• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şandeya Başûrê Kurdistanê: Armanca êrişan li ser Rojava dorfireh e

Navenda Nûçeyan / AW

27 ÇILE 2026 - 16:27
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Şandeya Başûrê Kurdistanê ku ev 2 roj in li Rojava ye, daxuyaniyek da û got: “Hêzeke bêserûber êriş dike, olê ji bo dizî û kuştinê bi kar tîne. Armanc ne tenê Rojava ye, armanc Başûrê Kurdistanê, Iraq û ji wê mezintir e. Divê çalakiyên heyî taybet jî yên li Ewropa û Amerîkayê bidomin.”

Şandeya Başûrê Kurdistanê ku ji serokê Tevgera Helwest a Nîştîmanî ya Kurdistanê û parlamenter Elî Hemê Salih Taha, parlamenter Bedel Ebdulbaqî Berwarî û endamên Tevgera Helwest Mihemed Ebdurehman Yunis, Mihemed Ebdurehman, Ebdulsemet Selam Ebdulla, Arî Bedel Ebdulbaqî, Zeman Xelîl Îbrahîm pêk tê, 25ê Çileyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Şandeyê li bajarê Qamişloyê serdana partiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê kir û civînek bi partiyan re çêkir, serdana Heyva Sor a Kurd kir û alîkariya dermanan pêşkêş kir. Şandeyê serdana Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê kir û li nav koçberan geriya. Her wiha serdana Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê kir.

Şandeyê îro serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kir. Hevserokê PYDê Xerîb Hiso pêşwaziya şandeyê kir. Şandeyê li ber avahiya PYDê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Xerîb Hiso bixêrhatina şandeyê kir û got: “Me bi şandeyê re şer û pevçûnên li Sûriyeyê, helwesta gelê û yekîtiya Kurd nîqaş kir.”

Li ser navê şandeyê Serokê Tevgera Helwest a Nîştîmanî ya Kurdistanê û Parlamenter Elî Hemê Salih Taha axivî.

Elî Hemê Salih Taha wiha got: “Em çend roja li welatê xwe Rojava ne, li nava kes û karên xwe ne. Me bi hevalên xwe re hinek goftogo kirin. Em dixwazin hinek xalên girîng bînin ziman. Ev şer dozek netewî ye. Ji derveyî hewldana dagirkeriya xaka Kurdan tiştek din nîne. Tişta ku êşê dide me dît ku em ne tenê li hemberî artêşekî sazûmanî şer nakin, em li hemberî komek hêzên bê serûber, bi karanîna ol ji bo qetilkirina gel, bi karanîna ol ji bo dizîna malê gel, ji bo koçberkirina gel in. Ji destpêka şer heta niha ku ji Helebê dest pê kir zêdetirî 2 hezar kes winda ne, ev sûcekî pir mezin e. Gelek malbat hene ku di dema koçberbûnê de zarok û jin girtine kuştine û avêtine nava av û baxçeyan. Ev nîşanî me dike ku kes nava napejirîne. Heta niha tu bajarên Kurdan ketiye destê van hêzan. Ya çêbûyî xwe ji cihên ku piranî Ereb kişandin e. Ji bo ku şerek di navbera Kurd-Ereb de çênebe xwe kişandin.

Divê em serpêhatiya Rojava nîşanî cîhanê bidin

Ya herî girîng ew e ku helwestên li dijî êrişan bidomin. Ji bo em hemû bi hev re parastineke navdewletî ava bikin ji bo erdnîgariya em jêre dibêjin Kurdistan. Her mala li Rojava qala helwesta gelê Kurd dike. Divê em bidomînin. Pir girînge ku Kurdên li Amerîkayê li ber avahiya Kongres çalakiyên girseyî li dar bixin. Divê çîrokên kuştina Kurd, serjêkirinê, koçberkirinê bêjin cîhanê. Divê windakirina gel ji cîhanê re bê gotin.

Divê em hemû bibin yek

Dibe ku em li Başûr muxalefet bin, lê dema welat dikeve metirsiyê divê em hemû yekdeng bin. Li dijî dagirkerî û yên dixwazin axa Kurdistan dagir bike bibin yek. Me dît ku armanca vê hêzê ne tenê Rojava ye. Bawer bikin ku eger ev serkevin li Rojava nasekinin. Armanca wan Başûr e, Iraq e û armanca wan mezintir e. Ji bo wê divê Iraq û Herêma Kurdistanê vê baş fêm bikin ku fêm kirine jî. Azadkirina DAIŞiyan û hewldana zindîkirina wan, êrişên li ser gelê Kurd, ew bi kîn difikirin ku Kurdan ew kirine girtîgehê. Ev pir xeternak e, divê dewletê navnetewî li ser raweste. Xala dawî ev e, divê em tevayî rêyên dîplomasiyê bixin tevgerê. Bi taybet li Ewropa û Amerîka.

Ya din jî hejariyek mezin li vir heye, gelek zarok birçîne û bê şîr in. Pêwîstiyek mezin bi derman û bijîşkî heye, bi xwarinê heye. Girînge ku alîkarî bidomin. Çi li Başûr an jî derveyî welat.

Serkeftin ji bo Kurd û Kurdistanê. Gelek ku bi hezaran sal dîroka xwe hebe, bawer bikin ku bi hêzeke bêserûber têk naçe.”

Ne diyar e şande dê kengî vegere Başûrê Kurdistanê.

Etîket: PYDRojavaŞandeya Başûrê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne