• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Jinan li Pirsûsê gazî kir: Deriyê sînor vekin

Riha / AW

29 ÇILE 2026 - 14:32
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan li dijî êrişên li ser Rojava berê xwe dan navçeya Pirsûsê. Jinan li vir bang li rêyedarên Tirkiyeyê kirin ku piştgirî nedin HTŞ û ji bo alîkarî bigihîje Rojava deriyê sînorê Kobanê bê vêkirin.

Înîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan li dijî êrişên qirkirinê yên li ser Rojava rabin û piştgiriyê bidin berxwedana Rojava, ji bajarên Tirkiyeyê bi rêketibûn û berê xwe dabûn navçeya Pirsûsê ya Rihayê. Înîsiyatîf îro gihîşt Pirsûsê û li Qada Navçeyê daxuyanî da. Endamên Înîsiyatîfê xwestin ku Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê Kobanê bê vekirin.

Jinan bênavber dirûşmeyên, “Bijî berxwedana Rojava”, “Piştgiriya jinan sînoran derbas dike”, “Jin şer naxwazin aştiyê dixwazin”, “Jin jiyan azadî”, “Şehîd namirin” û “Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e” berz kirin.

Hevseroka DEM Partiya Rihayê Ayşe Surucu destpêkê axivî û spasiya jinên ji bajarên Tirkiyeyê hatine kir û got: “Gelê Kurd û dostên Kurdan li dijî êrişan li ser pêya ne. Heta êriş rawestin berxwedana me ya li dijî êrişan dê bidome.”

‘Divê deriyê sînor vebibe’

Piştre jî metna daxuyaniya 216 rêxistinên jinan a ji bo piştgiriya Rojava hat xwendin. Metna daxuyaniyê ji aliyê Komeleya Parastina Jinan Hîvda Yucekaya ve hat xwendin. Hîvda Yucekaya anî ziman ku ji bo alîkarî derbasî Kobanê bibin divê deriyê sînor vebe û daxwazên xwe wiha anîn ziman:

* Êrişên li diji gelê Kurd û hemû gelên din ên Sûriyeyê divề demildest bên rawestandin!

* Dorpêça li ser bajarê Kobaniyê divê were rakirin, têketina malzemeyên ku dê hewcedariyên jiyanî dabîn bike divê were mîsogerkirin. Dewleta Tirkiyeyê dikare vê yekê îro ji vir bi vekirina korîdorekê pêk bîne.

* Mafê Kurdan û gelên din ên li Sûriyeyê divê bê naskirin û dawî li êrişan bê anîn.

* Sûcê şer ên li diji gel divê bi dawî bibe.

‘Li wir şer li vir aştî nabe’

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel jî axivî û bi lêv kir ku heta êrişên li ser Rojava bidomin li Tirkiyeyê aştî pêk nayê û wiha got: “Însiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya Jinan jî li dijî vê xwest li ser sînorê Kobanê vê daxuyaniyê bidin. Lê nehiştin jin biçin ser sînor jî. Jin hatine dorpêçkirin. Em li vir dibêjin Wezîrê Karên Navxwe li dijî aştiyê ye. Lê em dizanin piştgiriyê çawa Kobanê rizgar kir dîsa dê rizgar bike, ji bo wê ditirsin. Gelê Kurdistanê û dostên Kurdan li ser pêyan e. Em jî dibêjin; li wir şer li vir aştî nabe. Tenê Kurd winda nakin, hemû gelên din jî dê winda bike. Jixwe pergala kapîtalîzme dixwazê gelan ji hev cuda bike û bike dijminê hev. Li dijî vê yekê divê hemû kes hişê xwe bide serê xwe. Çi dikin bila bikin em ê dengê piştgirî û aştiyê bilindtir bikin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û teqez jinan azad bikin. Weke TJAyê em jî dixwazin deriyê sînor bê vêkirin û li Sûriyeyê jî aştî pêk were. Her wiha dixwazin Tirkiye vegere ser maseya muzakereyê û pirsgirêk bi diyalogê bên çareserkirin.”

‘Em banga alîkariya Rojava dikin’

Hevşeredara Bajarê Mezin a Amadê Serra Bucak jî diyar kir ku jin li dijî êrişan di nava piştgiriyê de ne û wiha got: “Ew şer ji aliyê hişmendiya zilam vê tê birêvebirin û herî zêde jin û zarok rastî qirkirinê tên. Em li vir dibêjin jiyaneke bi hev re û wekhev divê were sazkirin. Heke deriyê sînor bên vekirin em dikarin alîkariyê bişînin Rojava. Lê ji ber deriyê sînor girtî ne, em nikarin alîkariyê derbasî Rojava bikin. Platforma Parastin û Hevgirtina Bajêr a Amedê ji bo alîkariyê kampanyayek da destpêkirin. Em bang li hemû kesan dikin ku werin piştgiriya vê kampanyayê bikin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Piştî daxuyaniyê jinan çalakiya rûniştinê li dar xist û paşê jî derbasî avahiya DEM Partiyê ya Pirsûsê bûn.

Etîket: Aktivîsta TJA Sebahat TuncelHevseroka Şaredariya bajarê Mezin a Amedê Serra BucakÎnîsiyatîfa Pêdiviya Min Bi Aştiyê Heye ya JinanRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne