• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Em ê bi paradîgmaya Abdullah Ocalan li her qadê li ber xwe bidin’

Wan / AW

31 ÇILE 2026 - 16:03
Kategorî: JIN
A A
Lijneya Jinan a Bajarê Wanê ya Rêbeberiyên Demokratîk ên Xwecihî, ji bo daxistina pankartên ku li ser “Jin Jiyan Azadî” hatibû nivîsandin û bi şaredariyan ve hatibûn daliqandin şermezar bikin li pêşiya Baroya Wanê daxuyanî da.

Şaredariyên Wanê yên DEM Partiyê ji bo balê bikişînin ser jêkirina keziyên şervanek Kurd-YPJê, pankarta ku kezî li serê û nivîsa “Jin Jiyan Azadî” li ser hatibû nivîsandin bi şaredariyan ve daliqandibûn. Di 30yê Çileyê de polîs çûbûn şaredariyên DEM Partiyê û pankart bi angaşta ku talîmata dozgeriyê heye daxistibûn.

Lijneya Jinan a Bajarê Wanê ya Rêbeberiyên Demokratîk ên Xwecihî, ji bo ku daxistina pankartan şermezar bikin li pêşiya Baroya Wanê daxuyanî da. Hevşaredarên jin yên navçeyên Wanê, nûnerên saziyên jinan û partiyên siyasî yên Wanê û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyanêye de pankarta ku li ser “Jin jiyan azadî” û “Em ê bi keziyên azad jiyana xwe biparêzin” nivîsandibû hat vekirin.

‘Em ê paradîgmaya azadiya jinan li her qadê biparêzin’

Berî daxuyaniyê endama Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Edîbe Babûr axivî. Edîbe Babûr êrişên çeteyên HTŞê û DAIŞê yên li ser jinên Kurd şermezar kir û got: “Em dizanin ev çete piştgiriya xwe ji dewleta Tirk digirin. Em li vir dibêjin em ê bi keziyên xwe vê hişmendiya we ya qirêj û dijminê jinan bixeniqînin. Ev pankarta me çima we aciz dike, em van zextên li ser şaredariyên xwe, krîminalîzekirina hevşaredar û şaredariyên xwe qebûl nakin û şermezar dikin. Em ê bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan a ku azadiya jinan esas digire û pêşkêşî jinên Kurd û hemû jinên cîhanê kiriye li ber xwe bidin, vê paradîgmayê di her qada jiyanê de biparêzin.”

‘Armanc lawazkirina vîna jinan e’

Piştî axaftina Edîbe Babûrê, endama Meclîsa Şaredariya Artemêtanê Medya Mermît metna daxuyaniya ya bi Tirkî xwend. Medya Mermît bal kişand ser êrişên li dijî şaredariyan û got: “Armanc ew e ku modela rêveberiya herêmî ya demokratîk a bi pêşengiya jinan hatiye pêşxistin lawaz bikin û vîna jinan ji qada giştî dûr bixin. Lê belê têkoşîna bi pêşengiya jinan li Rojava, Kobanê û tevahiya erdnîgariya Kurdan bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ li heft parzemînan bûye sembola gerdûnî ya têkoşîna azadiyê ya jinan. Îro îtiraza ku em li dijî hemû zîhniyetên ku bedena jinê dikin hedef û zext û tundiyê rewa nîşan didin, bilind dikin parçeyek ji vê têkoşîna gerdûnî ye. Em careke din ji raya giştî re radigihînin ku em ê dest ji parastina paradîgmaya azadiya jinan, parastina destkeftiyên jinan û li her qadê berfirehkirina têkoşîna demokratîk bernedin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşma “Jin Jiyan Azadî” û bi lêdana çepikan bi dawî bû.

Etîket: Jin Jiyan AzadîKezî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Salvegera kuştina Jîna Emînî: Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ veguheriye manîfestoya azadiya jinan

Salvegera kuştina Jîna Emînî: Felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ veguheriye manîfestoya azadiya jinan

16 ÎLON 2026
Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

15 ÎLON 2026
Kongreya 5emîn a Mezin a Asayî ya DEM Partiyê destpê kir

Kongreya 5emîn a Mezin a Asayî ya DEM Partiyê destpê kir

6 ÎLON 2026
Ji goristana Ayçî heta kolana Cebraîlê: Jin Jiyan Azadî

Ji goristana Ayçî heta kolana Cebraîlê: Jin Jiyan Azadî

16 HEZÎRAN 2026
Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ Talîbanê şermezar kirin

Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ Talîbanê şermezar kirin

13 HEZÎRAN 2026
Li ser pira nêzî kersaxa Rahmî Koç dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’

Li ser pira nêzî kersaxa Rahmî Koç dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’

7 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne