• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Kurdan bi berxwedana xwe ruhê Qazî Mihemed şad kir’

Wan / AW

6 SIBAT 2026 - 15:47
Kategorî: MANŞET
A A
Endamê MYKê yê KKP û parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek di meşa ji bo Rojava de axivî û diyar kir ku Kurdan bi berxwedana xwe ruhê Qazî Mihemed şad kirine û got: “Yên ku dixwestin statuya Rojava ji holê rakin, winda kirin.”

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Payîzava ya Wanê, ji bo piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê li navenda navçeyê meşek li dar xist û daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta “Xwedîderketina Rojava xwedîderketina mirovahiyê ye, Rojava xeta me ya sor e” hat vekirin û dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Îmraliyê” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. Endamê MYKê yê Partiya Komunîst a Kurdistan (KKP) û parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek, hevşaderên Bajarê Mezin ên Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan, hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li meş û daxuyaniyê bûn.

‘Yên dixwestin sitatuya Rojava ji holê rakin, winda kirin’

Girse meşeke kin li dar xist û li ber avahiya DEM Partiyê daxuyanî da. Parlamenter Sinan Çiftyûrek li vir bi bîranîna qurbaniyên erdhêja 6ê Sibatê dest bi axaftina xwe kir. Sinan Çiftyûrek diyar kir ku Kobanê çawa duh û îro jî xwe parast, wê sibê jî statuya xwe biparêze û got: “Li Parîsê planeke qirkirina li dijî gelê Kurd hate destpêkirin. Armanca wan ew bû ku statûya Rojava bê tunekirin. Li Parîsê lihevhatineke wiha hate kirin; ‘Em ê Gazeyê nebînin, hûn jî statûya Kurdan ji holê rakin.’ Em bi sedsalan bira ne, lê li dijî me polîtîkayên wiha tên meşandin. Lê gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û li hemû cîhanê rabû ser piyan û got, ‘Kobanê xeta sor a me ye.’ Gelê Kurd li Parîsê lihevhatina qirkirina Kurdan şikand û derbas kir. Dibe ku encam tam wekî ku em dixwazin nebibe, lê yên ku dixwestin statûya Rojava bê tunekirin winda kirin. Em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî xwedî li Rojava derkevin. Kurdan bi berxwedana xwe ruhê Qazî Mihemed şad kirin. Divê her kes xwedî li vê yekîtiya ku derket holê derkeve û qîmetê bide wê.”

‘Ji bo Ocalan mafê hêviyê pêk bînin’

Çiftyûrek bang li AKPê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Mafê hêviyê yê Rêzdar Abdullah Ocalan divê tavilê bê pêkanîn. Divê hemû girtiyên siyasî bên berdan û siyaseta înkarê ya sedsalî bê bidawîkirin. Ger pirsgirêka Kurd nebûya, gelo Rêzdar Ocalan dê îro li zindanê bûya? Divê rêya siyaseta demokratîk were vekirin. Em hemû dixwazin li şûna çekan siyaset biaxive. Divê Meclîs tavilê berpirsiyariya xwe pêk bîne, mafên ziman, çand û siyasî yên gelê Kurd nas bike.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

Etîket: daxuyanîmesPayîzavaRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

‘Êrişa li dijî entegrasyona demokratîk provakasyon e’

15 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

Federasyona 78an: Rejîma 12ê Îlonê didome

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne