• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Katalonyayê heta Hindistanê: Rojava biparêzin

Navenda Nûçeyan / AW

24 ÇILE 2026 - 21:08
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platforma Yekîtiya Gel (CUP) a li Katalonyayê daxuyand ku ji welatên Katalan bigire heta Rojava: Emperyalîzmê têk bibin, mafê gelan yê xwebiryardana çarenûsê biparêzin! Her wiha Partiya Sosyalîst a Hindistanê jî diyar kir ku hêzên Rojavayî Kurd bi tenê hiştine û banga piştevaniya navneteweyî hat kirin.

Platforma Yekîtiya Gel (Candidatura d’Unitat Popula) ku li Katalonyayê xebatê dimeşîne, der barê êrîşên li ser Rojava de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Sûriyeyê rêveberiya Colanî ku wekî “hikûmeta demkî” tê binavkirin, piştî êrîşên paqijkirina etnîkî yên li ser Durziyan, êrişeke çekdarî li dijî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin.

CUP bi bîr xist ku gelê Kurd ji bo têkbirina DAIŞê têkoşiya û bi hezaran şehîd da ku mirovahiyê ji barbariya cîhadî rizgar bike û wiha hate gotin, “Lê belê Yekîtiya Ewropayê û dewletên Spanya û Fransayê ne tenê bêdeng man, her wiha piştgiriya siyasî û aborî didin hikumeta Colanî. Divê em hêzên ku ji berjewendiyên jeopolîtîk ên hêzên biyanî û paşverû dûr in, rêz li cudahiya etnîkî û olî ya herêmê digirin û ber bi çareseriyên demokratîk ên rastîn ve diçin biparêzin. Ji Welatên Katalan bigire heta Rojava: Emperyalîzmê têk bibin, mafê gelan yê xwebiryardana çarenûsê biparêzin!”

Ji Partiya Sosyalîst a Hindistanê piştgiriya ji bo Rojava

Komîteya Têkiliyên Derve ya Partiya Sosyalîst a Hindistanê têkildarî êrişên li ser Rojavayê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kurd, wekî gelê ku li welatên cuda yên mîna Îran, Azerbaycan-Ermenistan, Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê belav bûne, bi zext û pevçûnan re rû bi rû ne; tevî vê yekê dîrok, çand û lêgerîna azadiyê ya hevpar Kurdan li gel hev digire.

Di daxyaniyê de hate destnîşankirin ku ew bi têkoşîna gelê Kurd re di nav piştgiriyê de ne û bal kişand ser pêwîstiya helwesteke gerdûnî û biperensîp a li dijî polîtîkayên durû yên Rojavayê. Daxuyani bi banga piştgiriya têkoşîna azadî û diyarkirina çarenûsa gelê Kurd bi dawî bû.

Etîket: biparêzinHindistanKatalonyaRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

Li parlamentoya Avûstralyayê ji bo piştevaniya Rojava resepsiyon hate lidarxistin

20 MIJDAR 2026
Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

Li Rojava û Kobanê çi diqewime?

12 ÎLON 2026
Deklarasyona 15ê Gulanê: Zimanê Kurdî çavkaniya hebûnê ye

32 saziyên Bakur piştgirî dan Rojava: Perwerdehiya bi Kurdî xeta me ya sor e

5 ÎLON 2026
Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

Ebdî: Sûriye ketiye qonaxeke nû û armanca me misogerkirina mafên Kurdan e

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne