• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bi dehan rêxistinên sivîl li Pirsûsê bang kirin: Deriyê sînor vekin

Riha / AW

1 SIBAT 2026 - 14:34
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hezên Ked, Demokrasî û Aştiyê ku di nav de baroyên herême, saziyên hiqûq û demokratîk hebûn li navçeya Pirsûsê bang li rêyedarên dewletê kirin ku deriyê sînorê Kobanê vebike û alîkariya mirovî bigihîje Kobanê.

Hezên Ked, Demokrasî û Aştiyê têkildarî 1ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê li Qada navçeya Pirsûsê ya Rihayê daxuyanî dan. Serok û endamên baroyên bajarên Bakurê Kurdistanê, Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter, Hevserokên Giştî yên KESKê Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz, Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydin, Hevserokê Haber Senê Mesut Balcan, Hevserokê Giştî yê SESê Mehmet Siddik Akin, Parlamenterên DEM Partî yên Rihayê Omer Ocalan, Ferît Şeyaşar û endamên saziyên hiqûq û kedê beşdarî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de pankartên li ser, “Bila korîdorê mirovî bê vekirin” û “Em li gel Rojava ne Rojava berxwedana gelan e” hatin vekirin. Girseyê bê navber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Kurdistan goristan ji bo faşîstan”, “Jin Jiyan Azadî”, “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” û “Bijî berxwedana gelê Kurd” hatin berzkirin.

‘Astengkirina alîkariyê binpêkirina mafên mirovî ye’

Metna hevpar a daxuyaniyê ji aliyê Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel ve hat xwendin. Abdullah Oncel anî ziman ku herî zêde welatiyên sivîl di şer de bandor dibin û wiha got: “Dewlet her tim ji bo Rojava hincetên polîtikayên ewlehiyê nîşan dide. Lê li qadê encamên vê yên mirovî behtir derdikevin pêş. Girtina sînorê Kobanê ne ewlehiya sînorê lê polîtikayeke siyasî ye. Em girtina sînorê Kobanê qebûl nakin. TIRên ji bo alîkariya welatiyên Kobanê jî hatinê sekinandin. Astengkirina alîkariya mirovî cezakirina mirovan e binpêkirina mafên miroviyê. Em li vir bang li desthilat û rêyedarên dewletê dikin ku sînorê Kobanê vêbibe û alîkarî bigehêje Kobanê. Her wiha divê kolîdoreke mirovî avabibe. Em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku li dijî vê bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin.”

‘Em li rex berxwedana Rojava ne’

Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak jî anî ziman ku li Rojava li dijî heşmendiya DAIŞê têkoşînek hat dayîn û ev têkoşîn didome û got: “Îro weke Roja Piştevaniyê ya bi Rojava re hatiye ragihandin. Em jî ji bo piştgiriyê li vir in. Ew êriş di heman demê de êrişên tolhildanê ne. Em jî li dijî vê yekê li rex berxwedana Rojava ne. Divê koîdora mirovî vebibe.”

‘Divê kujer werin darizandin’

Piştre jî Hevserokê Giştî yê ÎHDê Cîhan Aydın axivî û bi lêv kir ku ew li rex gelê Rojava ne û wiha got: “Daxwaza me ew e ku li Rojava qetilkirin bi dawî bibe. Divê kesên di qetilkirinan de berpirsin werin darizandin. Heke ev yek nebe dê rê li ber karesatên din vebike. Ji bo wê gelek serlêdan hatin kirin, em ê van serlêdanan bişopînin. Me ji Serokkomar re jî name şand. Em bang li hemû partiyên siyasî yên di meclîsê de ne dikin ku ji bo ev pêvajoya aştî bi ser bikeve, bixebitin.”

‘Em bijîşk dixwazin biçin Rojava’

Endamê Konseya Navendî ya TBBê Alî Karakoç jî bal kişand ser kuştin û komkujiyên pêk hatin û got: “Divê saziyên navneteweyî li dijî vê yekê bi berpirsyarî tevbigerin. Me nameyek jî ji Wezîrê Karên Navxweyî re şand. Divê deriyê sînor vebibe. Ji bo alîkariyê em jî weke bijîşkan dixwazin biçin Rojava.”

‘Em hiqûqnas dixwazin biçin lêkolînê bikin’

Hevseroka Giştî ya OHDê Ekîn Yeter jî destnîşan kir ku li Kobanê dorpêç berdewam dike û wiha got: “Gelek sûcê şer li dijî mirovan hatin kirin. Weke hiqûqnasan em bang dikin ku ji bo karesatek mezin dernekeve divê korîdora mirovî vebibe. Her wiha em daxwaz dikin ku hiqûqnas biçin herêmê sûçê şer ku hatine kirin lêkolîn bikin. Bi sedan kes ji bo tev li çalakiyên li dijî komkujiyên li ser Rojava pêk tên bûn, hatine girtin û binçavkirin. Ev çalakî mafekî demokratîk e û divê hemû kes werin berdan.”

‘Heta deriyê sînor vebibe em ê têkoşîna xwe bidomînin’

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç jî li ser navê Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê axivî û diyar kir ku TIRên ji bo alîkariya Kobanê şandine li sînorê Pirsûsê û Rihayê hatine sekinandin û ev bang li rayedaran kir: “Divê ev derî were vekirin. Ev ne tenê deriyê alîkariyê ye. Ev di heman demê de pira xwişk û biratiyê ye. Heta deriyê sînor vebibe em ê têkoşîna xwe bidomînin. Girtina deriyê sînor ne tenê binpêkirina hiqûqê ye di heman demê de bê exlaqî ye.”

‘Derî vebibe dê danûstandina her du aliyan xurt bibe’

Li ser navê baroyên herême jî Serokê Baroya Wanê Sinan Ozaraz axivî û anî ziman ku helwesta desthilatê bandoreke neyînî li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dike û got ku divê gelê Tirk jî li dijî van êrişan dengê xwe bilind bike. Sînan Ozaraz bang li rêyedarên dewletê kir û got: “Vebûna deriyê sînor di heman demê de dê di navbera gelan de aştî û biratiyê jî ava bike. Weke baroyên herêmê heta dawiyê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Etîket: KobanêPirsûsrêxistinên sivîlRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

Xerîb Hiso: Kongreyeke navneteweyî û garantoriya welatên Ewropî pêwîst e

18 HEZÎRAN 2026
Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

Li Kobanê konsera ji bo piştgiriya YPJê

11 HEZÎRAN 2026
Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

Siyaseta DYAyê ya ‘Bazirganiyê’: Plana tasfiyekirina destkeftiyên Kurdan

1 HEZÎRAN 2026
Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

Hediye Yusuf: Parastina destkeftiyên Rojava bi yekîtiyê pêkan e

25 GULAN 2026
600 koçberên din gihîştin Efrînê

600 koçberên din gihîştin Efrînê

19 GULAN 2026
Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

Ji Kobanê 623 malbatên Efrînî vegeriyan warê xwe

19 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (34)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne