• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

OHD: Di mehekê de 842 kes hatine binçavkirin û 118 kes jî hatine girtin

Amed / AW

3 SIBAT 2026 - 14:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxa OHDê ya Amedê derbarê çalakiyên ji bo Rojava hatin lidarxistin de rapora çavdêrî û tespîtan bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê di mehekê de 99 jê zarok bi giştî 842 kes hatine binçavkirin û herî kêm 118 kes hatine girtin.

Şaxa Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Amedê derbarê çalakiyên ji bo Rojava hatin lidarxistin û binpêkirinên mafan ku qewimîn rapora çavdêrî û tespîtên xwe ya meha Çileyê li avahiyê komeleyê bi daxuyaniya çapemeniyê eşkere kir. Endam û rêveberên komeleyê di daxuyaniyê de amade bûn. Metna daxûyaniyê Rêveberê Navenda Giştî yê OHDê Mehmet Oner xwend.

‘Binpêkirin ne tesadufî ne jî munferîd in’

Mehmet Oner anî ziman ku êrişên li ser Rojava li dijî destkeftiyên dîrokî, siyasî û civakî yên gelê Kurd pêk hatin û wiha got: “Ev êriş tenê wekî geşedanên leşkerî an dîplomatîk ên li derveyî sînor nikarin werin nirxandin. Rapora me têkîldarî mudaxileyên hêzên ewlehiyê yên li dijî daxuyaniyên çapemeniyê, meş û çalakiyên ku di navbera 1ê Çileya 2026an û 2yê Sibata 2026an de li gelek bajarên Tirkiyeyê hatine lidarxistin e. Di vê pêvajoyê de parêzerên endamên OHDyê li qadê çavdêriyên rasterast kirine, bi kesên hatine binçavkirin, parêzer û malbatên wan re hevdîtin pêk anîne, pêvajoyên nexweşxane û edliyeyê şopandine û agahiyên di çapemeniyê de û qeydên dîtbarî bi awayekî çapraz piştrast kirine. Daneyên hatine bidestxistin radixin ber çavan ku binpêkirin ne tesadufî an munferîd in.”

‘842 kes hatine binçavkirin û herî kêm 118 kes jî hatine girtin’

Mehmet Oner bal kişand ser girtin û binçavkirinên di çalakiyan û piştî çalakiyan de û got: “Ji kêliya desteserkirinê heta pêvajoya binçavkirinê, ji muayeneya tenduristiyê heta darizandinê, li seranserê Tirkiyeyê herî kêm 49 mudaxileyên cuda yên hêzên ewlehiyê pêk hatine, herî kêm 842 kes hatine binçavkirin û herî kêm 118 kes hatine girtin. Derbarê 133 kesan de jî biryara kontrola edlî hatiye dayîn. Ev tablo nîşan dide ku mafên bingehîn ên ku bi destûra bingehîn û peymanên navneteweyî yên ku Tirkiye îmze kirine hatine ewlekirin, bi awayekî fîîlî hatine sekinandin.”

Di raporê de bi taybetî binpêkirinên li dijî zarokan balê dikişînin

Mehmet Oner da zanîn ku di raporê de bi taybetî binpêkirinên li dijî zarokan balê dikişînin ser xwe û wiha domand: “Heta ku hatiye tespîtkirin, herî kêm 99 zarok hatine binçavkirin û herî kêm derbarê 25 zarokan de biryara girtinê hatiye dayîn. Di raporê de gelek beyan hene ku destnîşan dikin zarok di dema desteserkirinê-binçavkirinê de bi lêdanê re rû bi rû mane. Destên wan ji pişt ve hatiye kelemçekirin. Bi mezinan re di odeyên nezaretê de hatine ragirtin û ewlehiya bingehîn a pergala edaletê ya zarokan hatiye paşguhkirin. Pêkanînên binçavkirin, girtin û muameleya xerab ên li dijî zarokan di raporê de j hatine tespîtkirin. Dîtinên di rapora me de, bi zelalî nîşan didin ku pîşeya parastinê rasterast hatiye hedefgirtin û mudaxileyên li dijî parêzeran jî sîstematîk in.”

‘Binçavkirin û girtinên kêfî divê demildest werin sekinandin’

Mehmet Oner destnîşan kir ku divê dawî li qedexeyên li ser mafê civîn û meş û xwepêşandanan yên aştiyane were anîn û di dawiyê de ev yek got: “Binçavkirin û girtinên kêfî divê demildest werin sekinandin, derbarê îşkence û muameleya xerab de lêpirsînên serbixwe û bibandor divê werin meşandin û berpirsiyarên binpêkirinên giran ên li dijî zarokan hesab bidin. Wekî OHDê, em careke din radigihînin ku em ê belgekirina binpêkirinên mafan, piştevaniya ji bo mexdûran û ragihandina heqîqetê bo raya giştî bidomînin.”

Etîket: binçavkirinGirtinOHDa AmedêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê 14 kes hatin binçavkirin

18 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Endamên Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hatin berdan

9 binçavkiriyên li Amedê bi şerta kontrola edlî hatin berdan

5 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne