• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê nakeve herêmên Kurdan

Navenda Nûçeyan / AW

31 ÇILE 2026 - 00:08
Kategorî: MANŞET
A A
Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî ragihand ku armanca peymana bi hikumeta demkî re agirbest û pêşiya planên qirkirina gelê Kurd were girtin, bû. Ebdî got hêzên hikumeta demkî nakevin bajar û gundên Kurdan, birêvebirina wan wê ji hêla xelk û hêzên wan ên xwecihî be. Wê di 2ˊyê Sibatê de peyman bikeve pratîkê.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di bernameyeke taybet li ser kanala Ronahî TV de de got hevdîtin di 27ê Çileyê de bi serokê hikumeta demkî Ehmed Şera re çêbû, dûre vê sibehê peywendiyeke telefonê çêbû, peymanek bi armanca rawestandina şer hat ragihandin. Ev lihevkirinê bi armanca pêşî li plana qirkirinê ya mezin a li dijî gelê Kurd bigire pêk hat. Li hember vê planê tu tevgereke hêzên navneteweyî û civaka navneteweyî tune bû.

Mazlûm Ebdî diyar kir ku li gorî peymanê hêzên hikumeta demkî nakevin bajar û gundên Kurdan. Erka parastina van herêman wê ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve be, wiha got: “Me li hev kir ku hêzeke sînordar û diyar ji Ewlehiya Giştî derbasî çargoşeya ewlehiyê ya Qamişlo û Hesekê bibin, tenê erkên wan îdarî bin, da ku proseya entegrasyonê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re bişopînin.”

Ebdî anî ziman ku peymanê ji tevahî aliyên îdarî, leşkerî, ewlehî û siyasî ve taybetmendiya herêmên Kurdan xurt kir. Hêzên leşkerî derbasî tu gund û bajarekî Kurdan nabin. Birêvebirina van herêman dê ji hêla xelk û karmendên an ên Cizîrê û Kobanê be. Wê hêzên QSDˊê jî xwe li gorî tûgayan li van her du herêman xwe bi rêxistin bike.

Ebdî da zanîn ku wê dorpêça li ser Kobanê rabe. Di 2ˊyê Sibatê de peyman dikeve pratîkê, hêzên QSDˊê û yên hikumeta demkî ji eniyên şer ên Cizîr û Kobanê vedikişin. Ev lihevkirin piştre herêmên Efrîn, Serêkaniyê jî digirin nava xwe, ji ber ku herêmên Kurdî ne.

Girêdayî vê mijarê, Ebdî ragihand ku tevahî karmendên saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser wê entegreyî saziyên girêdayî hikumeta demkî bin û erkên xwe dewam bikin. Têkildarî garantiyên navneteweyî jî, serokê Amerîkayê bi serokê Sûriyeyê re axivî û piştgirî da peymanê. Serokê Fransayê jî got ew ê garantorê siyasî ya peymanê be.

Li ser cih û berpirsiyariya wî piştî peymanê, Mazlûm Ebdî got: “Ez ê di nava gelê xwe de li ser pêşxistina yekitiya Kurdî bixebitin. Min tevahî pêşniyarên girêdayî siberoja xwe red kirin, min mayîna di nav gel de û karkirina li ser yekrêziya Kurdî tercîh kir.”

Ebdî di berdewamê de ev tişt got: “Em dizanin ku piranî gelê me ji vê peymanê nerazî ye. Lê di vê qonaxê de ev bijarteya guncaw û heyî bû. ji lew re em ji gelê xwe re dibêjin ku bila rihet û bawer bin.”

Der barê vê mijarê de Ebdî daxuyand ku bi hikumetê re li ser vegerandina tevahî dîlgirtiyan li nava malbatên wan li hev kiriye, ji ber ku ev gaveke mirovî ya bingehîn di peymanê de ye û ji bo bidawîkirina zehmetiyên malbatan û xurtkirian baweriyê di nava aliyan de ye.

Ebdî serbilindî û kêfxweşiya xwe bi gelê Kurd û Kurdistanê ya serî hildaye û li kêlek hêzên xwe sekîniye anî ziman û got vê helwesta gel guherînek di raya giştî de çêkir û ji sedema ku hiştiye ev lihevkirin pêk were, ye. Ebdî silavên xwe ji gelê Kurdistanê, hêz û partiyên siyasî yên Kurdî re şandin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî di dawiyêd e berxwedana gelê herêmê silav kir û got ew ê heta pêkanîna tevahî mafên rewa têkoşînê dewam bikin û bang li koçberan kir ku vegerin malên xwe, bi taybet xelkê bajarê Hesekê

 

Etîket: HSDKobanêMazlum Ebdî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne