolonyal e. Derhêner di dewleta me ya kolonyal de derketin holê. Tirkîkirin çêbû û her wiha Kurdbûn jî hebû. Derhêner di vê çarçoveya kolonyal de hatin teşegirtin. Ziman jî di sînemaya Kurdî de rolek bingehîn û girîng dilîze. Fîlozofê Fransî dibêje, ‘Siyaset û huner ji hev cuda nînin, ew yek in. Yên ku peyvên wan tune ne nikarin siyasetê bikin.’ Siyaset û sînemaya Kurdî têkoşîna peyv û aqil e.”

Gotûbêj bi pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: GotubêjhunerKurdîWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

1 COTMEH 2026
‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

‘Divê em bi zimanê xwe karên xwe bimeşînin’

25 ÎLON 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

Şara: Dê ji bo statuya leşkerên Tirkiyeyê qanûn were amadekirin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne