• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Salih Muslim: Taybetmendiya herêmên Kurdan dê bên parastin

Mahmût Altintaş / AW

30 ÇILE 2026 - 18:14
Kategorî: MANŞET
A A

Riha – Endamê Konseya Hevseroktiya PYDê Salih Muslîm têkildarî agirbesta di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Şamê de pêkhatiye anî ziman ku bi hevpeymana agirbestê re taybetmendiya herêmên Kurdan dê weke xwe bimîne û wiha got: “Hevpeymana pêkhatiye komploya li dijî Kurdan vala derxist.”

Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkildarî agirbesta di navbera Hezên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî ya Şamê de pêkhat ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Peymanê komplo vala derxist’

Salih Muslim diyar kir ku hevpeymana pêkhatiye komploya li dijî Kurdan vala derxistiye û wiha got: “Ji ber wê jî ev peyman girîng e. Taybetmendiya herêmên Kurdan hat parastin. Welatiyên koçberbûne dê vegerin cih û warên xwe. Mesela perwerdehiyê jî weke xwe bimîne yanî ji dibistana seretayî heta zanîngehê dê bi zimanê Kurdî be. Herêmên me jî wê ji aliyê me ve bên parastin. Asayîş dê bi giştî ji me bin. Ew xalên hevpeymanê ne. Hin xal jî dê demên pêş ve werin nîqaşkirin. YPJ jî weke tugayeke jinan dê herêmên me biparêze. Pergala hevserokatiyê û taybetmendiyên me dê weke xwe bimîne.”

‘Amerîka û Fransa navbenkarî kir’

Salih Muslim bi lêv kir ku taybetmendiya vê agirbestê ew e ku hezên weke Amerîka û Fransa jî navbenkarî kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji berê ve agirbest pêkhatin lê êriş jî berdewam kir. Em dikarin xwe biparêzin. Çend caran xwestin êriş bikin lê nekarîn. Heke êriş bikin jî dê li ser parastina me bimîne. Dema ji berê agirbest dibû hezên garantor tune bûn. Lê niha Amerîka û Fransa jî garantor in. Em hevî dikin ev bimeşe. Heke nemeşe ji şer re jî amade ne. Şer bixwazin em ê xwe biparêzin.”

‘Yekitiya gelê Kurd derket holê’

Salih Muslim destnîşan kir ku çalakiyên çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat pêkhatine bandor li ser hevpeymanê kirin û wiha pê dê çû: “Ew dewletên garantor jî ji ber sekna gelê Kurd navbenkarî kirin. Dîtin ku gelê Kurd çiqas hevgirtî ye. Em hevî dikin gelê me heta hevpeyman bikeve meriyetê li welat û derveyî welat dev ji çalakiyan bernedin. Yekitiya gelê Kurd jî derket holê. Yekitiya gelê Kurd li ser xwîna şehîdan derket. Em vê jî ji bîr nakin. Em hevî dikin yekitiya xwe jî ava bikin.”

Etîket: peymanPYDRojavaSalih Muslim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne