• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Felemez Ulug: Li Parîsê nexşeya nû ya Rojhilata Navîn xêz kirin

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÇILE 2026 - 14:55
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Nivîskarê Rojnameya Azadiya Welat Felemez Ulug li ser sedem û encama civîna ku li Parîsê di bin serkêşiya DYAyê de bi mazuvaniya Fransa û Îngilistanê pêk hat diyar kir ku bi vê civînê nexşerêyeke nû ya Rojhilata Navîn xêz kirin. 
Nivîskarê Rojnameya Azadiya Welat Felemez Ulug bi sernavê “Dorpêç û înkara li ser kurdan” gotarek girt dest û li ser sedem û encama civîna ku li Parîsê pêk hatiye nirxandinên girîng kir.
Nivîskar û Rojnameger Felemez Ulug diyar kir ku di serê sala 2026an de, careke din eşkere bû ku çarenûsa kurdan di nava berjewendiyên dewletên hegemon û lîstikên herêmî de di bin xetereyê de ye û wiha nivîsî: “Civîna 5-6ê çileyê ya li Parîsê weke xaleke werçerxanê ya vê plana nû tê dîtin. Ev plan ne tenê li ser herêmekê, lê belê li ser her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li ser tunekirina destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin.”
Felemez Ulug da zanîn ku civîna Parîsê li ser qirkirina kurdan hatiye amadekirin û wiha li nivîsê zêde kir: “Civîna ku li Parîsê di bin serkêşiya Dewletên Yekbûyê yên Amarîkayê de û bi mazuvaniya Fransa û Îngilistanê pêk hat, nexşerêyeke nû ya Rojhilata Navîn xêz kir. Beşdarbûna Îsraîl, Desthilata Demkî ya Şamê ku ji serçeteyên HTŞ pêk tê û Tirkiye nîşan dide ku eniyeke berfireh li dijî îradeya kurd hatiye avakirin.
Dema ku êrişên giran di 6ê Çileyê de li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê destpê kirin, ev peyman bi fermî ket meriyetê. Di bingeha vê peymanê de bazariyeke qirêj heye.”
Felemez Ulug da zanîn ku aliyên ku beşdarî civînê bûn, li gorî berjewnediyên xwe nêzîkatiyên stratejîk raber kirin û wiha berdewam kir: “Mînak Îsraîl xwest ku bi cihbûna li Başûrê Sûriyê re korîdora lojîstîk ya diçe Îranê qût bike. Îsraîl vê yekê ji bo xwe weke meseleyek ewlekariyê ku gelek girîng e dibîne. Dewleta tirk jî di berdêla bêdengiya li hemberî planên Îsraîlê de, destûra tunekirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina Heleb û herêmên din xwest. Rejima HTŞê jî xwest ku bibe lîstikvanê sereke yê siyasî û herêmên nû bixe bin kontrola xwe.
Dîplomasiya Hakan Fidan 
Nivîskar Felemez Ulug bal kişand ser dîplomasiya Hakan Fîdan û Rola Îmaratê û wiha pêde çû: “Piştî civîna Parîsê, çûyîna Hakan Fîdan a Yekîtiya Emîratên Ereb ne tesaduf bû. Fîdan li wir bi rayedarên payebilind ên îstîxbarat û dîplomasiyê re civiya. Tê gotin ku di van hevdîtinan de mijara sereke fînansekirina dagirkeriyê û asayîkirina têkiliyên bi Şamê re bû. Dewleta tirk hewl dide ku bi piştgiriya aborî ya Îmaratê, projeya bi îdîaya “Herêma Ewle” ku di rastiyê de herêma dagirkeriyê ye berfireh bike û kurdan ji sînorên xwe dûr bixe.”
Tirsa ji kurdan
Felemez Ulug bal kişand ser tirsa dewletan a ji kurdan û wiha dirêjî da nivîsê: “Serokê AKPê Tayyîp Erdogan bi daxuyaniya xwe ya “Divê kes ji bo pêşengiya kurdan xwe neke namzet” nîşaneya tirsê da. Ev gotin di dema ku li Rojava û parçeyên din yekgirtineke xurt çêdibe, tê wateya ku dewleta tirk naxwaze tu carî hêzeke kurd a yekbûyî û nûnertiyeke siyasî ya navneteweyî derkeve holê. Di haman demê de Erdogan dixwaze peyamê bide ku “Kurd nikarin xwe bi rêve bibin” û hewl dide nokerên herêmî li şûna nûnerên rastîn ên gel bide pêş. Li gel vê her hewildaneke ji bo statuyê, dewleta tirk weke “metirsiya ewlehiyê” ji bo xwe dibîne.
Berfirehbûna plana qirkirinê
Diyare ev plana ku ji aliê hezên hegemon hatiye danîn, ne tenê bi Sûriyê ve sînorkirî ye. Li Iraqê jî liv û tevgereke siyasî ya giran heye. Hikûmeta Bexdayê di bin fişara Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Tirkiyê de ye. Ji aliyekî ve tê xwestin ku Iraq ji Îranê were dûrxistin, ji aliyê din ve tê xwestin ku li dijî kurdan bibe aliyekî şer. Wisa xuyaye ku pozîsyona Iraqê di vê planê de “bêbandorkirina hêzên berxwedanê yên Kurd” e da ku projeya “Rêya Geşepêdanê” bê asteng bimeşe.”
Felemez Ulug bal kişand ser êrişên çeteyen HTŞ û dewleta Tirk û wiha cih da nivîsê: “Radestkirina girtiyên çeteyên DAIŞê li dijî Rojava, bi plana lawazkirina Îranê re têkildar e. Wisa xuyaye ku dewletên hegemon dixwazin bi rêya van koman Kembera Şîe bişkînin. Lê di vê navberê de, kurd weke qurbanî têne hilbijartin. Çalakiyên li hundirê Îranê û êrişên li Rojava du aliyên heman madalyayê ne ku armanc dikin herêmê ji nû ve bi nexşeya Rojava-Navîn a nû re biguncînin.
Siyaseta dewletên hegemon û berxwedana kurd
Siyaseta dewletên hegemon ên weke Amerîka, Rûsya, Fransa, Îngîstan û hwd. li ser bingeha parastina berjewendiyên statukoyê dimeşe. Ji bo wan, kurd hêzeke ku dikarin di qada şer de bikar bînin in, lê dema dor tê ser statuya siyasî, wan dikin qurbaniyên bazariyên bi dewletên weke Tirkiyê re.”
Felemez Ulug bal kişand ser planên dewleta tirk û wiha nivîsa xwe bi dawî kir: “Dewleta tirk îro bi hemû hêza xwe di nava vê plana dij-kurd de ye. Ew dixwaze hemû destkeftiyên sedsala 21an ên kurdan ji holê rake. Lê belê, yektirtina ku îro di nava gelê kurd de li Rojava, Bakur û Başûr çêbûye, nîşan dide ku ev plan wê bi hêsanî bi ser nekeve. Heya ku gefa komên çete ên weke HTŞ û DAIŞê hebe, cîhan nikare pişta xwe bide kurdan. Ev yek dide nîşandan ku Kurd ne tenê “şervan” in, lê lîstikvanên sereke yên îstîkrara herêmê ne. Heta ku pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, projeyên bazirganiyê yên Tirkiyê yên li Iraq û Sûriyê wê her tim di xetereyê de bin. Ev hêzeke mezin a yekîtiyê dide destê kurdan.
Lê divê em rastiyek heyî jî pişt guh nekin. Dewletên hegemon her tim bi planên xwe tên, lê berxwedana li qadê her tim wan planan serûbin dike. Rîska herî mezin parçekirin e, derfeta herî mezin jî xurtkirina pergala xweparastinê û dîplomasiya yekbûyî ye.”
Etîket: Firasa Hakan FidanFransaHTSKurdParîsRojhilatRûsya
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

‘Di sedsala nû de statu bi yekîtiya neteweyî pêkan e’

6 COTMEH 2026
Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

Rejîma Îranê 13 kolber kuştin

26 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Hilbijartinên Rûsyayê: Partiya Putîn 349 kursî bidest xist

Hilbijartinên Rûsyayê: Partiya Putîn 349 kursî bidest xist

25 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne