• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Serêkaniyê lîstikên Tirkiyê: Ji çeteyan xwest dernekevin

Riha / AW

11 SIBAT 2026 - 09:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Dewleta Tirk ku divê li gorî Peymana 29ê Çileyê hêzên xwe yên xwe yên leşkerî û sivîl ji Serêkaniya dagirkirî derekve, niha li dû lîstikên nû ye. Çavaniyek ji bajar anîn ziman ku îstîxbarata Tirk bi komên girêdayî xwe re civîn çêkiriye û ji wan xestiye ku çiqas zext li wan bê kirin jî divê bajar terk nekin.

Li gorî Peymana 29ê Çeli ku di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û Hikumeta Demkî ya Sûriyê de pêk hat divê hemû hêzên biyanî yên li bajarên Kurdan derkevin û niştecihên van bajaran ên bi darê zorê hatine koçberkirin vegerin. Her wiha li gorî heman peymanê dê bi beşdariya Kurdan îdareyên sivîl bên avakirin û bajar ji hêla van îdareyan ve bên rêvebirin. Ligel ku deh roj di ser peymanê re derbas bûn jî dewleta Tirk ji hêj ji deverên dagirkirî derneketiye.

Hêzên Tirk li cihê xwe ne, çete bi fikar in

Niştecihek ji Serêkaniyê ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê wî bênivîsandin, anîn ziman ku piştî Peymana 29ê Çile heta niha hêj leşker û îstîxbarata Tirk, wezîfedarên wê yên sivîl saziyên bajar rêve dibin û di pozîsyona wan de guherînek ber bi çav nîne. Çavkanî anî ziman ku komên çete yên Tirkiyê jî derbarê pêşeroja xwe de ketine nav fikaran û ev fikar hindî diçe vedigere hêrs û berteka li hemberî dewleta Tirk.

Civîn bi çeteyan re hate çêkirin

Çavkanî got ku li ser bertekên çeteyan îstîxbarata Tirk çend roj berê bi serçeteyan re civînek pêkaniye û ev agahî dan: “Li gorî agahiyên çeteyan ji derdorê re gotine di civînê de rewşa vegera xwediyên Serêkaniyê û fikarên çeteyan hatine nîqaşkirin. Dewleta Tirk ji çeteyan re gotiye ku dibe zexta terk kirina Serêkaniyê li wan bê kirin û xwestiye ku ligel hemû zextan jî dernekevin û di mayînê de israr bikin.”
‘Tirkiye naxwaze derkeve’

Çavkanî anî ziman ku di civînê de îstîxbarata Tirk soza piştgiriyê jî daye çeteyan û ev agahî dan: “Tirkiye dixwaze meseleya Serêkaniyê dirêj bibe, çeteyên xwe û malbatên wan li vir bihêle. Di dema ji nûve avakirina rêveberiya nû ya navçeyê bêwate bike. Ji ber ku Serêkanî û Girê Spî wekî bendek di navbera Kantona Cizîr û Firatê de difikire. Ji bo wê divê koçber di serî de gelê Kurd vê mijarê her tim di rojevê de bigire.”

Şandeya Koçberên Serêkaniyê ketin nav tevgerê

Şandeyek ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji bo di demek zûtirîn de koçber vegerin ser axa xwe ket nav tevgerê. Şandeyê di 10ê Sibatê de serdana Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa kir û li ser mijarê hevdîtin pêk anî. Parêzgar Nûredîn Ehmed Îsa got ku doza vegera koçberên Serêkaniyê yek ji dozên sereke ye û ew li ser rê û rêbazên vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê dixebitin. Biryar hate dayîn ku Komîteya Koçberên Serêkaniyê û Parêzger Îsa cardin bi vê rojevê civîn bigirin.

Divê Parêzger Îsa wezîfedaran tayîn bike

Li gorî zagona îdarî ya Sûriyê wezîfedarên navçe û bajarokan ji hêla walî ve tên tayîn kirin. Serêkaniyê nevçeyek girêdayî Hesekê ye û divê Parêzgerê nû Nûredîn Ehmed Îsa di rojên pêş de bikeve nav tevgerê. Lê ji ber Tirkiye di dagirkirinê de israr dike û Hikumeta Demkî ya Sûriyê bêdeng dimîne, ev pêvajo dereng dikeve. Helwesta Tirkiyê di heman demê de wekî dijberiya Peymana 29ê Çileyê û sabotejek li dijî pêvajoyê tê nirxandin.

Etîket: HSDKurdistanpkkQSDRojavaSerêkaniyêYPGYPJ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

Xebatên vekirina deriyê sînor ê Nisêbîn û Qamişloyê dest pê kir

24 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Qefleya duyemîn a koçberên Serêkaniyê diçe gundewarên xwe

Qefleya duyemîn a koçberên Serêkaniyê diçe gundewarên xwe

8 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne