• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Divê ev peyman bibe mayîndekirina aştî û azadiyê’

Fexredîn Kiliç / AW

1 SIBAT 2026 - 09:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrdîn – Endamên Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê, peymana di navbera HSDê û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de hate îmzkirin nirxandin û diyar kirin ku ev peyman ji bo aştî û azadiyê ye û gotin bo şer jinûve dest pê neke divê wekheviyeke bêhempa çêbibe.

Di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de di 30ê Çileyê de peymanek hate îmzekirin. Hate ragihandin ku di peymanê de HSD hebûna xwe ya leşkerî diparêze û destkeftiyên gelê Kurd ên li Rojava dê bên parastin. Her wiha hate diyarkirin ku peyman dê di 2yê Sibatê de bikeve meriyetê. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) peyman weke gaveke girîng a ber bi îstiqrar û rawestandina şer ve nirxand û diyar kir ku lihevkirin destpêka pêvajoyeke nû ya têkoşîna siyasî ya ji bo sepandina mafên gelan e. Endamên Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) têkildarî îmzekirina peymanê ji ajansa me re axivîn.

Endamê MÎA-FEDê Mele Dunyaser Dunayserî diyar kir ku peymana di navbera HSDê û Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê de pêk hat ji bo rawestandina şer gelek baş e û wiha got: “Gelê me nayê kuştin. Şer di navbera du qewmên misilman de çênabe. Lê divê ev yek jî bê zanîn, Xwedê teala di ayetekê de dibêje ‘di navbera wan de biedalet, edalet jî ne bes e divê hûn wekheviyê çêbikin’ Ev peyam divê biedalet were bicih. Divê wekheviyeke bêhempa çêbibe ku ev şer jinûve dest pê neke.”

‘Yekîtiya gelê Kurd çete têk birin’

Mele Dunyaser Dunayserî bal kişand ser berxwedana gelê Kurd û dostên wan a ji bo Rojava û wiha berdewam kir: “Berxwedaneke pir mezin çêbû, gelê me zehmetiyên pir mezin kişand ji ber van zehmetiyên hatin kişandin jî êşa me mezin e. Tu caran bawerî bi zaliman çênabe. Divê gelê me roj bi roj li pişta berxwedêrên me be li mala xwe nerûnin ev erk û wezîfeya me hemûyan e. Ji bo ku ev sulh pêk were divê mafên gelê Kurd û gelên din jî bê dayîn. Divê gelê Kurd jî dest ji mafê xwe bernede ku ev zilm dubare nebin. Divê yekîtiya gelê Kurd pêk were. Yên ku ev çete têk birine yekîtiya gelê Kurd e. Bêyî yekîtî wê ev rewşên wiha dîsa dubare bibin.”

‘Ev peyman ji bo aştî û azadiyê ye’

Endama MÎA-FEDê Selma Ozturk jî berxwedana gelê Kurd û dostên wan a ji bo Rojava pîroz kir û wiha got: “Berxwedana gel biserket. Ev peyman ji bo aştî û azadiyê ye. Peymana başiyê ye. Em ê li ber xwe bidin. Destê me bi hevalên me re bi Rojava re ye. Bila Rojava baş bizanibe ku em wan tu car bi tenê nahêlin. Zalimtî bi sernakeve dê her tim başî û heqî bi ser bikeve.”

Endamê MÎA-FEDê Mehmet Oner jî diyar kir ku peymana hatiye îmzekirin bi wate ye û wiha got: “Pêşiya Kurdan dê bi yekîtiyê vebe. Kurdan xwe bi dinyayê da nasîn. Vî şerî Kurd hemû kirin yek. Ev peyman jî ji bo miletê Kurd baş bû. Divê hemû Kurd guhdariya Serokê xwe mezinên xwe bikin û li dora tevgera xwe kom bibin.”

Etîket: Federasyona Lêkolînên Îslamî ya MezopotamyayêPeymana HSDê û Hikûmeta SûriyeyêRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne