• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komîsyona Jinan a ÎHDê: Divê saziyên navnetweyî bêdeng nemînin

Amed / AW

27 ÇILE 2026 - 14:34
Kategorî: JIN, ROJANE
A A
Komîsyona Navendî ya Jinan a ÎHDê bi boneya sûcê şer ên li dijî jinan û êrişên ser Rojava li Amedê daxuyanî da û paşê name ji saziyên navneteweyî re hatin şandin û ev peyam hat dayîn: “Divê li dijî sûcê şer saziyên nawneteweyî piştgiriyê bidin Rojava.”

Komîsyona Jinan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê li dijî sûcê şer ên ku li Rojava li dijî jinan tên kirin li avahiya daxuyanî da çapemeniyê. Rêveberên ÎHDê, nûnerên saziyên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Komîsyonê xwest ku li Kobanê “Korîdora Jiyanê” were vekirin. Daxuyaniya bi zaravayê Kurmancî rêvebera ÎHDa Amedê Eylem Kaya û metna bi Tirkî jî rêvebera ÎHDa Amedê Sûzan Mehmetoglu xwendin.

‘Sûcê şer dubare dibin’

Eylem Kaya destnîşan kir ku êrişên sîstematîk ên ku ji hêla komên çekdar ên girêdayî HTŞê ve ku bi piştgiriya eşkere an veşartî ya hêzên cîhanî li Sûriyeyê tên kirin. Eylem Kaya anî ziman ku êriş li dijî Elewî, Durzî, Kurd, Ermenî û gelên din ên li herêmê dijîn tên kirin û ev êdî ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve tê zanîn. Eylem Kaya got: “Ev êriş sûcê şer e ku encamên wan giran û bêveger in, bi taybetî ji bo jin û zarokan. Hedefgirtina jin û zarokan binpêkirinên eşkere yên mafên mirovî ya navneteweyî ye. Li ber çavên cîhanê laşê bêcan ê jinekê ji avahiyekê de hate avêtin. Ev kiryar, asta hovîtiya li dijî jinan dide nîşandan. Ev sûc ne bûyerên yekcarî ne; ew beşek ji polîtîkayeke tundiyê yên sîstematîk e.”

‘Jin û zarokên li herêmê di bin gefên cidî de ne’

Eylem Kaya destnîşan kir ku îro, li Rojava, bi taybetî li bajarên Heseke û Kobaniyê yên ku piraniya niştecihên wan Kurd in, jin û zarokên li herêmê di bin gefek cidî de ne û got ku mafên jiyanê yê jinan tê binpêkirin û rûmet û azadiya wan rasterast tê hedefgirtin. Eylem Kaya anî ziman ku li Sûriyeyê û bi taybetî li Rojava, komên çekdar ên girêdayî HTŞê sûcê şer ên sîstematîk li dijî jinên Kurd, Elewî, Ermenî, Durzî û yên din dikin û got ku bêdengiya saziyên navneteweyî ya di vê derbarê de nayê qebûlkirin.

‘Bêdeng nemînin’

Eylem Kaya diyar kir ku wekî parêzvanên mafên mirovan ên jin careke din, hewceyî pê dibînin ku van tiştan bi bîr bîxin: “Saziya Neteweyên Yekbûyî bi armanca pêşîgirtina şeran û parastina sivîlan hatiye damezrandin, û mekanîzmayên wê yên taybet hene ku bi tundûtûjiya li dijî jinan re eleqedar e. Girîng e ku ev mekanîzma li dijî sûcê şer ên li dijî jinên li Sûriye û Rojava derkevin. Divê hemû nûnerên ku di saziyên Yekîtiya Ewropayê de kar dikin, bi taybetî endamên jin ên parlamentoyê, li dijî van sûcên giran ên li dijî jinan tên kirin, bêdeng nemînin.”

‘Divê bi berpirsiyarî rabin’

Eylem Kaya da zanîn ku ew bang li jinên ku di Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê de dixebitin dikin ku li dijî sûcê şer ên li Sûriyeyê û Rojava tên kirin rabin û bi taybetî li hemberî tundiya li ser jin û zarokan bêdeng nemînin û bi berpirsiyarî rabin.

Piştî daxuyaniyê Komîsyona Jinan derbasî postexaneyê li navçeya Sûr a Amedê bû û ji saziyên navneteweyî re name şandin û di nameyan de hat xwestin saziyên navneteweyî li dijî sûcê şer rabe û piştgiriya jinan bikin.

Etîket: Berxwedana RojavaKomîsyona Jinan a ÎHDêPiştgiriya RojavaRojavasaziyên navneteweyî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026
Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

Îlham Ehmed: Têkoşîna herî mezin parastina ziman û mafên destûrî ye

31 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne